Bitlis Düşünce ve Akademik Çalışma Grubu
$ DOLAR → Alış: 3,86 / Satış: 3,87
€ EURO → Alış: 4,55 / Satış: 4,57

‘Ittîhat û Terakkîya’ Kurdan: KAK (Koma Azadîya Kurdistan)

‘Ittîhat û Terakkîya’ Kurdan: KAK (Koma Azadîya Kurdistan)
  • 19.11.2015

kurdi

 

 

Faris Medeni Marsil

neynik@kurdinfo.com – Netkurd

 

 

 

 

Wexta di sala 1965ê de PDKT(Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê) li Diyarbekirê li Gazîkoşkê ji aliyê 5 kesan ve (Saîd Elçî, Şerafettîn Elçî, Derwêş Akgul, Şakir Epozdemir û Omer Turan) tê avakirin û di çerçeweyeka teng de dihê zanîn, xwendekarên Metropolê bi taybet jî li Anqerê û Stenbolê zêde bala wan nakşîne; ji xwe xebateka partiyê jî di nav wan de tuneye. Ew dem, dema çepîtîyê ye û îdeolojîya sosyalîzmê di rewacê de ye; xwendekar û ciwan zêdetir meyla wan li ser vê rêçê ye.

Piştî wê salêkê, hin xwendekarên zanîngehên Anqerê dikevin nav hewildanekê ku rêxistinek ava bikin ew 6 -7 kesên ku rêxistina KAK ava dikin yek ji wan jî îro nizane tam tarîxa rêxistinê kijan roj, meh heta sal e. Hinek dibêjin 1966 hinek jî dibêjin 1967. Mixabin beyanên ku ji alîyê rêxistinê ve hatine derxistin jî di bin de tarîx nehatîne nivîsandin .

Rêxistina KAKê Ahmed Kotan (Reşo Zîlan), Hîkmet Buluttekîn(Çeko), Alî Beykoylu, Mûsa Çadircî, M. Alî Dînler (28.02.2012 mir), Mesûd Uysal û M. Sîrac Bîlgîn avakirine. Lê li gor Reşo Zîlan dibêje, ji bo bêdîspilîniya wî, M. Sîrac Bîlgîn di destpêka avakirinê de ji rêxistinê hatiye dûrxistin.

Ew kesên damezrînerê rêxistinê ne hemû li ser vê yekê hemfikirin ku çalakîya rêxistinê ya herî bi nav û deng û olan daye beyana wan ya “Va ye meydan, ka kî kê diqewirîne!” ye.

Piştî ku yek ji nasyonalistê tirk bi navê Nihal Adsiz di kovara “Ötüken” a hejmar 40, 1967an de li hemberê kurdan nivîsarek nivîsandiye û tê de gotiye; “Bêyî ku serê miletê tirk bixin belayê û ew jî ku naxawazin ji ortê rabin bila cihenem bibin biçin. Kuda diçin bila biçin, çavên wan kuderê dibîne, dilê wan kuderê dixwaze bila herin li wê. Bila herin Îranê, Pakistanê, Hindîstanê, bila herin ba Barzanî. Bila serdana NY bikin da li Afrikayê ji xwe re welatek bibînin. Bila zanibin miletê tirk gelek bi sebir e lê wexta aciz bibin wek Şêrê Kaxan in kes nikare li ber wan bisekine ger ew nizanin vê yekê bila ji nijaddaşên xwe ermeniyan bipirsin da aqil bihê serê wan…..”

Ew dem dema belavok û telgerafan bû. Gava hukmet ya jî yekî faşîst û dijminê kurdan beyan li hember kurdan didan xwendekarên kurd ji wan re nerazîbûna xwe bi telgreaf şandinê nîşan didan.

KAK li dijî vê beyanê bi navê ‘“Va ye meydan, ka kî kê diqewirîne!”’ beyaneke ji aliyê Ahmed Kotan(Reşo Zîlan), Ali Beykoylu, Hîkmet Buluttekîn(Çeko) û Mûsa Çadircî ve li ser navê KAK(Koma Azadiya Kurdistan) tê nivîsandin bi vê beyanê dixwazin bersivek bidin.

Lê rêxistin difikire ku ew nehinî ye û wexta ev beyan li ser navê xwe belav bikê dê tesîra wê zêde tunebe û ji tercubeyên berê jî sûd werdigrin, ew biryarê didin ku li ser navê wargeh û komeleyên xwendekarên ku li ser bajar û qezayên rojhilat (Kurdistan) li Anqerê hatine avakirin belav bikin. Li gor Ahmet Kotan ew têkilî bi hin mezinên kurdan re datînin; ew û Çeko belavokê dibin nîşanê Tarik Ziya Ekinci didin.

Haya Tarik ji nivîsa ku di kovara Otekenê de derketiye tuneye lê belavoka ku KAK amadekiriye û îmzeyên 19 rêxistinên komeleyên cuda yên Rojhilat di bin de heye gelek kêfa wî tîne û dibêje bi lez em vê beyanê belav bikin. Bi belavbûna beyanê dengek baş derdikeve û olanek baş peyda dibe.

“Va ye meydan, ka kî kê diqewirîne!”

“Faşîstên hişkonikî û çavsor ku dixwazin li vî welatî bizrê dubendîyê biavêjin/biçînin di van demên paşî di kovareke bi navê Ötüken de digel biryarên dîyar û qutubirr yên qanûna bingehîn jî dîsa hemwelatîyên ku bi nîjada xwe ya teybetî li rojhilatê dijîn kêm dibînin û piştî jîyana bi sedsalan li ser erdê xwe, bêperwa li qewirandina wan ji ser axa wan dixebitin.”

Em li serxerifîyekî super ku bi zanebûn dixebite bira ji bira re bike dijmin, gef li hemweltîyên rojhilat dixwe û dibêje: “— Berî ku serê miletê Tirk têxin belayê û ew jî tune nebin bila biqeştin herin: Bi ku ve? Çavên wan kurê dibîne, dilê wan ku derê dixwaze bila herin wê derê. Bila herin ÎRANê, PAKISTANê, HINDISTANê yan jî herin cem BARZANÎ. [Yan bila] serî li YEKîTîYA NETEWEYAN bidin û li AFRîKAYê ji xwe re cihwarekî bixwazin. [Çunkî çendî ku] nîjada Tirk zêde bi sebir e jî, lê gava dewê wê bipişpişe/hêrsa wê rabe bila ji hevnîjadê xwe yên ERMENî bipirsin û fêr bibin ka ew çawan mîna şêrê mezin in ku li ber wan nayê tebatkirin, da hişê wan bê serê wan”, diqîrîn:

“Kî kê tune dike? Kî serê kê dixe belayê? Û kî kê diqewirîne?

Tu hêz û quweta ku karibe wan kesên ku ji kevntirîn çaxê tarîxê ve li ser vê erdê jîyane ji ser vê axê biqewirîne ne bûye û ne jî dibe. Bi rastî yên ku divê bên qewirandin ew xeyalperest in ku amanca wan berîhevdana gelan e.

Weke ciwanên rojhilat em naxwazin ku doza kurdî bi qurnazîya/fêlbazîya guran mîna doza wîlayetên rojhilat yên Turkîyeyê bidin pêş. Di nav sedemên bipaşvemana rojhilatê de em li hemberî bîrûbawerîyên bikaranîna cihêtîyên NÎJADÎ, ZIMANÎ, DÎNÎ û MEZHEBî yên navbera hemwelatîyan ku ji bo berdewamîya mêtingeyîyê wan dabeşî ser berên/birrên dijminîyê dikin, radiwestin. Em [evên navên wan li jêr] mêtingeyîya manewî ku di qada sîyasî de xwe mîna FAŞÎZM, NÎJADPERESTÎ û UMMETXWAZÎYÊ nîşan dide bi bîzî red dikin û li Tirkîyê diruşma me di nav çarçoveya qanûna bingehîn de damezrandina yekîtî û biratîyê ye.”

Ji bilî vê jî ev kesê han ji bo sererastkirina hemwelatîyên me yên cengene û ji bo bidestxistina ”merivên spehî ji hemwelatîyan” difikire ku wan cihhêlî Hekarîyê nav ”50 000” kurdên bipaşvemayî bike da asîmîle bibin. Divê bê zanîn ku HEKARÎ ne hebisxaneyek, ne tîmarxaneyek û ne jî islahxaneyek e. Ji bo Tirkiyeyê STENBOL çi be HEKARÎ jî ew e, [îcar] yên ku bên islahkirin ji cengeneyan bêhtir serê pêşî ew in ku van ideolojiyên terribî diparêzin û ew jî dê li BAKIRKOYê bên islahkirin. (wergêra ji tirkî: Emin Narozî)

Komeleyên ku Şanenav danîne/imze kirine:
Komeleya xwendekarên perwerdeya bilind ya Agrîyê şaxê Ankara
Komeleya xwendekarên perwerdeya bilind ya Batman Petrolê
Komeleya Kultirî ya Bîngolê
Komeleya bipêşxistin û danenasîna Bedlîsê
Civata Kultirê ya Cizîrê
Komeleya Kultirê ya Diyarbekirê
Komeleya Xwendekarên hindekarîya Bilind ya Elazîzê
Wargeha Xwendekarên Erzeromê
Komeleya Kultirê ya Hekarîyê
Komeleya Kultir û Danexwendnê ya Xinisê
Komeleya Kultirê ya Kextayê
Komeleya Piştgirî û Danenasîna Kultira Karliovayê
Komeleya Kultirê ya Mardînê,
Komeleya Kultirê ya Mûşê
Komeleya Xwendekarên perwerdeya Bilind ya Siwêrekê
Komeleya Kultirê ya Tuncelîyê/Dêrsimê
Wargeha Xwendekarên Rihayî/Urfayê
Komeleya Piştgirîya Xwendekarên Wanê
Komeleya Danenasîn û Piştgirîya Kultira Vartoyê/ Gumgumê

Di Hezîrana 1967ê de wekilê Meletyayê Mehmed Delikaya di TBMM de vê beyanê xistiye rojeva meclîsê.
Ali Beykoylu Hikmet Buluttekin(Çeko) Reşo Zilan M. Ali Dinler Mesûd Uysal

Damezrênerên KAKê (Koma Azadîya Kurdistan)

Hîkmet Buluttekîn(Çeko) : Me rêxistina Koma Azadîya Kurdistanê ji bo serxwebûna welatê me û azadîya gelê me damezirandibû. Zêdetir em di nav xwendekaran de aktîf bûn û me ew motîfe dikirin. Ji xwe wê wezîfeya xwe anî cî. Îro em di nav hewildaneka hin firehtir de ne ku Koma Azadî jî di nav de ye. Du endamên Azadî yên faal ku em rêvebirên wê bûn jî îro em li başûr in, bi fiilî têkilîyên me bi xwendekarên ciwan re nemane. Lê dê tarîx bi aweyekî bahsa wê bike û dê nebêje tenê ew di nav xwendekaran de rolek lîstîye herweha dê bibêje ew bûye yek ji avakarê partîyeka mezin jî. (Feqî Husen Sagnic, 2000, s.94 )

Reşo Zîlan

Em 6-7 kes cara pêşîn di adara 1966ê de hatin berhev, me civînek çêkir. Yek ji wan kesan jî Hîkmet Buluttekîn bû. Yên din Ez (Ahmed Kotan), Ali Beykolu, M. Ali Dinler, Mesûd Uysal, M. Çadircî û M. Sirac Bilgîn bû. Me dixwest rêxistineka pir bidizî û bi disiplîn ava bikin ku ne tenê ji xwendekaran pêk bê. Lê yên di civênê de bûn hemû xwendekar bûn; Mesûd Uysal him xwendekarê hiquqê bû him jî di postexaneya Anqerê de kar dikir. Sirac Bilgin di TIBa Eskerîyê de xwendekar bû lê problemê wî bi mektebê re hebû.

Me çend civîn çêkir. Lê Sirac Bilgin bê displînî dikir. Ji bo di beşa TIBê ya Eskerîyê de xwendekar bû, cilê eskerî lê bûn. Pir diçû nava çepên Tirkan. Ji xwe ew yekî bejndirîj bû wexta Çepê Tirk li Anqerê li Kizilayê dicivîyan ya jî belavok belav dikirin Sirac di nav wan de xuya dikir û serî dikşand.
Ev bê dîsîplîniya wî em ditirsandin. Lê carek bi sere xwe çûbû seferata Yûnanîstanê û sefareta DYAyê yên Anqerê û alîkarî ji wan xwestibû. Gotibû emê rêxistinek ava bikin alîkarîya me bikin. Yanî van hereketên wî yên bi serê xwe em tirsandin û em ketin nav hewildanan ka em çawa jê xelas bibin.

Bêyî haya wî jê hebe, carek em civîyan, me di vê civînê de biryar wergirt ku Sirac ji rêxistinê dûr bixin. Lê ji bo em wî aciz nekin, me planek çêkir. Plana me jî ew bû ku jê re bihê gotin ku me rêxistin belav kiriye. Vê wazîfeyê jî ma da M. Alî Dinler ku jê re bibêje. Piştre wexta fehm kir ew ji derve maye, ne bi dilê wî bû. Lê wî belav nekir; nahê bîra min ji yekê re bahsa rêxistinê kiribe.

Meh nahê bîra min lê me di sala 1966ê de rêxistina bi navê KAK(Koma Azadîya Kurdistan) ava kir. Serokê wê tunebû, Mesûd Uysal kordînatorê wê bû. Me navê komîteya rêvebirîyê kiribûPÊNCAŞÊR. Navê hucreyê jî kiribû SÊTÎR. Kom wek grub bi kar danî, cara navê wê wek Koma Azadîxwaza Kurdistanê dihê binavkirin; lê ev ne rast e çunkî wê gavê em nizanibûn gotina azadîxwaz bi kurdî çawa dihê gotin.

KAK rêxistinek ji tunebûnê çêbibû, gelek bi dîzî û teng bû. Em gelek li ser bidizîbûna wê radiwestîyan. Di vî warî de me genelge derdixist da ku endamên me îtîaatêwê bikin; yanî me ta bi derzîyê ve dikir.

Bi dizî me 3-4 belavok derxist, me van belavokan bi kesên ku bawerîya me bi wan dihat em bi wan re rûdiniştin û ji wan re dixwend.

Ji xwe çalakîya me ya herî mezin û navdar ku bala xelkê kişand ew beyana me ya ku me bi navê ‘Kim Kimi Kovuyor, Hodrî Meydan! ’ (Va ye meydan, ka kî kê diqewirîne!) derxist.

Di Nîsana 1967ê de yek ji nijadperestê Tirk Nihal Adsiz di kovara ‘Otuken’ê de ji Kurdan re haqaret kiribû, nivîsandibû ew kuda diçin bila herin, herin Pakistanê, Afrîaqê bila herin ba Barzanî ya jî serî li neteyên yekbûyî bidin ûhwd.

Li ser vê nivîsa wî em civîyan me got, em li dijî wî belavokek derxin. Ez, Çeko, Ali Beykoylu û Mûsa Çadircî me belavokek nivîsand. Me li hev kir em vê belavokê li ser navê komele û wargehên yê Rojhelat ku li Anqerê hene belav bikin dê tesîra wê zêdetir bibe. Me balavokê bir bi wan 19 komeleyên Rojhelat da îmzekirin, ev wê demê bûyerekê fewqelade mezin bû. Komele her yek bi aweyekî bû, hin çep, hinek rast bûn, di nav wan de reqabet hebû, ji hev hez nedikirin.

Lê me dîsa di nav xwe de biryar wergirt ku berîya em vê belavokê belav bikin divê em dîtinên hin rûsipiyên kurdan werbigrin. Me li ser Tarik Ziya Ekinci û M. Ali Aslan li hev kir. Lê em tenê çûn ber Tarîk Ziya Ekincî. Ez û Çeko yekî din jî hebû(nayê bîra wî) çûn ber Tarik. Haya Tarik ji nivîsa ku di kovara ’Otuken’ê de derketibû tunebû. Wexta belavoka me xwend ji kêfa dibû bifrîya, ecêb şa bû; got, em bi lêz belav bikin û bi qanûnî jî tu cezayê wê tuneye. Me 30 hezar çap kir. Me hinek şand Diyarbekir û Stenbolê yê din jî me li Anqerê li Kizilayê belav kir. Ev beyan gelek deng veda. Hinek rojname bahsa vê belavoka me kirin.

Ekiba me hemû kurd bûn kurdî zanibûn me civînên xwe bi kurdî dikir. Yek ji armancê KAKê ew bû ku em zimanê kurdî di jiyanê de bi kar bînin û bixin zimanê nivîskî û ji bo wê me hewilda ku em alfabeya kurdî çap bikin. Me alfabeyeka Kamuran Bedirxan bi dest xistibû lê yekî ne ji Cizîrê bûna jê fahm nedikir. Min û Çeko destpêkir ser xebitîn. Meraqa me herduyan zêdetir bi zimanê kurdî re hebû me dixwest em bi nivîskî fêr bibin. Lê ne îmkanê me hebûn ne jî weşanxaneyekê xwe dida ber çapê. Ali Beykoylu digot, ger em weşanxaneyek nebînin hûn dikarin li ser navê min çap bikin. Ali yekî fedekar, paqij, cesûr bû.

Dawîyê alfabeyeka bi daktîlo nivîsandî ket destê me. Lê di warî weşanê de tu tercubeyên me tunebû. Piştre me bihîst M. Emîn Bozarslan jî albafeyek derdixe, êdî me dev jê berda.

Me dîwana Cigerxwîn ya yekem û duyem bi dest xist. Min, Çeko û Kemal Cengiz ji ber nivîsandin. Me dixwest him em kurdî fêr bibin him jî şiîrên Cigerxwîn ezber bikin. Wê demê bi vî karî re mijûl bûn wêrektî bû; cezayeka wê ya gelek giran hebû û me bi dizî vî karî dikir.

Kemal Cengiz endamê KAKê bû, bi Çeko ve girêdayî bû. Yekî din jî hebû ew jî di 7. 12. 2009ê de wefat kir, navê wî Hesen Acar bû ew jî bi Çeko ve girêdayî bû. Endamê me li Istenbol, Erzurum û li Cizîrê jî hebûn.

Hesen ACAR, di sala 1949-an de li Erxaniyê di nav malbeteke feqîr û xizan de tê dinyayê. Ew 6 xwişk û bira ne. Ji bona ku Enstitûya Gundan li Erxaniyê çandeke xwendinê çê kiribû, Hesen ACAR jî dest bi xwendinê dike û li dibistanê dibe xwendevanekî zîrek û jêhatî. Piştî ku bakeloriyê (lîseyê) xelas dike û raste rast li Enqereyê dikeve Dibistana Bilind ya Mamosteyetiyê.
Ew di dibistana bilind de jî xwendevanekî jêhatî û serketî bû. Hesen ACAR dema ku di dibistana bilind de xwendevan bû, di sala 1970-yî de bû endamê DDKO ya Enqereyê. Ew di DDKO-yê de beşdarî her semînereke DDKO-yê jî dibû. Di semînerekê de bi axevtineke xwe gelek bal kişandibû. Lewra ew axevtineke ji mirovekî wek Hesen ACARî nerm nedihat payîn. Dema ku ew axevtina wî di Doza DDKO-yê de jî hat xwendin, her kes mat bibû. Wî di axevtina xwe de diyar kiribû, ku “divê em hêzên çekdar û pêşmêrgeyan ava bikin. Ev hêzan êrişî ser qereqolan bikin û qereqolan teslîm bigrin; axa Kurdistanê ji dijmin paqij bikin.” Ew axavtina wî jî, wek axavtinên me, ji aliyê casus û ajanên dewletê de bi cîhazê hatibû tespît kirin. Dema ku ew dadgeh bû, ew axevtina wî, ji bona wî wek delîlekê hat bi kar anîn. Ev axavtina wî di darbeya leşkerî ya 12-ê adarê de bû sedem ku ew li hepisxaneya leşkerî ya Diyarbekîrê bibe girtî û dadgeh bibe. http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=21992

Çeko pir dixwend. Wexta diçû Kizilay ji xwe re kitêb dikirî bi taybet jî kitêbên çepîtîyê. Wê demê kitêbek li dewleta Îsraîl çawa ava bû derketibû, pirr aktuel bû û herweha kitêba Mafê Çarenûsî ya Milettan jî aktuel bû.

Çeko herî çepê me bû, Mesûd Uysal ne li dijî çepîtiyê bû lê M. Alî Dînler muhafazakar bû. Alî Beykoylu di FKF de bû di kongreya wan de ji wan veqetîya. Mûsa Çadirçî jî çep bû. Mûsa di Fakulteya Zimên, Tarîx û Cografyayê de dixwend. Mûsa ecêb bêdeng bû. Yekî pir bi disîplîn bû. Qet dernediket çalakîyan, heta bêjî kurd bû, durust bû. Di nav me de konsesusek hebû me soz dabû hev. Lê dawîyê got ku meriv nebe merivê sîstemê nikare pêş bikeve û wisa jî kir.

Piştî xwendekarên Kurd ji FKF veqetîyan fikra avakirina rêxistina yasal a kurdan bi serê xwe hat rojevê. Wê gavê di destpêkê de Mumtaz Kotan û hin kes ketin nav hewildanekê. Me dixwest civîneka fireh li Baraja Çubukê çekin, lê bê disîplinîya Sirac Bilgîn em tirsandibûn.

KAK di avakirina DDKOya Anqerê de jî aktîf rol lîst. Em piranî bûn endamê damezrînerê DDKO. Ez, Çeko, Alî Beykoylu, Kemal Cengiz. (Hevpeyvîn, Reşo Zîlan, Uppsala 28.02.2014)

Ali Beykoylu

Di sala 1966ê de M. Ali Dinler, M. Sirac Bilgin, Ahmet Kotan, Hîkmet Buluttekîn, Mesut Uysal, Mûsa Çadirci, Alî Beykoylu em 6-7 kes me biryar girt ku em rêxistinekê ava bikin. Me navê rêxistinê kir KAK (Koma Azadîya Kurdistan)

Di 15 rojan ya jî ji mehê carek dicivîyan û pirsgirekan minaqeşe dikir. Di civînan de Hîkmet Buluttekîn protokolê KAKê dinivîsand û belgeyên wê ber wî bûn. Wexta çû Kurdistana başûr wan dokumentan bi xwe re bir.

Bi navê KAKê belevok dinivîsand bi teksîrê zêde dikir û bi dîzî diavêt wan wargehên ku xwendekarên kurd lê diman. Rojekê din diçûn wan wargehên ku me belavok avêtibûn wan deran me fahm dikir ka ew van belavoka xwendine ya na û reaksîyona wan çî ye. Bi gelemperî ev xwendekar tedîrgin bûn û digotin kî van belavoka belav dike, dê serê me têxin belayê, eceba pişt vî karî MIT heye.
Rojekê bi taybet belavokek rexnekirî li hember wan xwendekarên ku di nav çep û rastê tirkan de cî stendibûn li hember wan nivîsand. Me gotibû Îdrîsî Bedlisyên nû derketine meydanê, dixwazin kurdan bifroşin tirkan. Divê ev dev jê vê fikrên xwe berdin bi doza û pirsa xwe mijûl bibin.

KAK wexta di sala 1966ê de ava bû û heta nîvê sala 1967ê bi dehan caran civîyan û destûr û program amadekiribû.

Di avakirina DDKOyan de keda mezin ya KAKê heye. KAK ji xwe ne di wê baweriyê de bû bibe partî. Du sê caran bi wasiteya hevalekî me ji Dr. Şivan pêşniyaz dihat ku em bêşdarê xebata wî bibin.

Em wek rêvebirên KAKê 6 kes bûn lê hucreyên me hebûn. Mesela têkiliyên me yên rêxistinî 150 kesî digirt. Wexta me pêwistîya bi avakirina rêxistineka legal dît û DDKO ava bû, da ew nekeve bin tesîra rêxistineka îlegal me KAK fesh kir.

Em damezrînerên KAKê ji bûn avakarê DDKO. Avakarên DDKO bi gelemperî wan kesên ku ji FKF hatin û bi taybet jî Mumtaz Kotan kir. Ev heval têkiliya wî bi min re gelek baş bû. Wextê DDKO hat damezirandin jî kes nizanibû hêza pişt wê KAK bû.

Di civînên DDKO yê de ji her 100-150 kes pêşdar dibûn. Pir kes li dij derkediketin ku rêxistinek weha ava bibe. Di gotin dê îstîqbala me bikeve xeterê. Em ê bên girtin heta li dij navê Dogu bûn. Eger ev gotin bê bikar anîn dewlet dê me bi cudaxwazî îtham bike. Heta bi vî şeklê rêxistinbûnê dihat hesabê dewletê jî. Yên ku di vê rêxistinê de kar bike dê bi hêsanî bihata tespîtkirin ji bo wê jî dewlet bêdeng dima.

Di van civînan de tiştê ku me tedîrgîn dikir ew bû ku di nav me de şika elemanê MIT bû, ji bo wê gelek heval ji vê xebatê dûr diketin.

Me dixwest bi 100-150 kesî lîsteyeka damezirandina çêbikin. Û di destpêkê de evqas kes hebûn. Lê wexta me destûr nivîsand û ketin prosesa avakirinê belge îkametgahê û cuzdanê nifûsê pêwist bû.

Lê ancax 8-10 kes van belgeyan anîn. Di nan evqas însanan de hatina tenê 8-10 belge guman peyde bû ku ev kar bi ser nakeve. Dawîyê min ji wan kesên ku bi KAKê re bûn ji 18 kesan van belgeyan temîn kir û me bi 24 kesan miracata damezirandina DDKO kir. (Ali Beykoylu, Bir birey, Bir tarih, Bir anı)

Ev gruba KAKê ji bo asîmlasyona di nav kurdên kurdan de bişkinînin û şiûra kurdayetîyê pêşve bibin di derheqî dîroka kurdan de hinek beyan bi navê KAK derdixistin û belav dikirin. Lê ev zêde tesîr nedikir. Kovara Otuken ku Îdeolojîya faşîzmê ji xwe re kiribû bingeh di Nîsana 1967ê de nivîsarên Nihal Adsiz ku dijminayetîya kurdan dikir wek wasyetnameya nivîsarên wî li ser hev çap dikir.

Ev nivîsarên wî li dijî însaneyetîyê bîhna faşîzma ku kîn, nefret, qetlîam û surgunê jê dihat. Di dawîya vê nivîsarê de bi kurtayî ji kurdan re jî pêşnîyar dikir, digot; “ Cihenem bibin biçin. Kuda diçin bila biçin, bila herin ba Barzanî, bila herin, Hindîstanê, bila serdana NY bikin da li Afrikayê ji xwe re welatek bibînin. Bila zanibin miletê tirk gelek bi sebir e lê wexta aciz bibin wek Şêrê Kaxan in kes nikare li ber wan bisekine ger ew nizanin vê yekê bila ji nijaddaşên xwe ermeniyan bipirsin da aqil bihê serê wan…..”

Ev dîtinaka nijadperest a faşîst ji bo kurdan nedihat qebûlkirin û bê bersiv nedima. Ev nivîs di nav xortên kurd yên metrepolê bu sebaba reaksîoneka mezin. Lê kî û çawa bersîvekê bida wê.
Grûba Koma Azadîxwazên Kurdistan ji bo vê dîtinê û kovarê protesto bike ket nav rê û rêbazan. Partîya vê dîtina faşîst û nijadperest Partîya Gundî û Millet a Komarxwaz (CKMP) bû û min ji hevalan re pêşnîyaz kir ku em Serokê wê Alpaslan Turkeş bibînin û protesto bikin. Li ser vê pêşnîyazê Min û Serokê Wargeha Xwendekarên Erziromê li Anqerê Sabahettin Deliçaki bi telefonê ji Turkeş hevdîtin xwest.

Wexta kovara Otuken di destê me de bû û em çûn odeya Turkeş, heman kovar li ser masaya wî bû jî. Li ber Turkeş hevalekî wî yê MBK(Komîteya Yekîtîya Neteweyî) hebû. Min got ev nivîs di nava ciwanên Rojhilat de reaksîyon peyde kiriye ku weha dom bike dê bûyer rûbidin.

A .Turkeş got, min vê nivîsê xwendîye û taswîp nakim, kesên ku li Tirkiyeyê dijîn hemû Tirk in, Kurd jî Tirk in, ji Asyaya Navîn hatine, û got ez çiqas Tirk im, evqas Kurd im, çiqas Kurd im evqas Tirk im dixwest bi vê awayê me îqna bike û got neqişandina kevirênli ser cot minareya Erziromê û neqişandina goreyên rîs ku jinên Rojhilat dikin eynî ne yanî bi nimuneyan dixwest îspat bike ku em jî eynî kulturê hatine.

Saeteke me minaqeşe kir. Bi vî hawî êdî ne pêwîst bu em minaweşe bikin û rabûm ser piyan, bi înkar, îmha û surgunkirina kurdan meriv nagehêjê cîyekî, buyarên ku biqewimin ew mesulê wê ne, û em ê heta dawîyê li hember van dîtinan bin.

Piştî ku vê dîtinê bi hevalên KAKê re nirixand me biryar da em beleovokekê derxin. Min A. Kotan, H. Buluttekîn û M. Çadirci bi hev rebelavokek amade kir. Belavok bi kurtayî weha bû: Hodrî meydan! Kî bera kê dide? Bi sedsalan e kurd li ser vê axê jiyana û dê bijîn, yên ku kurdan li ser vê erdê biqewrînin nej i dîya xwe zaye ne jî dê bizê.

… Asil yên ku biçin ew faşîstên ku gelan bera hevûdu din

Ji bo vê belavokê em belav bikin jê re zemîneka yasayî pêwîst bû.

Li Anqere wargeh, komele û cemîyetên kurdan yên ji bo piştgirî û raketinê hebûn. Belavokê xwe me pêşniyazê birêvebirên van dezgehan kir. 19 dezgeh wê mohr û îmze kirin me 10 hezar çap kir/ Ev piştgirî di nav rewşenbîr û xwendekarên kurdan de coşek mezin çêkir.

Ev protestoya me ya ku kes ne li bendê bû li civatê tesîrek erenî peyde kir. Di rojnameyên rojane de bû nûçe û qunciknivîsar di quncikê xwe de bahs kirin(Çetin Altan, Ilhamî Soysal ûhwd.) Belavoka Hodrî meydan! Kî bera kê dide li Meclîsê û Senatoyê bû wesîleya minaqeşeyên hişk. Li Kurdisatnê jî alaqeyekê mezin ji re peyda bû ji qezeyan bigre heta gundan hatibû belavkirin. Ji PDKT û TIPê jî bo di nav xelkê de propagandaya xwe bikin bû fersendeka baş.

Di meha Îlonê de li Anqere bi hevalan re em hatin cem hev û vê pêşketinê nirxand. Ji bo daxwaza kurdan me biryara xwepêşandinan da. Ev daxwaza me ya demokratîk re di demek kin de teref û bingeh peyda bû. Komîteyên amadekar a xwepêşandinan ava bûn. Xwepêşandin di destpêka meha Cotmehê de li Elih(Batman), Silvan(Farqîn), Diyarbekir, Erganî, Siverek, Dersîm, Agri û di meha Mijdarê de jî li Anqere çêbû.

Xelq alaqayek û bêşdarîyeka mezin nîşanê van xwepêşandinan da, di axaftinan de hevî û daxwazên wan hat lêvkirin, şiîr hatin xwendin. Slogan û pankratên ku hatin vekirin xwîn û can da belavoka Hodrî meydan. Ev zencîra xwepêşandina bi navê Xwepêşandinên Rojhilat ket tarîxê. Ev riya avakirina rêxistinên legal vekir û bû zemîna avakirina DDKO.(Ali Beykoylu, Kovara Bîr)

Mesûd Uysal

Me dixwest em bi 12 kesan re KAK ava bikin, lê me bi 7 kesan ava kir. Bêtalîhîyek çêbû Sirac Bilgin ji rêxistinê dûr ket. Yek ji wan jî Çeko bû. Ez kordînatorê KAKê bûm. Wê demê ez him xwendekarê hiqûqê bûm, him jî di postexaneyê de kar dikir.
Me li dijî kovara Otukenê beyanek derxist, beyana me gelek deng da.

Hevalekî me ji bo komîteya KAKê ava bike diçû Stenbolê di rêya Stenbolê de hat kuştin. Nav nahê bîra wî, wê demê Fewzî Kilic hatîye kuştin.

Çeko wek qasid çû başûr, dokumentên KAKê bi xwe re bir başûr.

Me şerê çekdarî diparast û stratejîya me bi destxistina mafê kurdan yê neteweyî bû. (Axaftina bi telefonê, 25.04.2014)

M. Sirac Bilgin
……Di vê navberê de qaenata avakirina rêxistinekê di fikrê min peyda û sabît bû. Bê rêxistin têkoşîn nedibû. Lê divê min bi aweyekî dest pê bikira. Lê ez nizanibûm vî karî meriv çawa dike. Hin ez 22 salî me. Tercubeya min sifir e. Rêxistin li Bakurê Kurdistanê hin nû ava dibûn. Lê ez bi azim bûm. Berê min hevalekî ji Erziromê hilbijart (navê wî veşartî ye) min pê re li ser rêxistibûnê sohbet kir. Berê xwe nêz kir lê nêhirt kar ciddî ye ji ortê wenda bû. Dîsa ji eynî mintiqê min hevalekî din yê “baş” dît (nav veşartî), ew hinek nerm, dostane bû. Lê wer xuya bû rîska wê girt berçavan got “zû” ye û xwe paşve veqşand. Ji eynî mintiqê hevalekê din bêteredut got “erê”(nav veşartî). Em bûn du kes. Ji bo merivê sêyem min yekî ji doza 49an dît. Ew ji mintiqeqî ji başûr yê Bakurê Kurdistanêbû û got ez heme. Ji bo zilamê çarem min yekî ji Bedlîsê xist çavê xwe(nav veşartî) taybetîya vî zilamê ew nêzî Partîya Karkirê Tirkiyê(TIP)ê bû. Lê doza kurd jî red nedikir. Bi hêvî nêzî wî bûm. Lê, lakîn, bêşdarî civînê nebû. Li gel redkirina civînê destpêkir civînê deşîfre bike. Ev tiştek xeter bû. Ger ez bihatama girtin ji ber ku ez li Tibba Eskeriyê de xwendekar bûm hevalên din jî dikaribûn di dadgeha leşkerî de bihatana darizandin.

Em pir aciz bûn lê me dev ji xebatê berneda. Îcar peydekirina hevalan hevalê ku ji nifûsa Erziromê bû, kir, karê xwe. Yek ji nifûsa Agrî, yek ji nifûsa Qersê(nav veşartî) û yê sêyem jî Hîkmet Buluttekîn(Çeko) bihevre 3 kes peyda kir. Me di hin noxteyan de li hev kir. Berê li ser ciddîyetîya kar hat rawestandin, piştre li ser xeterîyên wê. Ji bo ku heyecana avakirina rêxistinê di giraniyê de bû biryara avakirina rêxistinê derket. Ev hevalên ku cografyaya Kurdistanê “temsîl” dikirin li bajarên xwe û li yên muSeîd dê dest bi xebata firehbûna rêxistinê bikirana.

Di destpêka 1967ê de di kovara ‘Otuken’ê de nivîsekê ku kurdan rencêde dikir, derket. Em ji wek grûb me jê siûd wergirt û ji bo me bû wesîle da em derkevin ortê. Me di tavilê de komîteyek ji sê kesan amade kir. Di Komîteyê de yê Agrî, yê Qarsî û yê Erziromî hebû. Ji bo ku ez rewşa min ne musaid bû (goya, li gor xwe) wek tedbîr min di komêteyê de cî nestend. Heval bi gayret xebitîn û bêyî ku tercubeyên wan hebin di şertê wê demê de beyanekê baş amade kirin. Bi yekdenî me beyanî tesdîq kir. Me karibû bi illegal belav bikira û dengê xwe bida bihîstin. Lê me weha nekir. Ji egoîstîyê zêdetir ji bo me hedef muhîm bû. Beyan divîyabû li ser bingehekê fireh bihatana belav kirin.

Lê çawa? Wê demê li Anqerê li ser nave bajarên Kurdan gelek komele hebûn. Li ser nave van komeleyan belavkirin me ji xwe re kir hedef. Me dest bi xebatê kir. Berê serokên wan komeleyên Bajarî ku di nav me de bûn beyanê mohr kirin. Piştre me yek bi yek bi serokên din yên komeleyan da mohrkirin. Tenê Serokê Komeleya bajarê Sêertê Metin Ozarpacî mohr nekir. Ew Ereb bû. Dawîyê ew ji bo xetaya xwe ozira xwe xwest.

Beyanê19 komele îmze kiribûn. Beyan bi navê ”Hodrî meydan kê bera kê dide” hatibû bi nav kirin û olanek mezin da. Li Kurdistanê jî di warê xwe de hewildanekê kitlewî bû. Me 30 hezar çap kir, 20 hezar ûand Kurdistanê 10 hezar jî li Anqerê û Stenbolê belav kir.

Ez bi kincên resmî (eskerî) bêşdarî çalakîya belavkirina belavokê bibûm. Û di berevkirina îmzeyan de jî min xetayek kiribû. Serokê Komeleya Vartoyê Mehmet Tural ajanê MITê bû. Min ew li qahwexaneyê nas dikir. Min û hevalekî belavokê jê re biribû ji bo îmzekirinê. Hinek pirs ji me kir. Çû odeyekê din piştî vegerîya bê terdeut mohra komeleya xwe li belavokê xist.

Piştî evqas deşîfrasyonê êdî nedibû ez di nav hevalan de bim. Êdî rêxistin navê ”Koma azadîya Kurdistan” girtibû û di dîroka me de roleka baş lîstibû, min jê bi ”muwaqet” îzin wergirt û vegerîyam Kurdistanê.(www.sirackekoyan.com)

Weysî Zeydanlioglu
Min û Selehettin Kaya yê Bingolî me bi hev re li Anqerê xaniyek kirê kiribû. Sirac Bilgin pir caran dihat cem me. Me hevdû nas dikir. Ew di TIBa eskerîyê de bû. Me gelek caran minaqeşe dikir. Carek dîsa hat got; bê rêxistin nabe; dive em rêxistin ava bikin. Me got bi kê re emê rêxistin ava bikin, got em hersê ava bikin. Me ciddî ciddî minaqeşe kir. Me kaxiz û qelem derxist avayî û struktura rêxistinê çêkir. Sirac bahsa Yekîtîya Sovyetê û dostanîya wê kir. Got ezê herim Moskovayê ji bo rêxistinê pere ji bişînim. Piştî vê gotinê min ji cêba xwe çaqmaqê xwe yê libero derxist û wan kaxizên ku li ser şema û struktura rêxistinê çêkiribû, şewitand.(Hevdîtin bi Weysî Zeydanlioglu, 21.05.2014)

Kemal Cengiz

KAK di 1967ê de ava bû piraniya wê xwendekarên Dibistana Bilind a Perwerdeya Mamosteyan a Anqerê bûn. Partîya Karkerî Tirkiye (TIP)bi tundî li dij avakarina rêxistineka kurdan bû, kesên kurd ku di nav kurdan de bûn, wek T. Ziya Ekincî, Kemal Burkay û Nacî Kutlay û hin wek wan digotin bi serê xwe rêxistin avakirin tê mahneya îsyanê, serhildanê; divê meriv nekeve nav hewildaneka weha.

Yek ji xebata KAKê me dixwest em alfbayeka kurdî çap bikin. Alfabayekê destê hevalan de bû.

Me dixwest şiîrên kurdî di nav xwendekarand de belav bikin. Diwana yekem û duyem a Cigerxwîn M. Alî Dinler ji binxetê anibû. Wê demê ev bi sere xwe karekî bi rîsk bû lê jê wê zêdetir wek agirek bû, kes nedixwest wê li cem xwe veşêre. Wê demê ne fotokopî hebû ya jî ji tirsa me nikarubû fotokopiya wê bikin. Me dîwana Cigerxwîn a Sewra Azadî ji hev perçe kir; Min, Çeko û Reşo ji ber nivîsand her kes şîirê ku jê hes dikir dinivîsand. Bi taybet Reşo û Çeko serê xwe li ser kurdî û fêrbûna wê pir diwestandin.

Serokê KAKê tunebû, Reşo herî aktîf elamanê KAKê bû, gelek li pêş bû, carna nivîs dinivîsand di kovara ‘Uyaniş’ ya Komeleya Xwendekarên Agirî de. Rewşa wî ya maddî jî ji ya me çêtir bû, ew ji malbatekî şêx bû. Lê bavê Çeko yekî karkir bû û Çeko wek maddî feqîr bû.

KAK di avakirina DDKOyê de roleka sereke lîst. Me ji bo DDKO ava bikin gelek civîn çêkir. Di 26ê Nîsana 1969ê de me di civîna Akademîya Ilmê ya Ticarî (Ticarî Ilimler Akademisi) de biryar wergirt ku em DDKO ava bikin. 24 kes bûn damezrêner; ez, Çeko, Reşo û Alîbeykoylu ji tê de bûn. Yumni di vê dibistanê de bû. Ew wek serok, ez (Kemal Cengiz), Nusret Kılıçarslan, Ibrahim Güçlü ve Mustafa Karacadag wek endamên avaker yê rêvebirênê hatin hilbijartin. (Hevdîtin bi Kemal Cengîz re, 8.03.2014)

KAK ‘rêya xelasîya Kurdistanê di çîyan re derbas dibe’

Li gor belgeyaka KAKê ku ji aliyê endamên damezrênerên wê ve hatiye nivîsandin ev bingeha sîyaseta wê destnîşan dike; têde li gel ajîtasyonê, hin tesbît jî hene.

Beyana wê weha ye; Sedsala 20em berb bi xelasîyê ye. Hebûna me ya li ser rûyê dinyayê b.z.4000 dest pê kiriye. Tu ewladekî miletekî yî ku evqas sal derbas bûne xeynî emîratan tiştekî ava nebûye, ji zîhnîyeta aşîretîyê xelas nebûyî. Herêma ku di destê te de ye li rojhilata navîn herêmeka girîngîya wê ya aborî û stratejîk heye.

Herêma ku jê re Kurdistan dihê gotin îro di nav sînorên dewletên Tirkiye, Îran, Iraq, Sûrîye û Rûsyayê de ye. .

Divê vêya bi qetîyen zanibû heta niha îmkan neketeîye destê me ku dewletekê emirdirîj nehatîye avakirin jî li gel xîle û fêlbazîyan vê herêemê heta niha me di destê xwe de girt. Ne ereb, ne tirk ne jî faris wê hêzê bi dest nexist ku axa te ji destê te werbigre û nikaribû te ji ser axa te biqewirîne. Di bin kirasê dijminatîyê de xwest tim bi te re xwe dost bide nîşan dan. Piçek be jî bi ser ket lê qetîyen nikaribû te ji ortê rake.

Îro %90ê nifûsa Kurdistanê ji kurdan pêk tê û ev rastîyeka ilmî ye. Îro gelek milet ku xwedîyê dewletê ne prosenta nifûsa wan ne weha ye. Mesela Tirk li Anatolîyê ancax %20, Faris %40ê nifûsa Îranê ne. Eynî rewş ji bo Rûsya, Iraq û Sûrîyeyê jî weha ye. Di warê hijmara nifûsê de rewşa Kurdistanê gelek baş e û ji xwe ev bingheka me ya girîng e.

Em bên li ser rewşa “perçebike”, “parvebike” û “jinavêrake” ev sîyaseta ku dijminên me hewildane bimeşînin bi ser neketîye. Miletê kurd hatîye pereçekirin, lihemberhev hatîye rûbirûkirin lê tu carî nikaribûne ev milet tune bikn. Divê tu mitleq zanibibû tu yî tune nebî. Çima? Ji ber ku hin taybmendîyên vî miletê hene li cem tu miletî tuneye. Miletê kurdli hember xeterîyekê nîjadekî xwe tucarî bitenê nehiştîye. Aşîretên ku di navbera wan de ixtîlaf hebûne, doza xwînê hebûne li hember xeterîyekî xarîcî yekser fazîleta hevkarîyê nîşan dane. Nimûne dixwazî? Em zêde bi dûr ve neçin.Binêre rewşa sê birayên xwe yên ku di dibistana Tirkan de ne. Ew do li hember hev kêr dikişandin, lê îro li hember tirkekî bi hev re micadele dikin.Tu vêya dijî, îzahet ji vêya re ne lazim e.

Xusûsîyetekaya te yê din heye. Li gel zilm û terorê me zimanê xwe yê zikmakî qet wenda nekir. Li rûyê dinyayê meriv nikare miletekî nîşan bide bêyî ku du dewletên dewamî damezirandibin, zimanê xwe bi sedsalan dabin jiyandin. Tenê me vêya biserxistiye.

Belê, hevalê min ê ezîz tu ewladê miletekî weha yî. Îro dinya pir hat guhertin pir. Reşikê Afrîkayî, zencîyê amerîkayî ji nêz ve ketîye micadeleya hurîyetê.Ji ber ku di dinyaya îroyîn de miletekî serxebûna wê tune be îmkana wê ya jiyanê nemaye. Kolonyalîzm pêşdikeve, miletek miletê din ji ortê radike. Hele hele miletên ku dewleta wan tunebe rewşa wan pir hazîn e. Di van şertan de sozên ku biyanî pêşkêş dikin em hemûyan didin alîyekî û ji bo rûyê miletê xwe bidin armancekê û ji bo serxwebûnê me sond xwarîye ku heta dilopa xwîna dawîyê em êhemû îmkanan bikarbînin û şer bikin.

Ne mimkin e miletekî nîv hêsîr û niv azad bijî. Ji bo wê jî endamên KAKê hemû têkoşîna xwe li ser bingeha azadî û serxwebûnê danîne. Û divê her KAKî zanibe ku mafên xwezayî yên însanan piçik piçik nabe. Piçik piçik dayîna mafê xwezayî him wî miletî ditevizîne û him jî astengê derdixe ku ew ji wê reşwê azad nabe. Biyanî ev yekê baş dizanin û çi heyf e bi vê rêyê heta niha piranîyên me xapandine û tevizandine.

Heta 1920 di bin dagirkerîya Osmanîyan de miletê me otonom bû. Zimanê xwe diaxifî û îmkana nivîsandinê hebû. Li gel ku primîtîv bû lê aîdê xwe bû, millî bû. Piçûk nedihat dîtin. Ji bo em wêrek, mert, xwedîyê gotina xwe bûn hevwelatîyênradaya yekem yê împaratorîyê bûn.

Piştî sala 1920î rewş bi temamî hat guhertin. Zîhnîyeta faşîzane a Mustefa Kemal û derûdorên wî hewilda bi argumentên antrepolojîk tirkbûna andolîyê îspat bikin. Bi teorîya tewşo mewşo ya “Roj û Zimê” xwe li dinyayê rezîl û riswa kirin ji alîyê din ve jî yên ku ne ji wan bû zilm li wan kirin û soza ku dabûn kurdan ji bîr kirin.

Zabitên Kongreya Erziromê guhertin. Serîhildana 1925ê bahene nîşan dan, Kurdistanê xistin nêv êgir.

eve birayê min Ji wê rojê vir ve ye li ser axa xwe ya heq wek êsîr dijî.

Ji ber ku;
1-Li gor Beyannameya mafê mirovî yê bingehîn kurd ji îmkana mafê perwerdeya zimanê xwe bêpar e.
2-Di dibistan, daîre û dezgeyên din yên dewletê de tu kurdê bi qemçik dihê binavkirin.

3-Herêma te herêmeke qedexe ye, ji bo kes pê nehese, dewletên biyanî nebîse hemû tedbîr hatine stendin.

4-Kultur, orf û adetên te bi zîhnîyeteka faşîst dixwazin ji ortê rabikin; li dibistanan bi sîstemeka taybet mêjiyên te dişon. Ûtu hin heft salîyî xwe tirk dihesibînî. Bêyî ku tirkî zanibû her sibeh bi te didin gotin tu tirk î, rast î û jîr î.

5-Di van demên dawîyê de dibêjin berê rewşa îktîsadî rast bikin dawîyê pirsa azadîyê çareser bikin. Bi zikê birçî azadî nabe.Hewildidin fikrên weha dijberê hevdu bixin serê me. Nizanin ya jî ligel ku zanin dixwazin me bi van fikran bixapînin. Li dinyayê tu derê milet bêyî ku serxwebûna siyasî bidest nexistibin serxebûna aborî bidest nexistine. Ma dê çawa bidest xin? Him di bin nîrê biyanîyan de bin û him jî pêşketina aborîyê bidest bixin. Meriv bi vê yekê ancax dikene.
Vêya ye birayê min, divê vana baş zanibî. Divê nebêjî herkes ev zane. Zanibe jî vêya bi hevalê xwe yê kurd re, bi gundîyên xwe re, bi karkirên xwe re, kesên ku ji aîdê te ne re minaqeşe bike. Em minaqeşe bikin, em aciz nebin, dev jê bernedin. Heta ku ew mêjiyên ku hatine tevizanindin, hişyar bibin û bikevin faalîyetê.

Em bi heq in, em zanin em bi heq in. Ji do bi hêztir in. Wexta em dibêjin emê biserkevin, emê biserkevin. Musterih bin.

KAK rêxistineka neteweyî; kurd û Kurdistanî bûye, berjewendîyên miletê kurd bingeha siyaseta wê bûye û di dawîya hemû beyanên wê de bijî miletê kurd, bijî kurd û Kurdistan hatîye nivîsandin.

Di belavoka xwe ya bi navê “Idrisi Bitlisililer yine sahnede” (Îdrîsî Bidlîsî dîsa li meydanê ne) de dibêje; ew di wê bawerîyê de ne ku; ji bo ku rêyên din girtî ne; ji bo ku rêyên din dafik in, ji bo rêyên din hatine ceribandin rêya xelasîya Kurdistanê di çîyan re derbas dibe.

Herweha KAK li dijî şer û pêvçûnên di navbera aşîretên kurdan de şêleka tûj nîşan daye û dibêje ku; şer û pevçûnên ku di nav wan de rûdidin û di encama wan de kuştinên ku çêdibin ger şerê rizgarîyê bihata kirin de jî evqas kuştî dê çê nebûba.

KAK bawerîya wê bi tirkan tuneye û di eynî beyanê de weha dibêje; piştî evqas bûyaran bawerî bi tirkan nahê, ji bo me jîyan û rêya xelasîyê têkoşîn e, ji bo têkoşînê jî yekîtî û divê.Şiûra têkoşînî bi civatê qebûlkirin û hişyarkirina wê wezîfeya me ya sereke ye. Bi pêşketina şiûra milî hevkarî û yekîtî dê peyda bibe. Ji bo avakirina hişyarbûna şîûra neteweyî divê xwedî li nirxên kulturî derkevin û jê sûd werbigrin.

Li gor destûra wê, KAK rêxistineka bir bidizî û bi displîn bûye. Bi struktûra xwe ya rêxistinî, têkilîyê endam bi endam re û endam bi sêtîr re, sêtîr bi Pêncaşêr re û bi parola û sûnda xwe hinek dişibe rêxistina ’ Îttîhat û Terakkî’.

Destûra Koma Azadîya Kurdistan

NAV: Koma Azadîya Kurdistan (KAK)

NAVEND: Turkiye ye; ji derveyî rewşên fewqelade cîyê endamên PÊNCAŞÊR ku ji nîvê zêdetir lê dimînin.

ARMANC: Miletê Kurd ji bo Kurdistaneka serbixwe amadeyîya şerê rizgarîyê bik; li ser axa Kurdistanê Kurdistaneka serbixwe, sosyal û demokratîk ava bike.

KAK cemîyeteka bidizî ye. Wexta dema wê hat dê ji bidizîtiyê derkeve û falîyet nîşan bide. Bêyî ku zeman û mekan muvubaîs bibe KAK li her cî di bin her şertê de heta bigihîje armanca xwe micadeleya xwe dewam bike.

DAMEZÎRANDIN: KAK…li….de ji aliyê…. xxxxx bidizî hatîye damezirandin. Navenda wê ji damezrînêrên wê pêk tê. Navê navneda wê PÊNCAŞÊR e. PÊNCAŞÊR organa wê ya herî bi selahîyet e. Danerên wê endamên wê yên herdemî(dewamî) ne heta heta dev jî wezîfeya xwe berdin hemî selehîyet di destê wan de ye. Biryarên wan mitleq e. Hemî organ mecbûr in itîatê van biryaran bikin.
Ji PÊNCAŞÊRan yek ji ber sebebekî dev ji wezîfeya xwe berde di şûna wî de bi tifaq yek ji mensûbê sêtîran ya jî yek ji derve cîyê wî dadigre. Mirin, girtin, ya jî ji ber sedemên din ji nivî pirtir PÊNCAŞÊR wezîfeya xwe nikaribin bi cî bînin, di şûna wan de di destê yekem de kesê girêdayî wan û ya jî serokê sêtîran -ku ew halka yekemin- ew cîyê wan dadigrin.Ew ji alîyê PÊNCAŞÊRên mayî de ji rewşê dihên agahdarkirin.

PRENSÎBÊN GIŞTÎ: Bêyî ku ferqa dîn û zimên bihê kirin, yên ku dibêjin; ‘ez kurd im û serxwebûna Kurdistanê li ser hertiştî digrim’ û di vî warî de dikevin nava hewildanan, di nav van kurdan de ferq nahin kirin.

Zihnîyeta prîmîtîv, axatî, şêxitî, aşîretî û herêmetî ku bi rastîya hevdemî re lihev nakin û miletêkî têk dibin û îdeolojîyên ku yekîtîya milî ve lihevnakin tu têkilîya KAKê bi wan re nîne. KAK teşkîlatek e bi temamî pişta xwe dide xelkê û quweta xwe ji xelkê distîne. Wezîfeya wê nebe efendîyê xelkê bibe xizmetçîyê wî. Di xizmetê de ne li benda payîna unvan, îmtîyaz ya jî manfeatî maddî û manevî ye.

Yên ku xîyanetê bi KAKê û miletê Kurd re bikin qetîyen nahên efûkirin. Herweha cî û lêbihûrandina tesadufî, îhmalkarî, sersarî ûhemsarî jî tuneye. KAK rêxistineka aştîyane ye li gel miletên mazlûm e.

Şertên endametîya KAKê

1- Kurd bûn. (Yên ku dibêjin ez kurd im û bi kurdayetîyê îftîxar dikim)

2- Yên ku bawerîya xwe bi serxwebûna Kurdistanê tînin

3- Dirust, sadik û bawerî bi gotina xwe anîn

4- Adetên wî yên xerab tunebe

5- Li gor îmkanên xwe li gor tesbîta ku hatîye kirin endametîya xwe bide

6- Bê îtîraz prensîbên KAKê qebûl kiribe û wezîfeya xwe li gor şertan bi cîh bîne

7- Ji aliyê Komê ve di derheqê wî de biryara hebe ku bibe tîr.

8- Di hizûra tîrekî de sûnda sedaqetê bixwe.

9- Forma endametîyê dabigre

Sûndxwarina sedaqetê ku tîr divê bixwînin
Sûndxwarin li ser kulmek ax û li ser çek tê kirin.(Çek; tebance, kêr û alavên wek wan in. Qelem jî wek çek tê hesibandin) qulmek ax dikin kefa destê çepê û destê rastê datînên ser çek û bideng sê caran sûnda jêr tê xwarin.

“Li ser namûs, şeref û miqedesyetên xwe soz didim ku bêyî ku li hember prensîb, stratejî, îdeolojî û emirên KAKê derkevim, bêyî ku ligel şert û şirûtê herî dijwar de sir bidim, menfaetê milî hebûna xwe ya miqades dihesibînim, ji bo kurdistanek bi temamî serbixwe mirin û kuştin jî têde her rîsk didim ber çavan û wezîfeyên ku bidin min bê minaqeşe qebûl û bi cî tînim.”
Organên KAKê ev in:

PÊNCAŞÊR: mêjîyê Komê û organa wê ya herî bilind e.

SÊTÎR: Ji sêtîra pêk tê , organa îcrayê ye.

PÊNCAP: Liq in, wexta pêdivî pê bibe dihê damezirandin

PÊNCAŞÊR ji van beşan pêk tê

a- Civîna Dadmendî: Beşa Adalet û Hesîyetê

b- Civîna Taktîk û Zanînê: Beşa ilim

c- Civîna Çavderî: Beşa Îstîxbaratê

Rêxistin:

Halkaya yekem a Rêxistinî: Ji Pêncaşêran yek ji bo sêtir ava bike wezîfe dide yekî, piştî erêkirina pêncaşêran, ew halkaya yekem a sêtîran ava dike. Wexta êdî bîryar tê girtîn tîr du kesên ku digre hundirê sêtîr huwîyeta wan tevî huwîyeta xwe bi rêyeka ewleyî digihîne navenda giştî. Tespîta huvîyeta li gor nimûneya jêr tê dagirtin.

Nav û Paşnav:
Cî û tarîxa çêbûnê(wilayet, qeza û qund dihê nivîsandin)
Navê Bav:( Ku sax be mesleg û emrê wî)
Navê Dê: (Ku sax be mesleg û emrê wê)
Mesleg:

Tahsîl:

Bekar ya jî zewicî ye:
Ku zewicî be hejmara zarokan:

Di malbatê de çend kes in:
Nav û meslegên birayên wî:

Çavkanîya Hatinîya wan:

Hatiniya salane:
Zimanê ku zane û radaya wan (Orte, baş, pir baş)

Sporên ku zane: (li hespê siwarbûn, bikaranîna çek, avjînî)

Şofêrîya wê heye ya na:

Adresa kar:
Adresa malê:

Li kijan wîlayetê ye:

Sêtîr û avakirina wan

Sêtîr ji sê endamên faal yê KAKê ku di navbera xwe de ava dikin û girêdayî Navendê ye, pêk tê.

Serokekî her sêtîran heye. Seroktî nayê guheratin ancax Navend dikare bigehurîne. Sêtîr bêyî biryara Navendî nayê fesihkirin.

Yê ku bi damezirandina sêtîran hatîye destnîşankirin ew dibe serokê wê. Di civîna sêtîran de di dema dengdanê de serok tenê dengek wî heye. Wezîfeya serok ew e ku sêtîran bangê civînê bike, bi Navendê re di têkilîyan de be, birayarên ku dihê girtin ji Navendê re bêje û aîdatên endametîyê berhev bike û bide Navendê.

TÎR: Yê ku bêşdarî sêtîran dibe ji wan re sêtîr dihê gotin. Sêtîr ji sê tîran pêk tê. Biryar ya bi yekdengî ya jî bi piranî dihê wergirtin yê ku mixalif be jî wexta biryar hat wergirtin dive bi biryarê re be.

Hersêtir him di navbera xwe de him jî bi derve re paroleyekê wê heye. Parolaya nav xwe ew bi xwe tespît dike yê derve Navend destnîşan dike. Bi parolayê re bi Navendê re dikevê têkilîyê.

Di her warî de biryara mitleq tenê KOM dide. Biryarên ku sêtîr werdigrin ji alîyê KOMê ve dikare bihê guhertin. Sêtîr tenê ji alîyê KOMê ve dikare bihê fesihkirin. Cezakirina endaman aîdê KOMê ye. Li gel ku her endam zane ku ceza û tedbîqkirina wê giran e jî ew pêşînen wê qebûl dike

Belgeyek KAKê ku di derheqê endamekî xwe de ceza daye
Ji Merkeza Giştî
-Lezgîn e-

Ji bo 0-103ê

Li gor rapora Civîna Çavderîyê ; ew girêdayî sêtîrê we ye û li cemîyeta Agirîyê wezîfedar e.

Ji bo ku di şeva cemîyeta me ya îsal de bi hin grûbên durû re hevalbendîyê kiriye û ji bo hesabên piçûk yê grûbê bi wan re ketîye têkiliyê;

Civîna Dadmendîya me ji bo vê têkilîya wî bi grûbê re ku tawîzên mezin daye wan da ew carekî din dubare neke, cezayê hişyarîyê (tembîh) daye wî û divê ew bihê agahdarkirin.

Ji bo ku adaleta hundirin a rêxistinî xurt bibe, divê îfadeya wî hevalê bihê stendin û herweha ji ber ku ew serokê sêtîrê ye, divê jêpirsîn kûr bibe û îfadeya wî ya nivîskî ya parastinê bihê stendin û di demek kurt de rewşa wî ji navendê re bihê ragihandin.

Serkeftin û bi bawerîya rojên ronahîyê.

-Sax bin,-

KAK

Koma Azadîya Kurdistan

İsmet İnönü’nün Kürt Raporu
Erzincan Kürt merkezi olursa Kürdistan’ın kurulmasından korkarım. Van ve Erzincan’da acele olarak, Muş ovasında tedricen ve Elazığ ovasında kuvvetli Türk...
Ah Tamara…
Van’daki Akdamar Adası’na da ismini verdiği rivayet edilen Akdamar efsanesi, zamanında bu adada yaşayan baş keşişin güzelliği dillere destan kızı...
Xelil Xeyali’nin Kürt Dili Üzerine Görüşleri
“Yayın yöntemi”ne ilişkin görüşü ikinci yazıya bırakmıştım. Fakat bu yönteme ilişkin ayrıntılı bilgiler vermeden önce onun temelini oluşturan bazı işlerden...
Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde Kürt Şehri Bitlis
  Wilhelm Köhler/Kitap  17. yüzyılda Osmanlı İmparatorluğu’nun egemenliği altında bulunan geniş coğrafyada sürüp giden yaşamla ilgili bugün elimizdeki en önemli...
Bitlis Beyliği’nin Statüsü,Rolü ve Önemi – Araştırma
Mela Mahmud Beyazidi; “Yabancı devletler, Kurdistan’ı işgal edebilmek için, herşeyden önce, Bitlis Beyliği’ni zapt etmeye yeltenmişlerdir.”        ...
1838’in Bitlis’i ve Southgate’in Kürd Şerif Bey ile tanışması
Bu çeviri, Amerikalı Misyoner rahip Horatio Southgate’in 1838 – 1839 yılları arasında Bitlis’ten geçerken tuttuğu notların İngilizce aslına sadık kalınarak...
Said Nursi’de Özgürlük Söylemi
  Gençken içine girdiği ilim dünyasında özgürlüğü bir hayat biçimi olarak benimsemiştir. İlk hayatı hocaları ile olan serüvende onun düşüncelerini...
Kırd,Kırmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri
Bazı illerde ise denebilir ki sadece birer ilçenin sınırları içinde Dımıli lehçesi konuşulur. Semsûr’un Alduş (Gerger), Ruha’nın Sêwreg (Siverek), Bedlis’in...
Kerkük Kan Ağlıyormuş
“Kerkük, Kürdistan´ın bir parçasıdır. Oradaki Türkmenler, Kürtlere sığınmış muhacir ve sığınmacılardır. Kerkük, Azerbeycan´da bir kent değil ki Türk´ü kan ağlasın....
Şekerci Hanı ve Said-i Kurdi’nin Dünyası
  Bediüzzaman Saidê Kurdî Henüz 30 yaşlarında Van’dan İstanbul’a gidip Fatih’te bulunan Şekirci Hanı’na yerleşiyor. Ve odasının kapısına bu yazıyı...
Pîyesa ‘Bîdlîs’ ya Wîllîam Saroyan
Ehmed Kurd nîne, ji hindikayî (kêmhejmaran) ye, ango ji tirkan. Lê ferqa wî ew e ku xwediye loqonteyek e. Ji...
Vasa’yı kurtarmak, Hasankeyf’i öldürmek
On milyonluk nüfusu ile bir İskandinav ülkesi olan İsveç’te 1700’e yakın müze bulunmaktadır. Bu müzelerden dünyanın ilk açık hava müzesi...
Tarihte Kerkük ve Kürtler
  Kerkük tarihine kısaca bir bakalım; Arkeolojik kazılar sonucunda Kerkük’te 28 bin yıl önce Neandertallerin yaşadığı kanıtlanmıştır. Şehir bir çok...
Yol Ayrımı; Askeri Uçak ve Milletin Özgür İradesi
  Irak, denilen devlet 1926 yılında Gertrude Bell’in Kral Faysal ile misterik aşkının imkansız çocuğu olarak dünyaya geldi. Irak bir...
Lozan, Ankara ve Sevr Antlaşması
    Türkiye Lozan ve Ankara kartını Uluslararası topluma ve Kürtlere gösterirken, Sevr antlaşmasından neden söz etmez? İşte, Lozan, Ankara...
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ