Derdê Kurdan

“Dinyayê da çiqa milet heye hemî pêş ve çûne û roj bi roj pêş ve diçin. Ji van kurdê reben, belengaz tenê ba-wûcûdê mêranî û ciwamêrî û xîret paşve mane û roj bi roj paş ve diçin.”
Xelîl Xeyalî
Ji xala min we ye ku her milet di wextê xoda şiyar bûye, muhtaciya qewmê xo dîtiye, zû bi zû li çare wê geriyaye her çi ji destê wî hatiye çêkiriye û çêdike. Kurd, di xeweke wisan da maye ku tu car şiyarbûn û pêşçûn bîra xo neaniye.Eger şiyarî û pêşçûnî bîra xo bianiya heya niha wekî miletê dî li zimanê xwe xweyî dibû, ewwel bi ewwel bi zimanê xo kitêban çêdikir û bi zimanê xo xwendin û nivîsandin dikir.
Temamê dinya dizanê ku qewmê bê ziman, wekî mirovê ker û lal tu tiştek nikare bêje. Eger mela û feqeê kurdan, ew xîret û xebata ku li zimanê xerîban kirine û dikin ji sedan yekê wê der heqî zimanê kurdî da bikiran îro di nav xelqê da bê ziman û bê me’arîf nediman û herkes te’nan li me nedida.Kurd ji bê ziman û xwendinê û nivîsandinê wisan nezan maye ku miletê xo, bav [û] kalê xo, cinsê xo, welatê xo nizanê. Melayê wan şîretan li wan nake. Daîma li xirabiya hev digerin, çavê wan dinya û halê dinyayê nabînê.
Nezan ji xo nezan e, zanayê wan jî ji zimanê xo bê xeber e. Ji xala wî we ye ku zimanê temamê miletê ‘alem ji ezmanan hatiye, ya me tenê ji ‘erdê derketiye. Hal ew e ku zimanê me ji giştê zimanê ‘alem çêtir e û bi rehetî tê nivisandin û xwendin, edebiyata me heye, feqet ji nezaniya me bê rewac maye.”
Rave:Xelîl Xeyalî, di sala 1865’an de li navçeya Bedlîsê Modkan, li gundê bi navê Zender hatiye dinê. Navê bavê wî Yûsif Axa ye. Ew li mekteba mehelî ya Bedlîsê û li medreseyan dixwîne û di şazdeh saliya xwe de dîsa li Bedlîsê dest bi memûriyetê dike. Di sala 1890’î de bo bidestxistina mufettîştiyê tê Stenbolê û li vir jî di gelek memûriyetan de dişuxile. Di dawiya sala 1911’an de tayînî Mekteba Zîraetê a Xelkelî (Halkalı) dibe.Jixwe Civata Hêvî, li vê mektebê û bi teşwîqê Xelîl Xeyalî ava dibe.[24] Di Rojî Kurd û Hetawî Kurd de nivîsên wî pir in. Em bi rehetî dikarin bibêjin ku di nav nivîskarên Rojî Kurd û Hetawî Kurd de yê ku kurmancî herî baş bi kar tînê Xelîl Xeyalî ye. Ew di warê ziman de pir hesas e û girîngiyeke mezin dide xwendin û nivîsandina bi kurdî. Wî ev hesasiyeta xwe di pratîkê de jî nîşan daye û kitêbeke bi navê Elifbayê Kurmancî amade kiriye. Ev kitêb di sala 1325/1909’an de ji aliyê Kurdîzade Ehmed Ramiz ve li Stenbolê tê çapkirin. Ev yekemîn alfabeya Kurdî ya bi tîpên ‘erebî ye.