Bitlis Serhildanı Lideri Mela Selim’in bir Şiiri

1914 Bitlis Serhildanı lideri Seyda Mela Selim’e ait bir şiir…
Hûn guh bidin ey hazirîn
İslam û cumle mûîmenin
Ewil ji bo dînê mûbîn
Vêkra bikêşin xeyretê
Xeyret bikêşin roj û şeb
Kurdî û hem rom û ereb
E’wnê bixwazin hûn ji Reb
Elah bidet her nûsretê
Nûsret ji heq daxwaz bikin
Yar û biran hîşyar bikin
Silah bi kar û bar bikin
Ban kin bi şahê qudretê
Ban kin bi wî şahê letîf
Bi hurmeta şera’ şerîf
Îslam tu car nabit zeî’f
Ger ew bikin edaletê
Ey begler û axa û mîr
Ehlê şecae’t hem e’şîr
Vêkra hemû dest den bı şûr
Ji bêdînan ken nefretê
Nefret bikin hûn xas û am
Te’n den keşîş û hem aram
Înçxan û serkîsêd heram
Ehlê e’zab û sirketê
Ehlê azab daim mûdam
Her dem ji wan tê ev kelam
Rabin herin Bexda û Şam
Bar kin ji vî memleketê
Bar kin herin erdê Hicaz
Fikran dikin her ew beraz
Be’zek ji wan Tirkên qewaz
Şûkran û ehlê û’şretê
Be’zek ji wan Kurdên me jî
Ehmeq sefihên bêmejî
Jî ber qelsî tem’a xwe jî
Vêkra dikin qurbiyetê.
Kaynak ; Nevzat Bingöl