Bitlis Düşünce ve Akademik Çalışma Grubu
$ DOLAR → Alış: 3,86 / Satış: 3,87
€ EURO → Alış: 4,55 / Satış: 4,57

Evdal Xan

Evdal Xan
  • 19.11.2015

Evdal Xan, yek ji wan kurdê navdar e ku gelek kêm li ser hatîye nivîsandin û zanyarîyên me yên di derbarê wî de, ji bilî yek-du agahîyên kurt, hemî ew in ku di Seyahetnameya Ewlîya Çelebî de hatine nivîsandin û di saya wê gihîştine destê me. Eger bi tesadufî di dema bûyera îstîla û talankirina Bedlîsê ji alîyê walîyê Wanê Melik Ehmed Paşa ve, gerokê tirk Ewlîya Çelebî ne li wir bûna, îhtîmaleke gelek mezin bû ku dê ew jî wekî bi dehan û heta bi sedan hemkûfên xwe di nav rûpelên dîrokê de veşartî bimaya.

 

 

 

 

 

Lê ev tesaduf wisan kir ku em bi saya wî gerokê tirk ê bi nav û deng, li bûyerên qewimîne û ew hovîtî û necamêrîya li hemberî wî mîrê kurd rû dane, agahdar bin. Ji ber vê em ê bi şeh bikevin nav Seyahetnameya Ewlîya Çelebî ya cilda çaran û di derbarê Evdal Xan de tiştên li ber şehê me bikevin bînin li ba hev, ew çend agahdarîyên ku di destê me de jî hene têkin ser û ew pêşkêşî xwendevanan bikin.

Tu agahîyek di derbarê sala ji dayîkbûna Evdal Xan de di destê me de tune, eger hebe jî agahîya min jê tune. Lê li gor kronolojîya bûyeran û hedîseyên ji alîyê Ewlîya Çelebî ve di Seyahetnameya xwe de dane dîyarkirin û bûyerên di dîroka Osmanîyan de qewimîne, em dikarin texmîneke gelek gilover bikin.

Dema ku Sultan Murad diçe sefera Bexdayê û paşde vedigere Diyarbekrê, sal 1047ê koçî (1638ê zayînî) ye. Berîya ew biçe vê seferê, Evdal Xan mêvandarîya wî dike û bi awakî gelek îhtîşam û serfiraz ev pêşwazî û mêvandarî dimeşe. Lê dema ku ji vê seferê vedigere, Evdal Xan ji bo serkevtina wî ya di vê seferê de, naçe Diyarbekirê pêşîya wî û bi rîya raspardeyên xwe re vî karî pêk tîne. Wî wextî ev Melik Ehmed Paşa, ku zavayê Sultan Murad e jî, cardin pê ra ye. Sultan Murad ji vê helwesta Evdal Xan gelek aciz dibe û li gor neqla ji devê Melik Ehmed Paşa ya ji alîyê Ewlîya Çelebî ve, bûyer wiha bûye: “Di sala 1047ê koçî (1638ê zayînî) de Sultan Murad Xan Bexdayê girt. Di vegera xwe de xanê Bedlîsê nehat li balê û xezaya wî pîroz nekir. Gelek dilê Murad Xan êşîya û ji min re got: ‘Ehmed, wekî qerzê Xwedê li ser te ferz be ku tu toleya min ji xanê Bedlîsê bistînî’. Pişt re dema ku ez heft meh cîgirê Îbşîr Paşa bûm, ew şeva Îbşîr Paşa bi leşker hat nava Stenbolê, bi şev Sultan Murad hat xewna min. Ew li ser çiyayê Wanê sekinî bû û nanekî xwînavî di destan de bû û ji min re got: ‘ha, kerekî bide çiyayê û kerekî din jî bide xanê Bedlîsê’. Bi vê min ew gotina ku wî wextî ji min re gotibû bibîr anî û min vî şerî da destpê kirin… ”.

Ji bilî vê, cardin Melik Ehmed Paşa di vî warî de ji Ewlîya Çelebî re dibêje: “Dema ku ez walîyê Dîyarbekirê bûm, min xwe amade kir ku ez biçim ser Bedlîsê û ez heta Meyafarqînê jî çûm, lê gelek mîr û beg ketin navberê û gotin Evdal Xan ê xort e. Min jî ew da xatirê xortanîya wî û ez ji Meyafarqînê paşde vegerîyam”.

Dema ku em li tarîxa van bûyeran binêrin û ev gotinên hatine kirin, yanî “ew hê xort e” binirxînin, wekî me got bi awakî gilover em dikarin bêjin sala ji dayîkbûna wî dikare piştî sala 1610 an 1615an be. Yan jî saleke di navbera van salan de be. Bi gotineke din, dema ku em vê hinek vekin û îzah bikin, salên kesekî ku hê xort bê hesêbkirin û li ser textê mîrektiyeke wekî ya Bedlîsê rûniştibe, dikare navbera 20-30 salîyê de be. Em, eger 25 bihesibînin û wê ji tarîxa sefera Bexdayê derêxin, dibe 23-25 salî yan jî çend sal ji wê zêdetir. Bêguman em vê tarîxê wekî min got, ji vê sefera Sultan Murad û gotinên Melik Ehmed Paşa derdixin. Yanî em di vî warî de tenê supekûlasyonekê dikin.

Lê em dikarin sala koça wî ya dawîyê derêxin. Tarîxa îşgal û talankirina Bedlîsê ji alîyê Melik Ehmed Paşa ve sala 1065ê koçî yanî 1654/1655ê zayînî ye. Evdal Xan sê sal piştî vê îşgalê tê girtin û wî dibin Stenbolê û li wir îdam dikin. Li gor vê zanyarîyê, em dikarin sala koça wî ya dawîyê, yan jî sala îdamkirina wî derêxin, ku ew dibe 1068ê koçî, yanî 1657/1658ê zayînî.

Evdal Xan kurê kedxuda Şemseddîn û nevîyê Mîr Şeref Xan ê nivîskarê Şerefnameyê ye. Kedxudatî di sîstema mîrektiya Bedlîsê yan jî dikare di sîstema mîrektîyên din ên Kurdistanê de jî hebe, rutbeke îdarî ye. Yanî hê di sexîya mîr da, kesê bi musaede û biryara mîr, kar û barên mîrektîyê dimeşîne û di eynî wextî de jî cihgirê mîr e. Em dizanin ku Mîr Şeref Xan hê di saxîya xwe de meşandina kar û barên Mîrektiya Bedlîsê dabû destê kurê xwe Şemseddîn ê bavê Evdal Xan. Ji ber vê, dema ku Şemseddîn dibe mîr jî ev unvan li ser dimîne û ew bi vê unvanê tê naskirin. Yanî jê re Kedxuda Şemseddîn tê gotin. Esas di sîstema îdarî ya Mîrektîya Bedlîsê de, gelek kedxuda hene, lê yek ji wan, wekî çawan gelek mîr hene, lê yek ji wan “mîrêmîran” e, di nav wan kedxudayan de jî yek serokê van hemî “kedxuda”yan e.

Çardeh kurên Mîr Evdal Xan hebûne. Ev kur ji çend jinan in. Lê di nav jinên wî de, ya herî bi nav û deng Xanim Sultana keça Zal Begê Edilcewazî ye. Ewlîya Çelebî, di Seyahetnameyê de gelek pesnê wê daye û behsa mahirtîya wê kiriye. Piştî ku Evdal Xan mecbur dibe textê xwe yê mîrektîyê terk bike, yê li ser textê mîrektiya Bedlîsê rûdine Ziyaeddîn Beg ê kurê vê Xanim Sultana hanê ye. Ewlîya Çelebî, tenê navê heşt kurên wî nivîsandine: Zîyaeddîn, Bedreddîn, Nuruddehr, Şerefeddîn, Şemseddîn, Îsmaîl, Hesen û Huseyn. Mixabin em navên şeş kurên wî yên din nizanin.

Zanyarîyek din a di derbarê Evdal Xan û kitêbxaneya wî de, ji alîyê seydayê ‘Ebdulreqîb Yusif ve, di kitêba xwe ya bi navê “Bangewazek Bo Roşenbîranî Kurd” de hatîye dayîn. Ew wiha dibêje:

“Dema ku ez di geşta xwe ya li Kurdistana Tirkîyê ya di sala 1977an de li Bedlîsê bûm mêvanê Adil Beg Şerefxan, min di derbarê Evdal Xan de çend pirs jê kirin û yek jê jî aqîbeta kitêbxaneya wî bû. Min jê pirsî, ka gelo ji kitêbxaneya Evdal Xan tiştek li ber dest heye? Wî jî ji min re got ku, qasî ez dizanim û min sehkiriye, dibêjin dîwanek şiirên wî li ba kesekî xelkê Diyarbekrê yê navê wî Hesen Efendî hebûye”. Belê, agahdarîya ji malbata Şerefxan bi xwe ya di derbarê Evdal Xan de ev e.

Zanyarîyeke din jî heye û tê gotin, dema ku ew ji ber eskerê Melik Ehmed Paşa baz dide û xwe diavêje nav eşîretên Motkan û ji wir serhildana xwe didomîne, ew leqeba yan jî, navê mustear ê “Kejê Beg” bikar tîne. Pişt re cardin vedigere Bedlîsê, lê em nizanin gelo mîrektîyê ji destê kurê xwe Mîr Zîyaeddîn distîne yan na? Lê wekî me got, sê sal piştî bûyera dagîrkirina Bedlîsê, ew tê girtin û wî dibin Stenbolê û li wir îdam dikin.

Berîya ku em ji vê mijarê derbas bibin, ez dixwazim bi kurtî jî behsa vî Melik Ehmed Paşayî bikim:

Melik Ehmed Paşa, zavayê Sultan Muradê IVan ê padîşahê Osmanî ye. Wî serokwezîrtî, walîtîya Erziromê, Diyarbekrê û Wanê kiriye. Dema ku walîyê Diyarbekrê bûye, çûye ser Fermanrewayê Mizûrê yê li Amêdiyê. Di vê seferê de 700 kes ji wan qetil dike û Wêsif Xan ê fermanrewayê wê digre û bi xwe re tîne Diyarbekrê, lê pişt re ew berdide û fermanrewatîya wî cardin dide destan. Kirina wî ya duduyan, çûna wî ya li ser êzidîyên Şengalê ye. Di vê sefera xwe ya xwînavî de, li gor neqla Ewlîya Çelebî û nameya Melik Ehmed Paşa ya ji Evdal Xan re nivîsandiye, 10 hezar kes ji êzdîyên Şengalê qetil dike. Kirinên vî xwînrij û qatîlê han ên sisiyan, cardin li hemberî kurdan e û ew jî çûna wî ya li ser Bedlîsê ye. Ewlîya Çelebî li ser hejmara kuştîyên di vê talan û îşgala Bedlîsê de wiha dibêje: “Tiştek tesadufî ye, dema ku şer sekinî û kuştî hatin hejmartin, ew 1068 kes bûn, ku ev tarîxa koçî ya vê seferê jî bû”. Lê li gor qeneeta min kuştîyên di vê seferê de, ji bilî ew talan û yaxmeyên tên kirin, dikare ji vê hejmarê gelekî zêdetir be.

Em cardin ji wan nameyên ew dinivîse hîn dibin ku van hersê qetlîam û xwînrijiyên xwe li ser wesîyet û amojgerîya Sultan Murad dike. Lê sebebê herî mezin, domandina ew polîtîkaya Dewleta Osmanî ya di derbarê mîrektîyên kurdan de ye. Her wekî em dizanin, hê bîst sal bi ser lihevhatina Amasyayê ya di navbera kurdan û osmanîyan de pêk tê, derbas nabe, bêyî sebebekî ciddî, wî wextî jî ew dixwazin derbekê li mîrektêya kurd a herî bihêz û xurt a Bedlîsê bidin. Ji xwe, hê ji roja yekê ve ew li ser vê pilan û polîtîkayê dimeşin. Yanî kîjan mîrektîyên kurdan ên xurt hene, dixwazin ew çi çeng û peran bikin. Ew bêhêz û jar bikin ku di rojên pêş de ji wan re nebin asteng. Ji ber vê jî, ew mîrektîyê ji destê Mîr Şemseddînê bavê Mîr Şeref Xan ê danerê Şerefnameyê distînin û di ciyê wê de Mîrektîya Meletyê didinê. Lê wekî em dizanin, ew bi vê leyzê dihese û di nîvê rê de ji ser çûna Mîrektîya Meletyê poşmam dibe û bi sedan malbatên Eşîreta Rojkîyan û mezinên Bedlîsê re berê xwe dide li ba Şah Tehmasb ê serokê Sefewîyan. Ancax piştî pêncî-şêst salan, pişt re kurê wî Mîr Şeref Xan dikare vegere li ser kar û barên Mîrektîya Bedlîsê. Dema ku ew xwînrijî, xeddarî, ceberrudî, kerb, kîn û neyartîya wî ya ji bo kurdan û dexesî û çavnebarîya wî ya ji ew îhtîşama seraya Evdal Xan û Mîrektîya Bedlîsê têkin ser wê siyaseta Dewleta Osmanî, ev tabloya han a talankerî û xwînavî derdikeve pêşîya me.

Demeke kurt berîya ku Melik Ehmed Paşa bê li ser Mîrektîya Bedlîsê û bi Evdal Xan re dest bi şer bike, ew û Ewlîya Çelebî bi hev re dibin mêvanê Evdal Xan û ew deh roj li Bedlîsê dimînin. Di esnayê vê mêvandarîya han de, Evdal Xan ji şêl û helwêstê wî dikeve şikê û fêhm dike ku ew paşayê bi kîn û xwînrij, di derbarê wî de tiştên baş nafikire. Ji ber vê jî, dema ku Melik Ehmed Paşa ji Bedlîsê derdikeve û ber bi Wanê ve dikeve rê, Evdal Xan, ji Melik Ehmed Paşa daxwaz dike ku Ewlîya Çelebî çend rojên din jî li balê bimîne û pişt re dê ew wî bi silametî bigihîne Wanê. Mebesat Evdal Xan ji vê daxwaza mayîna Ewlîya Çelebî ew bûye, ku xwestîye di derbarê helwêsta wî paşayî ya ji bo wî û mîrektîya wî de, tiştek ji Ewlîya Çelebî hîn bibe. Ji ber ku Evdal Xan kesekî dûrbîn û zîrek bûye. Ne mimkun e ku ew ji şêl û helwêsta Melik Ehmed Paşa nekitebe şikê. Ji ber vê jî dema ku Ewlîya Çelebî jê diqete û ber bi Wanê ve dikeve rê, Evdal Xan hêdî hêdî dest bi xwe amadekina li hember rawestandin û parêzgerîya mîrektîya xwe dike.

Belê, piştî Melik Ehmed Paşa yê walîyê Wanê, vedigere Wanê, dest bi girêdana entrîka û peydakirina bahaneyên çûna li ser Evdal Xan dike. Vê jî pêşîyê bi riya tirkmenên ku li Wanê cihnişîn in û xwedîyê waridat û meqamekê ne destpê dike. Pişt re walîyê Erziromê û mîrê Melazgirdê dixe dewreyê û bi riya wan re çendîn tawan li Evdal Xan tên barkirin. Yanî ji birina talanan û heta bê bigihîje rêbirrî û sitandina bac û xeracên neheq.

Di dawîyê de ji gelek mîrektîyên kurdan ên wekî Mîrektîya Mehmûdiyan, Mîrektiya Pinyanişîyan, Begê Erziromê û Melazgirê, eskerên Diyarbekrê û. hwd…  esker berhev dike û dimeşe ser Bedlîsê. Di Seyahetnameyê de dûr û dirêj behsa vê êrîşa li ser Bedlîsê hatîye kirin, ji ber vê ez hewce nabînim li vir zêde li ser bisekinim.

Li hemberî vê, wekî me got, Evdal Xan jî destgirêdayî namîne û ew jî daxwaza alîkarîyê ji gelek mîr û begên Kurdistanê dike. Ew çend begên ku bi kêmasî di destpêkî de alîkarîya Melik Ehmed Paşa nakin û esker jî jê re naşînin ev in: Begê Şêrwanê, Hîzanê, Karniyê, Sêrtê, Zirqî û Kêsanê ne. Lê piştî şikestina Evdal Xan ew mecbur dibin tên huzura Melik Ehmed Paşa û ev paşayê han ê necamêr heqareteke gelek mezin li wan dike, li ser dexalet û rîcaya hinek mîrên Wanê ew ji kuştinê rizgar dibin.

Ewlîya Çelebî, piştî biserketina Melik Ehmed Paşa yê walîyê Wanê bi ser Evdal Xan de û di cîyê wî de danîna kurê wî Mîr Zîyaeddîn li ser textê Mîrektiya Bedlîsê, dûr û dirêj behsa girtina Bedlîsê, ew şerên di navbera herdu alîyan de diqewimin, hejmara kuştî, xezîne û kitêbxaneya Evdal Xan dike bi vî awayî didomîne:

“…Piştî ferman hat dayîn, kedxuda Wîsif, heftê axa, qazîyê bajêr bi min re hatin û em çûn nav keleyê û me muhran şikand, yên tê de bûn me ew li deveyan bar kirin û me anîn li ber baregahê dêz dêz danîn li ser hev. Cardin ez, kedxuda Wîsif, muftî, melayê bajêr û axayên li wir ketin hindurê mala Xan û me derîyê odeyên wê vekirin, bi agahdarîya Zîyaeddîn Xan, xezîne, cebirxane û eşyayên tê de me derxistin ji derve û li sed û pêncî deveyan bar kirin û me ew wekî girekî li ber baregehê danîn. Pişt re me ji bo beşdarîya wan di vê xeracê de bangî fermande, esker û xelkê kir. Di riya wê deştê de heşametek ewqas zêde xelk berhev bû ku serekî wê ne dihat dîtin û wekî deryayê lê hatibû”.

Ewlîya Çelebî yekûyek lîsteya ew serwet û kitêbxaneya Evdal Xan bi destê xwe girtîye. Ez dixwazim gelek bi kurtî jî be ew agahdarîyên Ewlîya Çelebî yên di derbarê ew serwet, dewlemendî û kitêbxaneyê di Seyahetnameya xwe de dane, li vir behsa wan bikim.

Yanzden sandoqên çargoşe, ku yek ji diranê fîlan, yek ji darê abanosê, yek ji yenîdinyayê, yek ji mercanê sor… û yek ji diranên masîyan çêkirî bûn, me ew anîn. Me li ber çavê hemî kesî muhrên wan vekirin. Di her yek ji wan sandoqan de deh kitêbên binirx û bayexdar hebûn, ku ji alîyê xweşnivîsên bi nav û deng ve hatibûn nivîsandin û bi awakî wisan tê de hatibûn bi cih kirin ku her yek ji wan kiribûn perçekî antîke yê bê emsal… Di nav kitêban de yên wekî Şahname, Gulistan, Şerefname û çend dîwanên şiir hebûn, ku piranîya wan bi destxetê Zîyaeddîn Xan û muhra wî li ser bûn. Dema ku Xan ew dîtin, çavên wî tijî rûndik bûn. Dema ku Paşa ew bi vî awayî dît, jê pirsî: “Kurê min ez dibînim rûndik ji çavên te tê. Tu ji bo çi giryayî? Nebe ku ev sandoqên han ên te bin?” Xan gotê: “Belê hemî yên min in, ne yên bavê min in. Çunkî piranîya wan min bi xwe nivîsandine û muhra min li ser in”. Di cih de Paşa emir kir ku ew çardeh sandoq û pêştext bi kilîdên wan ve ji Zîyaeddîn Xan re bên dayîn…

Hevdeh cild Quranên nexişkirî yên bi destxetê Yakûtî Meste’serî, Ehmedê Qerehîsarî, Şêx Bayezîdê Welî, Şêx Qere Mihemmed, ‘Ebdullayê Qirimî, Xalid Efendîyê Ûskûdarî, Demirçî Hesen Çelebî yên şagirdên Qere Hîsarî ku ji şah û sultanan re hatibûn nivîsandin. Hezar û sêsed cild tefsîr û kitêbên bi qîmet ku li ser kaxezên baş yên Xetayî, Dîmeşqî, Semerqendî û Ehmedawayî hatibûn nivîsandin. Heftê cild tefsîrên pîroz ên wekî tefsîra Sebrî Teberî, Deylemî, Feyzûllahê Hindî…, tefsîra Ebû Leysê Semerqendî, Şêx, Bexewî, Qazî û Ebû Suûdî Silêmanî, yek ji wan li ba Şeyxulîslaman jî peyda nedibûn. Hezar û sêsed cild kitêbên hedîsên pêxember. Ji bilî Qedûrî, Multeqa, Keşşaf, Qehistanî û Mela Camî, tecqîdê bi helbest hatî hunandin ên Şatibî û Herîrî û bi kitêbên ferheng û yên din… Hezar cild destxetên awa awa ji Xemseyî Nîzamî, dîwana Hafiz, Ûrfî Gulistan, Bostan, Nî’metullah û dîwana Mela Camî, Teskerû’l-Şû’erayê Hesen Çelebî, Tezkereya Lutfî, Dîwana Sayîb, Dîwana Baqî, Dîwana Nef’î, Nîsarî, Enwerî, Xaqanî û gelek kitêbên din ên bi neqşan xemilandî. Dused û şêst perçe Beyaz ku her rûpeleke wê bi sed quruşan hatin firotin. Destxetên xweşnivîsên kevin. Hinek ji wan Beyazan şeşsed rûpel bûn ku hemî destxetê serdema Sultan Bayezîd ên wekî Şêx Ehmedê Qerehîsarî, Bekrî, ‘Ebdullahê Qirimî, Hesen Çelebîyê Uskudarî, Hesen Çelebîyê Qerehîsarî, Xalid Efendî, Huseyn Efendîyê Mudîrê Mekteb, Wûsif Efendî, Qere ‘Elî Çelebî, Mentiqî Çelebî, Derwêş ‘Elî, Suyulçîzade, Hakimîzade û Tekneçîzade, ku her yek ji wan ji pênc heta deh perçe destxetên wan tê de bûn…

Li gor Ewlîya Çelebî, ew kitêbên ku muhra Evdal Xan li ser bûne, barê heft deveyan bûne. Di nav van de, heftê û şeş cild kitêb û sed û pênc kitêbok ji alîyê Evdal Xan bi xwe ve hatine nivîsandin. Di Seyahetnameyê de bi dûr û dirêjî behsa nav û nivîskarên gelek ji wan kitêban hatine kirin, lê ne mimkun e ku di çarçoveya maqalekê de behsa tevan bê kirin.

Ji bilî kitêban, komeke nedîtî ku ji sêsed û heştê perran pêkhatibû û her yek ji wan jî ji alîyê kolînerên bi nav û deng ên cîhanê ve hatibûn amade kirin û muhra wan li ser bû…

Sêsed û heştê perçe şûrên deban, cewherdar û me’denên giranbiha yên bi kalanên wan ve ku hemî ji polaya şêxanî, meqrawî, senqorî, esedî, cîsqayî, dawudî, hindî, îsfehanî, şamî, misrî, sitenbola kevin, frengî, elmanî û selanîkî hatibûn çêkirin û xasîyetê wan di dema bilindkirina li ser milê dijmin de derdiketin…

Sê sandoq tijî xencerên bi nav û deng ên Kurdistanê bi kalanên wan ve û hinek jî tazî.

Du hezar mertalên helebî, ‘entaqî, misrî, daxistanî û diyarbekrî yên ji hesin hatibûn çêkirin…

Hezar û hefsed lib kopalên bexda û besrayî yên serê wan bizmar ên awa awa…

Dused lib perwaneyên derve yên destkirê hostayên wekî Hacî Recebê Prûseyî, kurê Xeyrîyê Gelîbolu, Mihemmedê Galeteyî, Wîsifê Misrî, Canî Şîrazî, Xanqolî Şîrazî, Yarwelî Şîrazî, Hosta Omerê Romî, Hosta Qurdî Misrî, Mîrzacanê Belxî…

Sed hezar awa awa tîrdang, tîr, sertîr, rim û serrim ku her yek ji wan yadgarê welatek û serdemek bûn…

Hezar lib tivingên rengdar ên hê gulle tê de nehatibûn avêtin. Her yek ji wan ji welatek hatibûn û li fabrîqeyên cihê cihê hatibûn durustkirin…

Sandoqeke mezin hat vekirin ku bi hezaran laçikên bîhnxweş, xawlîyên renga reng, mêzerên birîşî û perdeyên tenik tê de bûn. Di nîvê wan de jî sandoqek biçûk a sedefkarî derket ku ji heft milan ve qifil û muhr kirîbûn. Hosteyan xwestin ew vekin, lê xelkê Bedlîsê razî nebûn, lê wanîyan pê dan erdê û gotin, çi dibe bila bibe gerek e ew bê vekirin. Bi naçarî hat vekirin. Lê ya hat dîtin tiştekî seyr bû. Xwedê biparêze! hefsed lib le’lê bidexşanê avdar, sêsed lib yaqutê sor, zer û hişîn, sê hezar lib pîrozeyê nîşanporî(?), heft pîyaleyên şerbetên pîroz, heft fincanên pîroz, sê fincanên zumrût,, soravdanek zumrût…Di qutîyek a rexê vê sandoqê de dused û çil û pênc lib elmas derketin ku hemî mor bûn. Di qutîyeke zer de heftê lib elmasên netelaştî hatin dîtin ku wekî ronahîyê dibiriqîn û diçilwilîn. Mirovên maqûl û xelkê bajarê Bedlîsê şahidî dan û sond xwarin ku ji beyana sibê heta niha, hemî ew tiştê kêşane li vir û ew hemî mucewher yên Xanim Sultana keça Zal Paşa ye û wê ew wekî cihêz ji Edilcewazê bi xwe re anîne û niha jî kilîdên wan li ba wê ne. Paşa li ber çavê hemî maqûl û giregiran ew hevdeh sandoq dan destê ‘Ember Axa yê mamostayê Xanim Sultan ku jê re bibe. Li ser vê hawar bi axayên Wanê ket û gotin: “wezîrê mezin, ew pere û zerar û ziyanê me yên li ser Xan in, eger tu van bideyî wan dê ew pereyê zîyanê me ji ku derkeve?” Paşa got: “Eger hemî pereyê we derneket, ez ê li ser temam bikim”. Axa tevan ji Xanim Sultan re birin.

Piştî şandina van sandoqan, hinek tişt û miştên kêmqîmet jî hatin firotin û mezad hat rakirin. Ev mezata han çar roj ajot…

Êvareke dereng ku dinya hinek bêdeng bû, ji alîyê Xanim ve deh boxçe tijî qumaşên hewrîşim ên bi qîmet, kiras, hevalkiras, sê kîse tijî ji kevirên bi qîmet, taceke niqîmdar û heft kewayên cewherdar ji xanima Paşa re. Çil lib yaqût, sed lib le’lê bedexşanî… Bi vî awayî ji xanima Paşa re di nav qutîyeke zêrîn de bazin, xirxalê erebî yê niqîdarî yê awayî xorasanî û şeş lib guharên keyanî… û gelek tiştên din ji Paşa re hatin. Paşa ew wergirtin û ji ‘Enber Axayi hilgirê van dîyarîyan re got: “Çi pêwîst bû Xanima keça min van dîyarîyan ji min re bişîne. Min tu qencîyek li wan nekirîye. Heq bû ev tişt ji Xanê kurê Xan re bihatina dayîn. Çunkî yê çirahilgirê min ew e. Lê înşaallah dema ku ez vegerim Stenbolê, ji bo toleya van ez ê wisan bikim ji Sultan biryara dayîna xaseya baca Mûşê jê re dîyarî bê dayîn. Li ser navê min silavan lê bikin”. Xelatek ji simûrê jî da ‘Enber Axa.

Piştî ev neqlên ji alîyê Ewlîla Çelebî ve ya di derbarê serwet û kitêbxaneya Evdal Xan ve tên kirin, behsa vexwendina roja dawîyê ya ku ji alîyê Xanim Sultan ve tê kirin, dike. Ev vexwendina Xanim Sultan, li gor bawerîya min, tê wê me’neyê û ew jina zîrek û zana dixwaze bi Melik Ehmed Paşa bide zanîn ku, belê Evdal Xan bi ser neket û ew di vî şerî de şikestin, gelek serwet û hebûnên wan û bi hezaran mêrxwasên wan hatin şehîdkirin, lê bi ser van tevan de em hê li ser pîyan in û hê em di wê taqet û mecalê de ne ku em sofreke mîrane ji paşayekî Osmanî re pêşkêş bikin.

Lê sed mixabin ew nêrîna li jorê ku min atfê Xanim Sultan kirin, wisan derneket. Piştî vê talan û îşgala Bedlîsê, bi awakî fîîlî nebe jî, ew îdareya Mîrektîya Bedlîsê wekî berî di destên mîrên wê de namîne. Ew îhtîşam û mezintîya vê mîrektiya kurd çi çeng peran dibe û ronahîya sitêrka wê ya geş ber bi temirînê ve diçe û ew di sedsala 19an de, wekî bi dehan mîrektîyên din ên kurd, bi temamî ber bi nemanê ve diçe û namîne.

Berîya ku bi kurtî be jî em dawî bi wan agahdarîyên di derbarê Evdal Xan û Mîrektîya wî ya Bedlîsê de me dan, bînin, ez dixwazim li vir tespîtek ku gelek girîng e, bi xwendevanên hêja re parve bikim. Ew jî ev e:

Wekî em dizanin, şairê bi nav û deng, birêz û xwedîyê ruh û hestê kurdayetîyê Ehmedê Xanî di medreseyên Bedlîsê de xwendîye. Ev salên wî yên xwendinê ku li Bedlîsê derbas bûne, 30-40 sal piştî vê bûyerê ne. Hakeza em cardin dizanin seydayê Ehmedê Xanî di medreseyên Xoşebê yên merkeza Eşîreta Mehmûdîyan de jî xwendîye. Wekî me dît, di nav wan mîrektî û eşîretên ku bi Melik Ehmed Paşa re tên ser Mîrektîya Bedlîsê, ya herî xurt Mîrektîya Mehmûdîyan e. Wextî em van bigrin li ber çav, ne mimkun e ku bi awakî gelek fireh seydayê Ehmedê Xanî ji van bûyer û kirinan agahdar nebe û netîceyên ew karesatên ku qewimîne ji devê mîrekên van mîrektîyan û ji xelkên rêzê de seh nekiribe.

Vêca kesekî wekî Ehmedê Xanî ku di gelek waran de xwedîyê zanyarîyeke fireh, dûrbîn û cîhannas bûye, tesîra ew bûyerên qewimîne li ser çênebibe. Ji ber ku di dema wî de Osmanî li enîyên(cepheyên) rojavayê ber bi şikestinê ve diçin, şerên di navbera mîrektîyên kurdan de xurt dibin û heta derecekê bi alîkarîya wan mîrektîyan, mîrektîyên din ên kurd tên jarkirin, heta hinek ji ortê tên rakirin. Bi ser van tevan de nehatina wan li ba hev û bêtifaqîya di navbera wan de, ev rêzên şiirên xwarê bi Ehmedê Xanî dane nivîsandin:

 

Qet mimkun e ev ji çerxê lewleb

Tali’ bibitin ji bo me kewkeb

 

Rabit ji me jî cîhan penahek

Peyda bibitin me padîşahek

 

Ger dê hebûya me serfirazek

Sahib keremek suxen newazek

 

Mehkûm eleyhî û se’alîk

Mexlûb û mutî’ê Tirk û Tacîk

Ger dê hebûya me îttîfaqek

Vêkra bikira me înqiyadek

 

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet

Teshîl-i dikir me ‘ilm û hîkmet

 

Belê ez di dawîyê de vê dibêjim: ez hêvîdar im ku rojek ji rojan em di nav arşîvan de rastê qet nebe hinek ew serwet û kitêbxaneya Evdal Xan bên. Ji bilî vê ez pêşnîyarek jî dikim ku, dema firset bidest bikeve, ew kolan û caddeyên bajar û bajarokên Kurdistanê yên navê vî Melik Ehmedê han ê qatîl, xwînxwar û zalim li ser in, rojek zûtirîn bên guhertin.

Ziya Avcı

Etiketler: / / / /

İsmet İnönü’nün Kürt Raporu
Erzincan Kürt merkezi olursa Kürdistan’ın kurulmasından korkarım. Van ve Erzincan’da acele olarak, Muş ovasında tedricen ve Elazığ ovasında kuvvetli Türk...
Ah Tamara…
Van’daki Akdamar Adası’na da ismini verdiği rivayet edilen Akdamar efsanesi, zamanında bu adada yaşayan baş keşişin güzelliği dillere destan kızı...
Xelil Xeyali’nin Kürt Dili Üzerine Görüşleri
“Yayın yöntemi”ne ilişkin görüşü ikinci yazıya bırakmıştım. Fakat bu yönteme ilişkin ayrıntılı bilgiler vermeden önce onun temelini oluşturan bazı işlerden...
Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde Kürt Şehri Bitlis
  Wilhelm Köhler/Kitap  17. yüzyılda Osmanlı İmparatorluğu’nun egemenliği altında bulunan geniş coğrafyada sürüp giden yaşamla ilgili bugün elimizdeki en önemli...
Bitlis Beyliği’nin Statüsü,Rolü ve Önemi – Araştırma
Mela Mahmud Beyazidi; “Yabancı devletler, Kurdistan’ı işgal edebilmek için, herşeyden önce, Bitlis Beyliği’ni zapt etmeye yeltenmişlerdir.”        ...
1838’in Bitlis’i ve Southgate’in Kürd Şerif Bey ile tanışması
Bu çeviri, Amerikalı Misyoner rahip Horatio Southgate’in 1838 – 1839 yılları arasında Bitlis’ten geçerken tuttuğu notların İngilizce aslına sadık kalınarak...
Said Nursi’de Özgürlük Söylemi
  Gençken içine girdiği ilim dünyasında özgürlüğü bir hayat biçimi olarak benimsemiştir. İlk hayatı hocaları ile olan serüvende onun düşüncelerini...
Kırd,Kırmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri
Bazı illerde ise denebilir ki sadece birer ilçenin sınırları içinde Dımıli lehçesi konuşulur. Semsûr’un Alduş (Gerger), Ruha’nın Sêwreg (Siverek), Bedlis’in...
Kerkük Kan Ağlıyormuş
“Kerkük, Kürdistan´ın bir parçasıdır. Oradaki Türkmenler, Kürtlere sığınmış muhacir ve sığınmacılardır. Kerkük, Azerbeycan´da bir kent değil ki Türk´ü kan ağlasın....
Şekerci Hanı ve Said-i Kurdi’nin Dünyası
  Bediüzzaman Saidê Kurdî Henüz 30 yaşlarında Van’dan İstanbul’a gidip Fatih’te bulunan Şekirci Hanı’na yerleşiyor. Ve odasının kapısına bu yazıyı...
Pîyesa ‘Bîdlîs’ ya Wîllîam Saroyan
Ehmed Kurd nîne, ji hindikayî (kêmhejmaran) ye, ango ji tirkan. Lê ferqa wî ew e ku xwediye loqonteyek e. Ji...
Vasa’yı kurtarmak, Hasankeyf’i öldürmek
On milyonluk nüfusu ile bir İskandinav ülkesi olan İsveç’te 1700’e yakın müze bulunmaktadır. Bu müzelerden dünyanın ilk açık hava müzesi...
Tarihte Kerkük ve Kürtler
  Kerkük tarihine kısaca bir bakalım; Arkeolojik kazılar sonucunda Kerkük’te 28 bin yıl önce Neandertallerin yaşadığı kanıtlanmıştır. Şehir bir çok...
Yol Ayrımı; Askeri Uçak ve Milletin Özgür İradesi
  Irak, denilen devlet 1926 yılında Gertrude Bell’in Kral Faysal ile misterik aşkının imkansız çocuğu olarak dünyaya geldi. Irak bir...
Lozan, Ankara ve Sevr Antlaşması
    Türkiye Lozan ve Ankara kartını Uluslararası topluma ve Kürtlere gösterirken, Sevr antlaşmasından neden söz etmez? İşte, Lozan, Ankara...
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ