Bitlis Düşünce ve Akademik Çalışma Grubu
$ DOLAR → Alış: 6,31 / Satış: 6,33
€ EURO → Alış: 7,37 / Satış: 7,40

Jiyana Xelîl Xeyalî u Alfabeya Xelîl Xeyalî

Jiyana Xelîl Xeyalî u Alfabeya Xelîl Xeyalî
  • 18.11.2015
  • 4.284 kez okundu

 

Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modkê ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Se‘îdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî da maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stenbolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî xebat kiriye.

 

 

 

 

 

Di sala 1908an de li Stenbolê di damezirandina komeleyên bi navên Kurd Te’avun û Teraqî û Kurd Neşrê Me’arif de cih girtiye. Ji bo perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanê kurdî, di sala 1910an de ji aliyê  komeleya Kurd Neşrê Me’arif ve li Çemberlîtaşê yekemîn dibistana kurdî bi navê Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet hatiye vekirin. Xelîl Xeyalî di vekirina vê dibistanê de rolek mezin lîstiye. Di vê dibistanê de li gor elfabeya wî ya ku emê jê behs bikin perwerde bi zimanê kurdî hatiye kirin. Di sala 1912an de li Stenbolê ji aliyê hinek xwendevanên kurd ve Komeleya Hêvî hatiye damezirandin û heta Şerê Cîhanê yê Yekem dewam kiriye. Xelîl Xeyalî di damezirandina vê komeleyê de jî rolek girîng leyistiye.

 

Armanca herî girîng ya vê komeleyê ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî amadekirina elfabeyek kurdî bû. Xelîl Xeyalî di kovara bi navê Rojî Kurd de li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û sitandartkirina elfabeyek ku ji bo temamê zaravayên kurdî bi kar bê çend gotar nivîsandine. Bo nimûne di hejmara sisêyan de, di gotara xwe ya bi serenavê Ziman de pirsek wiha kiriye: “Kurd îro muhtacê çi ne? Em ewan bêjin”. Paşê jî tiştên ku îhtiyaciya kurdan bi wan heye di 10 madeyan de rêz kiriye. Di madeyên duyemîn, sêyemîn û heştemîn de wiha gotiye:

2- Ser terzek nû elîfbayek.

3- Ji bona temamê zimanê kurdîtiyê qamûsek (ferhengek mezin).

8- Ji bo zimanê kurdan serf û nehwek (rêzimanek).

Çawa ku ji madeya duyemîn jî tê fêmkirin jiber ku baweriya Xelîl Xeyalî bi diviyatiya amedekirina elfabeyek standart ya kurdî hebû, di sala 1909an de li Stenbolê yekemîn alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî çê kiriye û navê wê danîye “Elifbeyê Kurmancî”.

Bi saya du şexsiyetên kurd der barê Xelîl Xeyalî de bi kurtasî be jî hinek agahî gihaştine roja me. Yek ji van şexsiyetan Se’îdê Nûrsî ye, yê din Qedrî Cemîl Paşa ye.

Se‘îdê Nûrsî (Kurdî) der barê Xelîl Xeyalî û elfabeya wî de wiha dibêje:

“Ez mînakek neteweperwerî ji we re pêşkêş dikim ku ew jî Xelîl Xeyaliyê Motkî ye. Mîna her beşek miletperweriyê di beşa ziman de jî xelata pêşbaziyê a wî ye. Wî alfabe û serf û nehv(rêziman)a ku bingehê zimanê me ye çêkiriye. Vî zatê han nimûneyek miletperweriyê nîşan daye û ji bo zimanê me yê ku mihtacê temamkirinê ye bingehek daniye. Ez ji ehlê hemiyetê (ji miletperweran) re tewsiye dikim ku,. li pey rêça wî herin û zimanê me li ser wê bingehê ava bikin”.

Ekrem Cemîl Paşa jî wiha dibêje:

Li gor Ekrem Cemîl Paşa, Xelîl Xeyalî û Ziya Efendi (Ziya Gokalp) bi hev re rêzimana kurdî amade kirine û dest pê kirine ku ferhengek jî binivisînin. Lê Ziya Gokalp ji xwendingehê tê derxistin û gava tê Diyarbekir xebatên ku wî û Xelîl Xeyalî bi hev re kiribûn jî bi xwe re tîne û ji wê û pê ve têkiliyên wî û Xelîl Xeyalî tên birîn. Piştî meşrûtiyetê dema ku Ziya Gokalp wekî delegeyê Diyarbekrê beşdarê “Komeleya İttîhad û Teraqî”yê ya li Selanîkê dibe û Xelîl Xeyalî li Stenbolê dibîne. Xelîl Xeyalî ew xebatên ku bi hev re kiribûn jê dixwaze, lê dibêje “min ew şewitandin” û naxwaze ku bide Xelîl Xeyalî.

 

2. Alfabeya Xelîl Xeyalî

Çawa ku ji gotinên Se‘îdê Nûrsî tê fêmkirin wekî niha di wê demê de jî rewşenbîrên kurdan ji bo sitandartkirina zimanê kurdî li ser alfabeyek sitandart nîqaş kirine. Di nîqaşên di vî warî de Se‘îdê Nûrsî xwestiye ku alfabeya Xelîl Xeyalî wekî bingeh bê qebûlkirin. Nexwe di nîqaşên îro de jî divê ev alfabe neyê jibîrkirin, beranberiya wê bi alfabeyên din bê kirin, kêmahî û zêdehiyên wê bên dîtin û jê were îstîfadekirin. Loma di vê nivîsa xwe de me xwest ku em vê alfabeyê jî bi çend gotinan bidin naskirin:

1) Alfabeya Xelîl Xeyalî yekemîn alfabeya kurdî bi tîpên rrebî ye.

2) Ev alfabe bi hemançapî di pirtûka Mehmet BAYRAK ya bi navê “Açık-Gizli, Resmi-Gyr-ı  Resmi Kürdoloji Belgeleri” de hatiye weşandin.

3) Hogir Tahir Tewfîq di xebata xwe ya bi navê “el-Elifbau’l-Kurdiyye Bi’l-Hurûfi’l-Erebiyye We’l-Hurûfi’l-Latiniyye (Elfabeyên Kurdî yên Bi Tîpên Erebî û Latînî) de li gor çapa Mehmet Bayrak alfabeya Xelîl Xeyalî jî qeyd kiriye.

4) Alfabe ji aliyê weşanxana “Hîvda ” jî bi tîpên erebî hatiye weşandin. Lê tê de hinek guhartin û şaşî hene.

5) Alfabe ji 34 tîpan pêk tê. Ev tîp digel Latînîya wan ev in:

?  =Ab ?  =Bb ?=Pp ?  =Tt ?  =Ss ? = Cc ?=Çç
? = Hh ? =Xx ? =Dd ?  =Zz ? =Rr ? =Zz ? =Jj
? =Ss ? =Şş ? =Ss ? =Dd ? =Tt ? =Zz ? =‘
? =Ğğ ? =Ff ? =Vv ? =Qq ? =Kk ?=Gg ? =Ll
? =Mm ? =Nn ? =Ww ? =Hh ??=La ? =Yy

 

6) Alfabe digel mînak û agahiyên cûrbecûr ji 27 rûpelan pêk tê. Naveroka rûpelan wiha ye:

a) Rûpela yekemîn qapax e. Tê de navê xebatê (Elîfbayê Kurdî), navê nivîskar (Xelîl Xeyalî Motkî), navê çapkirox (Kurdîzade Ehmed Ramîz) û sala çapê (1325)  cih digire.

b) Di rûpela duyemîn de 34 tîpên alfabeyê hatine nivîsandin ku me van tîpan digel Latîniya wan li jor da nîşandan.

c) Di rûpelên sêyemîn, çaremîn û pêncemîn de navê van tîpan û rewşa nivîsandina wan di ser û nav û dawiya bêjeyê de hatiye nîşandan.

d) Di rûpela şeşemîn û heftemîn de li ser rewşa dirêjkirina tîpan, tîpên bênuqte, tîpên biyeknuqte, tîpên bidunuqte û tîpên bisênuqte hatiye sekinandin.

e) Nivîskar di rûpela heştemîn de li ser bilêvkirina tîpan li gor ser û cer û ber yên erebî ku ji wan re “hereke” tê gotin sekiniye. Mînak: Be,bi,bu; te,ti,tu.

f) Di rûpela nehemîn de nivîskar behsa “tenwîn”a erebî kiriye û bal kişandiye ku di zimanê  kurdî de tenwîn nîne. Çawa ku tê zanîn tenwîn di dawiya navdêrên erebî de cih digire û wekî du seran, du beran an jî du ceran (“..en”, “..in”, “..un”) tê bilêvkirin. Ji bo nimûne tîpa   ?=Byê gava di dawiya navdêrek erebî de cih bigire wiha tê xwendin: Ben, bin, bun. Di rûpelên di pey re mînakên cûrbecûr cih girtine.

g) Di rûpelên 23 û 24an de di bin sernavê “Îbare” de nivîskar bi şiklê şê’rê hinek nesîhet kirine. Mînak: Ders bixwune, zimanê Kurmancî hûbe.

h) Nivîskar di rûpelên 24, 25 û 26an de hinek du‘ayên erebî nivîsandine.

i) Di rûpela dawîn de di bin sernavê “Rica “de wiha hatiye nivîsandin:

“Behayê vê (elfabeyê) ji bo tebi’kirina (çapkirina) kutubê (pirtûkên) Kurmacan e. Li pey vê, qiraet (xwendin) û serf (morfoloji=peyvsazî) û nehv (rêziman)a zimanê Kurmancî jî dê tebi’ bibe (were çapkirin). Feqet em muhtacê arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştik nabe. Hêviya me xeyret û cuwamêriya Kurmacan e. Meqseda me ji zarokê Kurmacan ra nîşandana rêya ‘ilm û hunerê ye”.

7) Tiştek balkêş jî ev e ku Xelîl Xeyalî bêjeya “Kurmanc” wekî “Kurmac” bi kar anî ye. Ango cih nedaye tîpa “n”yê. Berê me got qey viya kêmasiyeke çapî ye. Lê me dît ku Cemal Reşîd Ehmed di kitêba xwe ya bi navê “Zuhûru’l-Kurd Fî’t-Tarîx” de dibêje ku di dema Mîrektiya Erdelan de Mîrê kurd yê bi navê Xusrev b. Muhemmed di destnivîsek xwe de bêjeya “Kurmanc” wekî “Kurmac” bi kar aniye û ev destnivîsa han di sala 1984an de li Moskovayê hatiye çapkirin.[8] Wê demê me fêm kir ku di nav hinek nivîskarên kurd yên berê de navê “Kurmanc” wekî “Kurmac” jî hatiye xebitandin.

 

 

ELIFBAYÊ KURMANCÎ

Muherrir (Nivîskar)

Xelîl Xeyalî Motkî

Tabi‘  (Çapkirox)

Kurdîzade Ehmed Ramiz

Sal

1325

 

 

Dans BÎR hejmar 10BîyografîMamoste QEDRÎ

Etiketler: / /

Bitlis’e tütün ne zaman geldi?
Tütün denince akla hep Bitlis tütünü ve sigarası gelir. Peki tütün köken olarak hangi coğrafyaya aitti? Kaçıncı yüzyılda Osmanlı’ya ve...
Tarihimizden Bir Portre: Mela Selim Efendi
Hizan şeyhlerinden biri olan Mela Selim Efendi***, yaşadığı döneme göre oldukça bilgili ve gelişkin biri olduğundan Hizan şeyhi Sebgetullah Hizanî’nin...
1913’ün Bitlis valisi ve Hizanlı Şeyh Seyyid Ali
Bu anlatım, 1908-9 yılları arası, Bitlis ve Van’da Britanya Konsolos Yardımcısı olarak görev yapmış Arshak Safrastian’ın, 1948 yılında yayımladığı ‘Kurds...
Bîblîyografyaya Kirmanckî [Zazakî]  1963-2017 weşanîyaye
  Bîblîyografyaya Kirmanckî I1963-2017I ke hetê Mutlu Canî ra sey xebata tezê masterî amebî amadekerdiş, hetê weşanxaneyê Vateyî ra...
“ZAZA” ADININ KAYNAĞI HAKKINDA BİRKAÇ NOT
Bir Kürt toplumsal grubu olan Zazalarla ilgili yazılan yazıların kimisinde sırf mülahaza olsun diye neredeyse içinde “z” harfinin geçtiği her...
Ahlat’ın 1046’daki Kürd hükümdarı ve Nasır-i Hüsrev’in Bitlis ziyareti
İran ve İslam dünyası edebiyatı içerisinde önemli bir yere sahip olan Nasır-i Hüsrev, 1045 yılında çıktığı yedi yıllık seyahati sırasında...
“ŞÊX EVDIREHÎM ASLA TESLİM OLMAZ!”
  Ben 1929 yılının onbirinci ayında, Pali’nın (Palu’nun) Xoşmat köyünde doğmuşum. Xoşmat, esasen eski bir Ermeni köyüdür. Orada çok arazi...
Bitlis kralının başının kesilmesi ve Prenses Gülşenraz
Üzerinde Fransızca olarak ’bakın Bitlis kralının başını kesip bu sepet içerisinde size getirdim’ yazısı olan bu gravür için, daha önceki...
Bitlis nire Albanya nire?
1911 28 Eylülünde İtalyan-Osmanlı harbi başladı, 1912 8 Ekiminde küçük Karadağ krallığının Osmanlı devletine savaş ilan etmesiyle sona erdi. Bir...
Kızıl Meydan’ın sosyalist dengbeji: Sûsika Simo
Ayağındaki prangaları kopardı, sesini tüm Sovyet ülkesine duyurdu, Lenin’e yazdığı kılamlarla anıldı. İyi ki vardı, iyi ki yaşadı…   Elvan...
Tavernier 1660’larda Bitlis ve Tatvan’dan geçerken
‘Bitlis beyi ülkenin en güçlüsü. Diğer beyler ya Osmanlı Padişahı’na yada İran Şahı’na bağlı olup biat ederken, Bitlis Beyi kimseye biat...
Kayıp Kürt kolonileri – Mısır, Ürdün, Lübnan, Filistin ve Yemen Kürtleri
      Kayıp Kürt kolonileri Ortadoğu’daki Arap devletlerinde yaşayan Kürtler’in tarihi, yayılmanın efsanevi Kürt Sultan Selahaddin Eyyubi döneminde başladığını...
27 Temmuz 1655, Bitlis şehrine saldırı ve Abdal Han
‘Bitlis Kalesi’nin Osmanlı ile ne alakası ola. Bu kale Osmanlı kalesi olsa içinde Osmanlı kulu olurdu. Biz Osmanoğlu’nun kulu değil,...
Cuinet’in 1889 tarihli Bitlis Vilayeti raporu
Bu çeviri, Fransız araştırmacı yazar Vital Cuinet’in 1889 yılında Bitlis Vilayeti hakkında tuttuğu Fransızca raporun Türkçe’ye çevirisidir. Cuinet’in 1894 yılında yayımladığı...
Hırvatların Kürtlüğü üzerine
    ABDULMELİK Ş. BEKİR Hırvatların köken olarak Kürt olduğuna dair bir söylentinin zaman zaman gündeme geldiği oluyor. Halkların kökenine...
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ