Bitlis Düşünce ve Akademik Çalışma Grubu
$ DOLAR → Alış: 3,85 / Satış: 3,86
€ EURO → Alış: 4,54 / Satış: 4,55

Sembola Bedlîsê: Kevirê Qul

Sembola Bedlîsê: Kevirê Qul
  • 17.11.2015

qevir1

Kevirê Qul ê Bedlîsê a navdar, wek ku tê zanîn ji demên kevnar heya sala 1971-an, wek sembola Bedlîsê dihat zanîn. Mixabin di sala 1971-an de hate xera kirin. Ferîbotêke mezin bûye sedema xerakirina wî.

Di sala 1971-an da, anîna ferîbotekî mezin li ser Behra Wan-ê tê fikir kirin. Kevirê Qul jî, li ser reya ku diçe Tetwan-ê ye. Berpirsyarên wê demê hesaban dikin û dibînin ku ew ferîbota mezin di nava Kevirê Qul da derbas nabe. Anegorî wan, çareseriya here hêsan jî, xerakirina vê kevirê dîrokî ye. Weke tim û daîm ku hatye kirin, dîsa hêjayiyekî dîrokî tê xera kirin an jî bi gotineka rasttir, tê wenda kirin.

 

 

Ji ber vê yekê, dînamitan havirdorê kevirê de bi cih dikin û diteqînin. Li gel Kevirê Qul va, hêjayiyekî din a dîrokî jî, mixabin dîsa ji holê radibe.

Şikleka gelek kevn a Kevirê Qul, di pirtûka H.F.B. Lynch, a înglîz de heye. Tarîxa şikl 1893 e. Di pirtûka xwe a bi navê “ Armenia Travels and Studies “(London, 1901) de weşandye û vê kevirê û reya wê wek “ Tûnela Semîramîs “ bi nav dike. Çawa gihiştye vê ramanê ne xuya ye, bi tenê navê wê nivsandye. Wek ku tê zanîn Semîramîs hevjîna qiralê Babîl ê navdar Nebûqednezzare. Nebûqednezzar, ji bo Semîramîs ê hevjîna xwe, rezên here mezin, xweşîk û bi nav û deng afrandye û ew rez jî,  wek yek ji  wan heft hêjayiyên dinyayê tên zanîn. Dibe ku dema desthilatdariya xwe da li ser navê hevjîna xwe vê tûnelê jî dabe çêkirin, lê anegorî belgeyên dîrokî piştrastkirina vê angaştê tune ye. Lêkolîneka berfireh di der barê vê tûnelê de mixabin hê jî nehatye kirin.

(Ji pirtûka H.F.B. Lynch, a Armenia Travels and Studies (London, 1901)

 

Kevirê Qul wek ciheke erdnigariyê, di nav çand û dîroka kurdan da bicih bûye. Ji ber rave kirina reyan, bajaran an jî pîvanan tim û daîm hatye bikaranîn, bi taybetî jî, ji bo herêma Bedlîsê. Mînak; dema şerê cihanê a yekem da, artêşên Rûsan dest bi dagirkirina Kurdistanê dikin û lib bi lib bajaran têxine destê xwe. Di nav gel da, heya îro jî wiha tê gotin:

“ Ûris heya Kevirê Qul hatin û ji wir pê ve derbas nebûn “.

Bi rastî jî, artêşên Rûsan heya Kevirê Qul hatibûn û piştê şoreşa Bolşevîkan, paş ve kişiyabûn. Ji ber vê, meşa xwe a li jêr ve rawestandin û paş ve kişyan li alîyê welatê xwe ve. Pêşî de jî, gelek kurdên sivîl, komên leşkeran di nav xwe de saz kiribûn ji bo parastina welatê xwe. Gelek şerên dijwar nav bera Rûs û Kurdan pêk hat û gelek kurdên welatparêz jî jiyana xwe ji dest dan. Gelekên wan jî hatne hêsîr girtin û li wan welatên xerîb ê ku navê wan jî nizanibûn, hatne zindan kirin. Lê dema artêşên Rûsan dageriyan, şer jî qediya û kurdan dest bi ava kirina bajarên xwe kirin. Hinek ji hêsîran, bi revê dageriyan welatê xwe, hinekên wan jî li wan deveran man. Gotareke dewlemend aMamoste Celîlê Celîl di der barê  wan kurdên hêsîr ên ku li Rûsyayê mane de, heye.

 

Gotina dawî jî divê ev be ; gelek hêjayiyên dîrokî mixabin hatne xera kirin, talan kirin û wenda kirin. Divê em bixwe xwedî li van hêjayiyên xwe derkevin, lewre dîrok û çand bingeh û hebûna miletek e….

 

Xerzî Xerzan / Niviskar

İsmet İnönü’nün Kürt Raporu
Erzincan Kürt merkezi olursa Kürdistan’ın kurulmasından korkarım. Van ve Erzincan’da acele olarak, Muş ovasında tedricen ve Elazığ ovasında kuvvetli Türk...
Ah Tamara…
Van’daki Akdamar Adası’na da ismini verdiği rivayet edilen Akdamar efsanesi, zamanında bu adada yaşayan baş keşişin güzelliği dillere destan kızı...
Xelil Xeyali’nin Kürt Dili Üzerine Görüşleri
“Yayın yöntemi”ne ilişkin görüşü ikinci yazıya bırakmıştım. Fakat bu yönteme ilişkin ayrıntılı bilgiler vermeden önce onun temelini oluşturan bazı işlerden...
Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde Kürt Şehri Bitlis
  Wilhelm Köhler/Kitap  17. yüzyılda Osmanlı İmparatorluğu’nun egemenliği altında bulunan geniş coğrafyada sürüp giden yaşamla ilgili bugün elimizdeki en önemli...
Bitlis Beyliği’nin Statüsü,Rolü ve Önemi – Araştırma
Mela Mahmud Beyazidi; “Yabancı devletler, Kurdistan’ı işgal edebilmek için, herşeyden önce, Bitlis Beyliği’ni zapt etmeye yeltenmişlerdir.”        ...
1838’in Bitlis’i ve Southgate’in Kürd Şerif Bey ile tanışması
Bu çeviri, Amerikalı Misyoner rahip Horatio Southgate’in 1838 – 1839 yılları arasında Bitlis’ten geçerken tuttuğu notların İngilizce aslına sadık kalınarak...
Said Nursi’de Özgürlük Söylemi
  Gençken içine girdiği ilim dünyasında özgürlüğü bir hayat biçimi olarak benimsemiştir. İlk hayatı hocaları ile olan serüvende onun düşüncelerini...
Kırd,Kırmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri
Bazı illerde ise denebilir ki sadece birer ilçenin sınırları içinde Dımıli lehçesi konuşulur. Semsûr’un Alduş (Gerger), Ruha’nın Sêwreg (Siverek), Bedlis’in...
Kerkük Kan Ağlıyormuş
“Kerkük, Kürdistan´ın bir parçasıdır. Oradaki Türkmenler, Kürtlere sığınmış muhacir ve sığınmacılardır. Kerkük, Azerbeycan´da bir kent değil ki Türk´ü kan ağlasın....
Şekerci Hanı ve Said-i Kurdi’nin Dünyası
  Bediüzzaman Saidê Kurdî Henüz 30 yaşlarında Van’dan İstanbul’a gidip Fatih’te bulunan Şekirci Hanı’na yerleşiyor. Ve odasının kapısına bu yazıyı...
Pîyesa ‘Bîdlîs’ ya Wîllîam Saroyan
Ehmed Kurd nîne, ji hindikayî (kêmhejmaran) ye, ango ji tirkan. Lê ferqa wî ew e ku xwediye loqonteyek e. Ji...
Vasa’yı kurtarmak, Hasankeyf’i öldürmek
On milyonluk nüfusu ile bir İskandinav ülkesi olan İsveç’te 1700’e yakın müze bulunmaktadır. Bu müzelerden dünyanın ilk açık hava müzesi...
Tarihte Kerkük ve Kürtler
  Kerkük tarihine kısaca bir bakalım; Arkeolojik kazılar sonucunda Kerkük’te 28 bin yıl önce Neandertallerin yaşadığı kanıtlanmıştır. Şehir bir çok...
Yol Ayrımı; Askeri Uçak ve Milletin Özgür İradesi
  Irak, denilen devlet 1926 yılında Gertrude Bell’in Kral Faysal ile misterik aşkının imkansız çocuğu olarak dünyaya geldi. Irak bir...
Lozan, Ankara ve Sevr Antlaşması
    Türkiye Lozan ve Ankara kartını Uluslararası topluma ve Kürtlere gösterirken, Sevr antlaşmasından neden söz etmez? İşte, Lozan, Ankara...
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ