Bitlis Düşünce ve Akademik Çalışma Grubu
$ DOLAR → Alış: 3,85 / Satış: 3,86
€ EURO → Alış: 4,54 / Satış: 4,55

Parçek ji Romana DESMAL Û XENÇER a Atilla BARİŞER;

Parçek ji Romana DESMAL Û XENÇER a Atilla BARİŞER;
  • 19.11.2015

 

Sal 1655. Sefera li ser bajarê qedîm Bedlîsê. Neheqî li her derê dibe lê li her derê nayê qebûl kirin. DESMAL Û XENÇER. Romana evin û cengê… 8’ê remezanê, 1655, roja şemiyê, Bedlîs

 

 

 

 

 

 

Çemê Xosorê û Ribatê di herdu aliyê Keleha Jorîn ya Bedlîsê re dikişiyan û li ber kullîya Şerefiyê digihîştin hev. Kulliya ku ji mizgeft, medrese, îmaret, serşok û tirba Şeref Xan pêk hatibû, ji sed û bîst salan zêdetir bû ji gelê Bedlîsê re xizmet dikir.

Meydana Çevganê ya li serdestê kullîya Şerefiyê, tije temaşevan bû. Hê jî xelkê Bedlîsê ji taxên li çaraliyê bajar, ji bo temaşekirina pêşbaziyan, mîna lehî dikişiyan vê meydanê. Li meydanê bi hezaran mêr ji boy temaşeyê civiyabûn. Xencerên di ber mêran de, rimên di destê leşkeran de di binê tîrêjên tava nîvro de diteyisîn. Mêr û xortên çavkilkirî û rîhinekirî potên xwe yên cejnê li xwe kiribûn û hatibûn seyranê.

Xortên çap û çeleng, dest û milikên xwe dabûn hev û ketibûn govendê û bi aheng xwe li ba dikirin. Ji ber nigên wan tozeke zirav radibû. Xortekî bejinzirav î lihevhatî serê govendê dikişand. Desmaleke kesk, sor û zer di destê xwe de li ba dikir. Ji dengê def û zirneyan, dengê av û çemên zelal yên ku di nava bajar re dikişiyan, nedihat bihîstin.

Li ber herdu stûnên ku her yek li seriyekî meydanê bûn, bi sedan siwar li hemberî hev sekinîbûn. Hespên kihêl û kumêt di ciyê xwe de nedisekinîn. Sing û zikên wan li hev diketin. Siwarên simbêlbadayî, gemên devê hespan dişidandin ku pak bisekinin. Serê hespan bi kişandina geman re ber bi asîmanê şîn ve bilind dibûn û diranên wan ên gir derdiketin holê. Agir ji çavê hespan dipekiya. Dengê hîrehîra wan tevlî dengê def û zirneyan dibûn. Meriv digot qey wê hesinên di devê xwe de bi diranên xwe yên gir û spî bihêrînin.

Di destê siwaran de darên çevganê hebûn. Bi dengê daholan re ji her seriyekî siwarek veqetiya û ber bi qala li navenda meydanê de bi bayê bezê dan çargava. Toza ji ber simê hespan radibû ber bi asîmanê şîn ve bilind dibû. Kê qal bibira ber stûna xwe, wê ew biserketa.

Li aliyekî dinê jî pêşbaziyên nîşangiran dest pê kiribû. Çil nîşangehên ji çermê ga li kêleka hev dabûn rêzê. Piştî teqînan komeke nîşangir paş ve dikişiya û komeke din ciyê wan digirt. Bi teqînên tivingan re deng û awazên temaşevanan bilind dibû û paşê ji nişkê ve qut dibû.

Zemanî di nava girseya gel de bi dest û milên xwe ji xwe re rê vekir û hat serê pira Xatûniyê. Li wira dezgeha Nesîmê masîvan hebû. Bi destê xwe yê çepê silav dayê. Nesîm, destê xwe ji xoya masiyan dawşand û bir ser singa xwe û silava wî hilda. Bi dengekî bilind hal û hewalê hevdu pirsîn. Zemanî, sparîşa masiyan dayê û jê re got li vegerê ezê hildim. Xatirê xwe ji Nesîm xwest û di ser pirê re derbas bû û hat pêşiya Mizgefta Şerefîyê. Ji deng û qelebalixa meydanê hinekî dûr ketibû. Bêhneke kûr hilda û gavên xwe sist kir.

“Hevalê Zeman! Oxira te a xêrê be. Tu wiha di ser min re derbas dibî û bi ku de diçî?”

Zemanî, vegeriya li xwediyê deng nihêrî. Keleşê Dîn bû. Pişta xwe dabû dîwarê mizgeftê û rûniştibû. Her roj li derê mizgeftê bû. Alîkariya Xan û dewlemendên Bedlîsê qebûl nedikir û bi parsekî debara xwe dikir.

“Şikir, xêr e Keleş. Ezê heta cem Kekê Lo herim.”

Keleş, ji bo tîrêjên tavê nekeve çavên wî herdu destê xwe kir sîper. Siya destê wî ket ser rûyê wî yê qimer û qurçimî.

“Welleh ez heqê xwe li te helal nakim bira.”

Zemanî hat cem Keleş, merhebatî dayê û li ber Keleş sekinî. Nigê xwe yê seqet dirêj kir û li ser nigê dinê tindika rûnişt. Bi awirekî tûj jê pirsî:

beti4

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ka bêje, ji bo çi tu heqê xwe li min helal nakî?”

Keleş, destê xwe ji ser çavên xwe hilda.

“Ez teze pê hesiyam.”

“Tu bi çi hesiya? Ka min jî pê bihesîne.”

“Li pişta çiyan jî gund hebûne, te çima ji min re negot?”

“Erê welleh hene lê min nizanîbû ku tu nizanî. Kê ji te re got ku li pişta çiyan jî gund hene?”

“Hîvê got.”

“Kîja hîvê?”

“De here lo, ez ji te xeyîdî me.”

“Yek tu û yek jî pîra diya min, hûn belasebeb ji meriv dixeyîdin lo…

Çima camêr? Min çi kir?”

Keleş, destê xwe ber bi girê Dîdebanê de dirêj kir.

“Ka qaşo tu zana yî. Te ji min re negotiye ku li pişta çiyan jî gund hene. Hîvê ji min re got.”

Zemanî jî destê xwe dirêjî Medresa Şerefiyê kir.

“Heyran zanyarî li ku û ez li ku? Hemî zanayên Bedlîsê di pişta vî dîwarî de ne.”

Keleş, serê xwe kir ber xwe.

“Ez bi rojî me ha! Nebê, nebê tu dibêjî tu ne bi rojî yî ha! Bi vê remezanê, ez bi rojî me.”

“Xwedê qebûl bike Keleş. Ez dizanim ku tu bi rojî ye lê dibêjin Keleş heta nîvro digire. Ma rast e?”

“Rast e. Hîvê ji min re got, li pişta çiyan jî gund hene. Li wan gundan jî mirov hene.”

Zemanî, dizanîbû ku gotinên wî û Keleş hevdu nagirin. Dîsa jî ji sihbeta bi Keleş re, hez dikir.

“Erê Keleş, rast e. Li derveyî dinyayê jî jiyan heye. Paşê nebêje negotiye.”

Çavên Keleş fire bûn û biriyên wî rabûn.

“Na lo, ma li derveyî dinyayê jî gund hene?”

Zemanî serê xwe li ba kir.

“Yeqîn bike hene.”

“Na heyran! Tu xwe ji xwedê dikî. Qet li derveyî dinyayê gund dibin?”

“Tu ji min bawer nakî ji hîvê bipirse. Vê gavê bi xatirê te. Destê min ji te nabe lê dibê ez herim. Tu dixwazî êvarê were malê. Emê li ser vê mijarê bisekinin.”

Keleş, milê xwe rakir û ber pê de hejand.

“Bira, tu diçî cem wî dînikî çi? Ma tu nizanî ku wiya serê xwe xwariye…

Kî di vir re derbas dibe, dibêje ez diçim ba Lo. Kes jî nabêje em li ba Kelo rûnên, hinekî jî halê wî bipirsin. De herin, herin! Ez serê we bixwim bi ser Lo Zemanî, Keleş li wir hîşt û ket medresê.

Medrese li rojhelatê mizgeftê bû. Li qata wê ya jêrîn dikan hebûn. Vana dikanên medresê bûn û kirêya wan didan medresê. Derê medresê li eniya başûr bû. Eniya medresê û dîwarê mizgeftê yê ku mîhrab lê bû, li hemberî hev bûn.

Di navberê de sê gav hebû. Di deriyê medresê ku bi du stûnan hatibû çarçovekirin re meriv berê diket eywanê û paşê diket hewşê. Li hemberî deriyê derve eywana dersxanê hebû. Li herdu milên eywana qubekî, di pişta sivderan de hicreyên feqiyan di rêzê de bûn. Li nava aliyê rojhelat mekaneke çargoşe ya qubekî hebû. Li herdu aliyê wê hicreyên çargoşeyên qubekî û li aliyê din jî du lîwanên çargoşe yên qubekî hebûn. Li milê din jî pênc hicre yên çargoşe yên qubekî di rêzê de bûn. Qubeyên medresê ji derve de heta ser devê sivandeya banî bi xweliyê hatibû veşartin.

Rojên înê ji bo şagirtan roja betlanê bû. Ji ber vê yekê li derdorê kes tunebû. Hemî mele û şagirtên medresê çûbûn temaşeyê.

Bi dengê Zemanî re pisîkeke sipî, mîna gilokeke rîsê spî ji tariya hundir pekiya û hat. Piştî pisîkê Lo ji çaviya ku tê de radiket, derket. Bi derketina wî re pisîka wî ya ku jê re digot Beşê, xwe di daw û devlingên wî da.

beti3

Lo, pir jar bû. Ji ber jarbûnê mîna miriyek ku teze ji gorê rabibe, xof dida dilê meriv. Pişta wî xûzikî û bedena wî mîna kewanê tewandî bû. Dema ku bi rê de diçû hemî bedena wî dilerizî. Serê wî li ser nedisekinî. Şaşika li serî û riyê wî yê spî lihevhatî bû. Ji ber ku diranên wî tunebûn her du gepên wî di kort de çûbûn û lêvên wî yên qerçimî bi ser bidûyên wî de kişiyabûn. Movik, reh û tamarên mil, dest û piyên wî yek bi hemdê xwe dixuyan. Gûzekên nigên wî yên pêxwas, wisa gir bûn ku meriv digo qey paşê pê ve kirine. Lixwekirina wî dişibiya ya dewrêşên geroke yên ku jê re digotin sibikbar. Hirqayeke heyderîyê ji cawê qalind lê bû. Di binê hirqeyê bêmil û kin de tennûreyek dirêjê ku li gorî dewrêşan kefenê axîretê bû, li xwe kiribû. Merivê ku tennûre li xwe bikira divê dizî, zina û derew nekira û heram nexwara. Bi serê bendikê ku li nava xwe girê dabû ve dendikeke reş dardakirîbû. Bikaranîna wê dendikê sinet bû. Dendikî wîya ji xwarina zêde, xeberdana zêde, ji tîbûnê û heşereyên bi jehr diparast. Cilbenda reş ya bi kimbera wî ve dardakirî, ji çermê berxikan bû. Di desta de gopaleke xelatî yê nexşkirî hebû.

Lo, bi hatina wî kêfxweş bibû. Serê wî bêhemdê wî dihejiya. Mîna zarokeke teze bi ser nigan bikeve xwe li ba kir û ber bi wî de bi gavên nerm meşiya. Merhebatî dan hev. Lo, di cî de hêdîka vegeriya û bi destê xwe işaret da Zemanî û pê re jî hêdîka got:

“Were.”

“Kekê, dibe ku tu raketibû?”

Serê Lo, di ber de bû. Pirsa zemanî nebersivand. Hejiya û çû hicra xwe.

Zemanî jî li dû wî ket hicrê.

“Erê welleh, min hinekî serê xwe danîbû lê ji ber teqîna tivingan xew bi çavê min neket. Ma çi diqewime li meydanê?”

“Dengê tivingên nîşangêran in. Xanê Elîşan şahî daye sazkirin.”

“Erê kekê mino. Tu were ev şahî bi xwe re şînê bîne.”

Hundirê hicrê hênik bû. Quncika jorê, ciyê Lo ê raketinê bû. Pir sade, paqij û bi rêkûpêk bû. Li erdê kulaveke spî, li ser kulav xalîçeyek nexşîn, li ser xalîçê jî postê gakoviyekê hebû. Lo, li ciyê xwe yê her car rûnişt û pişta xwe da balgiha xalîçe. Ketin nava bêdengiyê.

“Kekê, ma te do paşîv xwar yan na?”

“Erê, mala wî ava be, Hesenê libûdî do ji min re tasek keşke şandibû.”

Avahiya îmaretê ji kevirên Xelatê hatibû çêkirin û çargoşe bû. Derê wê li başûr bû. Meriv di eywaneke piçûk re derbas dibû û paşê diket hewşa mezin a qubekî. Li çaraliyê hewşê çar eywanên qubekî û li her qunceke eywanan hicreyên qubekî hebûn. Di hundirê eywana li milê rojava de sebîleke avê û hewzeke piçûk hebû. Îmaret û mizgeft li hemberî hev bûn. Li rêya di navbera wan de kevir hatibû raxistin. Li herdu aliyên rê ji hêşînahî, gul û sosinan meriv nikarîbû gav biavêta. Li aliyê tirba Şeref Xan baxçeyek piçûk ê bi dar hebû. Tê de cure cure kulîlk, gul û sosin hebûn. Vira li gorî teqereq û tevliheviya bajar, ciyekî wisa asûde bû ku hizûr dida giyanê mirov. Li derdorê sikûnetek efsûnî hebû.

Tava sibê di ser Dîdebanê re bilind bibû û di nava şitlên darên fêkiyan re xwe digîhand ser hêşinahiya derê mizgeftê. Hejîr hê negihîştibûn lê dema tûyan bû. Tûyên gihîştî ji daran de ketibûn ser hêşînahiyê. Vizîna mozên hingiv bûn, difiriyan û xwe li ser tûyên weşiyayî datanîn û radibûn. Ji derdorê dengê xuşîna ava kaniyê, lorîna bilbilan, vîçevîça çivîkan dihat.

Zemanî, li ber kaniya ku ava sar wek çemekî jê dikişiya sekinî û çend çeng ava sar avêt ser çavê xwe. Paşê bi desmala xwe dest û rûyê xwe zuha kir.

“Nizanim çi heye li wir ku tu wisa bi eşq diçê?”

“Na, wisa nebêje. Ez ji çiyayê Dîwanê hez dikim, ku dertêm serê wî.

Ji wir de Gola Wanê, Keleha Wanê, Newala Kevirê Qul, Rasta Rehwayê û heta Deşta Mûşê tev dixuyin. Tew heta hundirê odeya Xan jî dikarim bibînim. Dema ku dertêm wir, sê rojan nayê bîra min ku vegerim Bedlîsê. Min bizanîbûya ku ji birçîna yan jî ji ber sermayê namirim, qet jî ji wir nedihatim.

Di nava mirovan de debara min nabe. Çol, çiya û banî nebûyana niha ez zû de miribûm.”

Piştî bêdengiyeke kin, bêhneke kûr hilda û da ser:

“Lê ez bawer nakim ku vê havînê bikaribim derkevim Dîwanê.”

“Çima?”

“Vê havîne rêya Dîwanê li ber min girtiye…”

Piştî vê hevokê dîsa demeke kin bêdeng man. Qerçîmên rûyê Lo zêde bûn. Mîna ku xebereke bêyomî bide bêdil dewam kir.

“Ewrekî reş bi ser Bedlîsê de tê. Ewrekî wisa ye ku wê bi xwe re tofanê bîne. Ev tofan ne dişibe şerê Ecem û ne jî qetilxwîna Sincarê… Vê havînê ne tenê ez, kes nikare derkeve çiya û zozanan.”

“Kekê, çûyîna zozanan zû de dest pê kir. Ayan, eşraf, mezin û piçûk…

Her kes diçe ser zevî, bax û baxçeyên xwe. Di nava çend rojan de ji bilî min û te kes li Bedlîsê namîne.”

Piştî bêdengiyeke kin, Lo darê xwe sê cara li erdê xist û got:

“Îsal kes nikare ji mala xwe derê. Di mal de jî em bi silametî bimînin baş e. Paşayê romê nasekine.”

“Keko, li gorî agahiyan, artêşa romê hatiye Erdîşê lê ez bawer nakim êdî pêş de were. Ez hêvîdar im ku wê li hev rûnên. Ma çima qey Paşa dîn bûye?

Hê çendek berê mêvanê Xan bû. Xan û gelê Bedlîsê ewqas jê re malîvanî kirin û qedir û qîmet danê. Meriv qet di kodika nanê xwe de dirî?”

Zemanî ji gotina xwe ya dawîn poşman bibû. Dîsa bêhemdê wî gotineke xam ji deva derketibû û ji ber vê gotinê şerm kiribû.

“Heşa ji hizûra te” got û bêdeng ma.

Lo, mîna ku nexwaze şerma wî bide rûyê wî, tiştek negot û vegeriya û li pisîkê nihêrî. Beşê, şîrê xwe xelas kiribû û vekişiyabû ber dîwar. Li ber tava nîvro pencikên xwe dialast. Sîtavkên rojê di nava şitlên darên fêkiyan re xwe berdidan ser çawîla hewşê û li ser hêşînahiyê, ji ronahiya xwe cure cure wêne derdixistin holê. Di binê siya daran de rûniştin. Beşê jî hat li kêleka wan sekinî. Demeke dirêj wisa man. Lo, darê xwe ber bi girê Dîdebanê de dirêj kir.

“Ji me wetrê çiya bêliv in lê ew jî wek ewran di nava tevgerê de ne.”

Darê xwe vê carê jî li erdê xist û dewam kir.

“Kevir jî dijîn. Giyanê wan jî heye. Ka kevirekî piçûk hilde kefa destê xwe û goh bidê, wê ji te re çi bêje û çi nebêje.”

Paşê serê xwe rakir û çavên xwe kuta nava çavên Zemanî.

“Piraniya mirovan vê rastiyê nizanin… Xanê te û Paşayê romê jî di nav de… Yek li vir û yek jî li Wanê leşker berev kirine… Qaşo herdu jî dibêjin em ji ometa Mihemmed Mistefa ne… Ya bi xêr.”

Lo demeke kin navber da qisedana xwe. Paşê darê xwe dirêjî qunceke bexçe kir.

“Min wê rojê li dera hanê fatfatokek duserî û bêpoçik dît. Mîna kurdan… Ku fatfatok dikeve kana mirinê, tavil poçika xwe davêje û serê xwe ji pelixandinê xelas dike. Lê em? Em ne wisa ne… Serê me pir in lê boçika me tune.”

Zemanî, darikek hildabû, bi derbên çeperast li ser xweliya binê bexçe xêzên kûr çêdikir. Beşê diteliya û paşê ji nişkê ve xwe diavêt ser xêzikên ku ji serê darikê Zemanî derdiketin holê. Serê Zemanî di ber de, guhê wî li Lo bû.

“Di dema Siltan Îbrahîm Xan de serdariya eyaleta Wanê dabûn paşayekî romê. Navê wî niha nayê bîra min. Hînga kurmancên Wanê bibûn yek û nehiştibûn ew bikeve bajar. Paşa pastûka xwe xurand û ji derê keleha Wanê vegeriya û çû. Heta Asîtaneyê li paş xwe nenêrî.”

“Hezar eşîrên kurmancan hene. Ji ku tên ser hev. Na harê! Şûr li stûyên wan keve nayên ser hev.”

“Ew derdê me yê bêderman e… Hemin ji wêya gumana min tune lê divê Bedlîs mîna şîjoyê bibe gilok. Wekî din çare nîne.”

10’ê remezanê, 1655, şeva duşemê, Bedlîs

Avahiyên kulliyeya Şerefiyê ji kevirê sor yên Xelatê hatibûn çêkirin. Di navbera mizgeft û medresê de navberek bi qendî sê gavan hebû. Herdu avahî mîna du dostên berê li kêleka hev rûniştibûn û pişta xwe mîna ku balgihek be dabûn zinarên li biniya Taxa Zeydanê. Li ber dîwarê mihraba mizgeftê avahiya medresê hatibû çêkirin. Deriyê medresê yê derve li vir bû. Deriyê mizgeftê yê bi hişmet jî berê xwe dabû milê rojhilat û her roja nû tava sibehê bi dilgermî pêşwazî dikir.

Îro jî ji banga sibê de dîsa tavê pêşwazî kiribû û heta piştî nîvroja dereng tîrêjên wê mêtibû û nexş û nîgareyên li ser derî û dîwarên xwe pê germ kiribû. Zemanî, bi gavên sivik hat ber deriyê mizgeftê. Li malê dil kiribû ku piştî fitarê limêja terewîhê li mizgefta Şerefiyê bike lê dereng mabû. Dema limêjê derbas bibû û derdor ji merivan xalî bibû. Di nava nexş û nîgareyên deriyê bilind re ket eywana pêşîn û sekinî. Vira eywaneke piçûk bû. Şivaka di dîwarê hemberî derî de li hundirê tirba Şerefxan vedibû. Mîna her car dîsa di vê şivakê re li mezelê Şerefxan nihêrî. Vêya ji kalikê xwe yê rehmetî hîn bibû. Kalikê wî berî ku here ber rehma xwedê, çend salan nexweşî kişandibû. Roj bi roj ji qewet de ketibû û êdî nikarîbû bi serê xwe bigeriya. Gelek caran diket milê wî û bi hev re dihatin vê mizgeftê. Kengî ku di vî derî re diketin vê eywana piçûk, kalikê wî Emerîk li wir disekinî. Demeke dirêj li hundir mêze dikir û kûrekûr diramiya. Paşê fatîheyek dixwendin û derbasî hundirê hewşa mezin dibûn. Li derê tirbê xortekî dengê wî mîna zengil quran dixwend. Sal donzdeh mehên xwedê bênavber li ber serê miriyên di vê tirbê de quran dihatin xwendin. Dema ku tava sibê bi qendî bejna sê riman bilind bû artêşa giran çaralî dor li Bedlîsê girt.

Ji textê Wanê heta textê Wanê yê belavê, ji başûrê Kaniya Keşabê heta Çiyayê Avêxê ku heft gir e, wek mûriyan tije leşkerên Xan bû. Li rojhelatê bajar, li ser rêya Wanê, li bakurê bajar, di nava zinarên asê de, di hemî gelî û newalên di nava çiyayên Pêncstûnê, Avêxê, Dîwanê de pênc qat, şeş qat û heft qat meterîs hatibûn çêkirin. Li ser û pişta dîwarên meterîsan de bi hezaran leşkerên Xan yên girêdayî ji bo parastina payîtexta xwe amade bûn û li benda artêşa êrişkar bûn. Piraniya wan goranên rimavêj, tîrkêş û tivingvan bûn.

Dîwarên bilind yên meterîsan bi hezar al, kişmik, flama û senceqên rengîn ve hatibûn xemilandin. Al, senceq, tûx, flamayên kesk, sor û zer her der kiribûn wek zeviya kulîlkan. Çiyayê Textê Wanê yê pêncstûnê ku ciyê herî asê bû ji ber rengan dişibiya gulistanekê.

Deh hezar siwar û deh hezar jî peya di nava bajar de ji bo parastinê amadebûn. Nava bircên keleha Bedlîsê tije top, tiving û leşker bûn. Dîwarê wê yên bi heybet û bilind bi gelek al û senceqan ve hatibûn xemilandin.

Parastina keleha hundirîn Qere Elî bi sê hezar leşkerî ve hildabû ser xwe. Xan bi hêza xwe ve li rezên xwe dima. Di bin emrê wî de sê hezar leşkerên bijarte hebûn.

Li eniya başûrê Bedlîsê, li ser girekî bilind leşkerên Milazgir, Hekarî, Erdîş, Adilcewaz û Mûşê ji bo êrişê xwe bi cî kiribûn. Mihemed Beg, ji nava yekîneyên Milazgirê sed peyayên li ser xwe hilbijartibû û dabû pêşiyê. Daholên cengê lê xistin. Bi dengê daholan re yekîneyên êrişkar mîna mûrîyan ji pal û girên bilind yên li çaraliyê bajar de dest bi êrişê kirin û ber bi kozikên Xan de kişiyan.

Şerekî giran destpê kiribû.

Heta danê êvarê topên şahîderbzan mewziyên Bedlîsê bênavber kutan û kirin eleg û bêjing. Hirîna hespên serhişk, qirçîna tivingan, şingîna şûr û mertalan, vizîna tîr û riman û qarîna mêran tevlîhev dibû. Tep û toza simên hespên hêris û bazdayî ber bi asîmanê zelal de bilind dibû. Heydade û hengameyek wisa hebû ku dê ewladê xwe diavêt. Ku şûrên ji hesinê sar di nava parxanên mêran re digihîşt nava hinavên germ, qarîna mêran bilind dibû, li bircên kela Bedlîsê diketin û belawela dibûn.

Ezraîl dîsa bibû şahsiwarê mirinê û li dora Bedlîsê digeriya û çê û xerab, wêrek û tirsonek, gir û lawaz ji hev venediqetand. Dest diavêt qevzika ruhê şervanan û canê wan bê destûr ji wan distend. Sîqalk, teyr û tilûrên laşxwir li çiyayên derdora Bedlîsê digeriyan û li benda laşên teze bûn.

Kesên ku halanan li xwe didan û digotin mêrxas, rimbaz, peya û mêrê mîna min tune, niha yan bi derbeke giran serê xwe datanîn ser axa sar, yan jî canê xwe reverev ji qada şerê giran xelas dikirin.

Li derdora Çiyayê Avêxê û li mewziyên başûrê bajar leşkerên Osmanî paş ve kişiyanbûn lê berêvarî li Dehdîwanê zora leşkerên Xan biribûn û wira bi dest xistibûn.

Xencerên di ber mêran de, rimên di destê leşkeran de di binê tîrêjên tava nîvro de diteyisîn. Mêr û xortên çavkilkirî û rîhinekirî potên xwe yên cejnê li xwe kiribûn û hatibûn seyranê.*

Bitlisname.com Kaynak gösterilmeden yayımlanamaz.

Etiketler:

İsmet İnönü’nün Kürt Raporu
Erzincan Kürt merkezi olursa Kürdistan’ın kurulmasından korkarım. Van ve Erzincan’da acele olarak, Muş ovasında tedricen ve Elazığ ovasında kuvvetli Türk...
Ah Tamara…
Van’daki Akdamar Adası’na da ismini verdiği rivayet edilen Akdamar efsanesi, zamanında bu adada yaşayan baş keşişin güzelliği dillere destan kızı...
Xelil Xeyali’nin Kürt Dili Üzerine Görüşleri
“Yayın yöntemi”ne ilişkin görüşü ikinci yazıya bırakmıştım. Fakat bu yönteme ilişkin ayrıntılı bilgiler vermeden önce onun temelini oluşturan bazı işlerden...
Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde Kürt Şehri Bitlis
  Wilhelm Köhler/Kitap  17. yüzyılda Osmanlı İmparatorluğu’nun egemenliği altında bulunan geniş coğrafyada sürüp giden yaşamla ilgili bugün elimizdeki en önemli...
Bitlis Beyliği’nin Statüsü,Rolü ve Önemi – Araştırma
Mela Mahmud Beyazidi; “Yabancı devletler, Kurdistan’ı işgal edebilmek için, herşeyden önce, Bitlis Beyliği’ni zapt etmeye yeltenmişlerdir.”        ...
1838’in Bitlis’i ve Southgate’in Kürd Şerif Bey ile tanışması
Bu çeviri, Amerikalı Misyoner rahip Horatio Southgate’in 1838 – 1839 yılları arasında Bitlis’ten geçerken tuttuğu notların İngilizce aslına sadık kalınarak...
Said Nursi’de Özgürlük Söylemi
  Gençken içine girdiği ilim dünyasında özgürlüğü bir hayat biçimi olarak benimsemiştir. İlk hayatı hocaları ile olan serüvende onun düşüncelerini...
Kırd,Kırmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri
Bazı illerde ise denebilir ki sadece birer ilçenin sınırları içinde Dımıli lehçesi konuşulur. Semsûr’un Alduş (Gerger), Ruha’nın Sêwreg (Siverek), Bedlis’in...
Kerkük Kan Ağlıyormuş
“Kerkük, Kürdistan´ın bir parçasıdır. Oradaki Türkmenler, Kürtlere sığınmış muhacir ve sığınmacılardır. Kerkük, Azerbeycan´da bir kent değil ki Türk´ü kan ağlasın....
Şekerci Hanı ve Said-i Kurdi’nin Dünyası
  Bediüzzaman Saidê Kurdî Henüz 30 yaşlarında Van’dan İstanbul’a gidip Fatih’te bulunan Şekirci Hanı’na yerleşiyor. Ve odasının kapısına bu yazıyı...
Pîyesa ‘Bîdlîs’ ya Wîllîam Saroyan
Ehmed Kurd nîne, ji hindikayî (kêmhejmaran) ye, ango ji tirkan. Lê ferqa wî ew e ku xwediye loqonteyek e. Ji...
Vasa’yı kurtarmak, Hasankeyf’i öldürmek
On milyonluk nüfusu ile bir İskandinav ülkesi olan İsveç’te 1700’e yakın müze bulunmaktadır. Bu müzelerden dünyanın ilk açık hava müzesi...
Tarihte Kerkük ve Kürtler
  Kerkük tarihine kısaca bir bakalım; Arkeolojik kazılar sonucunda Kerkük’te 28 bin yıl önce Neandertallerin yaşadığı kanıtlanmıştır. Şehir bir çok...
Yol Ayrımı; Askeri Uçak ve Milletin Özgür İradesi
  Irak, denilen devlet 1926 yılında Gertrude Bell’in Kral Faysal ile misterik aşkının imkansız çocuğu olarak dünyaya geldi. Irak bir...
Lozan, Ankara ve Sevr Antlaşması
    Türkiye Lozan ve Ankara kartını Uluslararası topluma ve Kürtlere gösterirken, Sevr antlaşmasından neden söz etmez? İşte, Lozan, Ankara...
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ