Bitlis Düşünce ve Akademik Çalışma Grubu
$ DOLAR → Alış: 4,71 / Satış: 4,73
€ EURO → Alış: 5,46 / Satış: 5,48

Hakkı Uzar Anısına…/ Mirina Te Zayînek e!

Hakkı Uzar Anısına…/ Mirina Te Zayînek e!
  • 19.11.2015
  • 2.325 kez okundu

hakki1

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Roja Tu ketî, min lawjeya xwe ya pêşîn nivîsî; ji Îzmîrê ta bi Bidlîsê. Sal 1977-an, roj 10-ê Tebaxê bû. Ji wê rojê şûn de, tukes ji me êdî ne heman kes bû. Dijmin yê qenc hildibijêre, dikûje, gotin mezinên me. Tev bajar; bi zar û zêçên xwe, bi kal û navserên xwe, gundî, bajarî, êşîr, şêx û mirîdên xwe, şîn girt; çil roj û çil şev.

Roja Tu ketî, min lawjeya xwe ya pêşîn nivîsî; ji Îzmîrê ta bi Bidlîsê. Sal 1977-an, roj 10-ê Tebaxê bû. Ji wê rojê şûn de, tukes ji me êdî ne heman kes bû. Dijmin yê qenc hildibijêre, dikûje, gotin mezinên me. Tev bajar; bi zar û zêçên xwe, bi kal û navserên xwe, gundî, bajarî, êşîr, şêx û mirîdên xwe, şîn girt; çil roj û çil şev. Bi kuştina te devên kilîtkirî yên pîr û kalan vebûn; çîrokên kewnar ên leheng û dramên bajêr vegotin ji zarokan re. Em fêr bûn; em çawa “mezlûm û mehrûm” bûne, çawa ji şaristana xwe dûr ketine.

Tev sosretî û nakokîyan di nasnameyên me de bi mirina te re zelal û eşkere bû. Mezin ji bo me ji xezaban biparêzin, rastiyan ji me vedişêriyan. Navê te bû mifte yê ku kîlîda zingargirtî ya dîroka serbilind vekir. Bavên me cara pêşîn secereyên nifşan yên malbatê derxistin ji binên sendoxên bi kilîdên zingarpêketî.

Birayê te yê mezin, li ser gora te got; Ew bû şehîd, hezaran dê di pey wî de bên”, wer jî bû; zarok êdî, dema leîstîka şûr û mertel dileîstin, navê te li xwe dikirin. Ew roj te zora tev leheng û qehramanên heyî birîbû, di çavê zarokên bajêr de, êdî ne Koçeroyê hikûmdarê çîyan, ne lehengên mîtolojîk ên wek Rûstemê Zal, ne jî lehengên sexte ên pirtûkên dersên dîrokî yên dibistana dewletê mabûn, êdî yek leheng hebû, ew ji me û wek me bû; lewendê Bilîsîyan, şervanê bi eqil ê Rojkiyan, mêrxasê ji demên kevnare û esîl!

Bi te mêrxasî ji nû ve bû malê bajêr.

Kolanên bajarê xwe digerî cara dawîn, tu ji miletê xwe xatir dixwazî, ji mizgefta Xatunîye derdikevî, bi hezaran camêrên ciwan ên miletê te, yên ku di destên xwe de xwezî û daxwazên xwe bilindkirine; “DDKD”, “”Rizgarî”, “Rêya azadî”… bi navê te sonda xwe dubare dikin. Ji her derê ku tu jê derbas dibî, ew der birîna xwe dide der, wek kisepis belav dibe; “şervanên kurd ên serhildana Bedlîsê li vir hatine gulebarankirin”, em ji Şerî Begê derbas dibin; “ala serhildana Mele Selîm li vir daliqandine”; ji megdana bajêr bêhna şewatên pirtûkên Ebdilxan tên. Kisepis belav dibe; “Xalidê Cibrî li vir hatiye girtin”, “Yusuf Ziya li vir.” “Zîya Şerefxanoglu van rojan bi dizî hatiye bajar û cardin ziviriye, dibêjin.

Xuşexuşa Çemê Bedlîsê te dilorîne, bêdengîyê diqelişîne, karwana pakrevanên rojikî hatiye peşwaziyê te bike, wa binêr; Mîr Şeref, Mîr Brahîm, Mîr Şemseddîn, Şerefxanê Bîdlîsî… Giyana te digel giyanên wenda û ji bîr kirî yên sedsalane bûye yek, banga vegera ser sergewezî û esilberziyê dike. Mirina te destpêka jiyaneke nû bû; Bi mirina te ciwan rabûn ser pîya, ji bav û kalên xwe re ji tirsê xerabtir tişt tune ye, gotin, koletiyê qebil nekirin, bedelên wê dan.

Ên te kuştin, bajarek hişyar kirin.

Ji bo ku sedema kuştina te têbigêhên zarok dest bi xwendina “Şerefnamê” kirin, ji mekteba kurdawerî ya hişmend a Xelîl Xeyalî re bûn şagirt, giyanberzîya Kemal Fevzî, dilmeziniya Îhsan Nurî, camêriya Xalidê Cibrî ji xwe re kirin rêzan.

Du sal paş mirina te, digel wêneya te ya delal û çar herfên rêxistina te ya ku Dewletê ew wek Dimrim, Dikûjim, Kurdistanê Distînim, deşîfre kirîbû li heman kolanan çil hezar xort bi şapîkên sor di roja Yekê Gulanê de derbas bûn, bajar bi stranên te yên hezkirî zingezing dikir, ji bilindgoyên bajêr, pirsa “Kîne Em” olan dida di çiya û nevalên welatê te yê birîndar de.

Belê, min lawjeyek nivisîbû ji bo Te, wê gavê, di kefteleftên zemana borî de, jê di bîra min de çi maye;

Xanê Şerefê, wa, me şervanekî te anî,

Hosteyno, kevireke nû deynin li Qelha Bilîsê;

Me cangoriyek nû da; navê wî Heqqî.

(Rojkî dibêjin, ji bo parastina Mîrektiya Bedlîsê –Bi qasî kevirên Qelheya Bedlîsê, xortên Rojikî serên xwe dane. Bi qasî kevirên Qelheyê Rojkî cangoriyan dane ji bo parastina wê)

Di sala 1977-an, meha 10ê Tebaxê de, li Stenbolê, Esenlerê, xwendevanê sinifa dawîn a Dibistana Bilind a Yildiz Mîmarî û Mihendisîyê Heqqî UZAR, ji aliyê kesên çekdar, di dema ku diket bînaya Belediyeya Esenlerê li yê ku kar dikir, bi gullebarandinê hate kuştin.

Ew 25 salî, ji Bêdlîsê bû.

Di salvegera mirina te de Tu nehatiyî jibîrkirin!

Niviskar / Yaşar Abdulselamoğlu

”Kürt Sorunu” Kiminle Başladı?
24 Haziran seçimlerinden ötürü sık sık Kürt şehirlerinde halka ‘Sorunu onlar başlattı.Biz bitirdik’ propagandası yapılıyor. AKP’nin CHP’ye yönelik propaganda temelini...
1511’de Destan Yazan Rojkiler
  Bitlisli Emir Şeref Xan Fars ülkesinde zindandadır. Onu kurtarmak için Bitlisli Rojki Aşiretinden özel bir süvari birliği yola çıkar....
24 Haziran 2018 Seçimleri, Siyasi ve Toplumsal Durum
Sosyolog Yaşar Abduselamoğlu’yla 24 Haziran 2018’de düzenlenecek olan Cumhurbaşkanlığı ve 27. Dönem Milletvekili seçimlerini konuşmaya devam ediyoruz…      ...
Bir Bilge Kürd’ün ‘Delirişi’
  Karanlığa hapsolmuş, üzerinden büyük bir şehrin vefasızlığı geçmiş; Yüreğimiz de yaşattığımız o kahramanlara…            ...
Kürtler, Seçim İttifakları ve  Türkiye Seçimleri
    Sosyolog Yaşar Abduselamoğlu’yla 24 Haziran 2018’de yapılacak olan Seçimleri konuşmaya devam ediyoruz…            ...
Bitlisli Musa Bey ve Misyonerler Hadisesi
1883 yılında vuku bulan ve Amerikan Misyoner Heyeti’nin İstanbul Merkezi raporlarıyla da doğrulanan olayın detaylarını, 1913’ün Nisan ayında Bitlis, Tatvan...
24 Haziran 2018 Seçimlerinde Kürtlerin Tutumu Ne Olacak?
  24 Haziran 2018 Seçimleri yaklaşırken kamuoyu Kürt siyasi partileri ve Kürt toplumunun seçimde nasıl bir tavır alacağını merak ediyor....
Derbarê Zaro Axa de Reklamek (1928)
  Li havîna sala 2001ê gava min geştekê li Amerîkayê kir, min serdana Dr. Vera Beaudin Saîdpourî kir. Li sala...
Kürd Kara Fatma, Kasım 1887’de dünya basınında (II)
    İngiliz Pall Mall Gazette adlı Londra merkezli gazetenin İstanbul muhabiri, Kasım 1887’de dünya ajanslarına ’KARA FATMA, AMAZON –...
Kürd KARA FATMA İstanbul’da (I)
Bu çeviri, 22 Nisan 1854 tarihli The Illustrated London News Gazetesi haberinin aslına sadık kalınarak yapılmıştır. 1853 – 1856 Kırım...
Osmanlılardan Önce Batı Anadolu’da Devlet Kuran Menteşeoğulları’nın Kürtlüğü
  Bu çalışma, Türklerin ‘Menteşe Beyliği’, ’Menteşeoğulları’, ya da ‘Menteşe Emirliği’ diye adlandırdığı beyliğin kurucu ve yönetici hanedanının etnik kökenine...
Bitlis Ayaklanması – Tarihi Araştırma
  Jön-türklerin iktidara gelişlerinin ilk yılları, Türkiye Kürtlerinin toplumsal ve siyasal yaşamlannda meydana gelen canlanmayı gösterir.        ...
1914 Bitlis Kürd İsyanı Öncesi ve Sonrası Mektupları
  Bu çeviriler, Bitlis İsyanı sırasında, şehirdeki Holyoke Amerikan Ermeni Kız Koleji’nde 1915’e kadar görev yapmış rahibe Mary D.Uline ve...
Bitlis İsyanı Sonrası Son Demler
  Hz. Peygamber (s.a.v.) ”Haksızlık karşısında susan dilsiz şeytandır.” der. Haksızlık hangi dönem kim tarafından yapılırsa yapılsın, haksızlığa karşı sessiz...
Kürd Mona Lisa – Keça Kafroş
Özellikle Irak Kürdistan Bölgesi’ni ziyaret edenler, hemen hemen her evin bir odasında genç bir kız tablosunun asılı olduğunu görmüşlerdir. Genellikle...
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ