Bitlis Düşünce ve Akademik Çalışma Grubu
$ DOLAR → Alış: 3,86 / Satış: 3,87
€ EURO → Alış: 4,55 / Satış: 4,57

Rêberê Kurd ê Herî Çeleng, lê Bênav

Rêberê Kurd ê Herî Çeleng, lê Bênav
  • 19.11.2015

 

 

Par Krîs Kuçera, di gotareke xwe de qala çend fransizan dike ên ku di dema xwe de rêwîtî li İmperatoriya Osmanî kirine, û wan wek pêşengên Kurdolojiya Fransî dibîne.

 

 

 

 

Yaşar Abulselamoğlu

Yekî ji wan jî Baptîsîn Pujula ye. Pujula di sala 1837-an de diçe Împeratoriya Osmaniyê. Di dema ku li ser navê nîzam-î cedît û merkezîkirina desthilata împeratoriyê, Ordiya Osmanî li Kurdistanê li hember mîrektiyên kurd şereke dijwar û seferberîyeke mezin daye destpêkirin de, şahidê bûyerên ecêb dibe. Di encama van êrişan de, Mîrektîyên Kurdan yek bi yek ji holê tên rakirin. Em şewat û werankeriyên wan salan, trajediyên nedîtî û zilmên dirindeyî, bi taybetî, ji nameyên Moltkeyê dizanin. Lê, çavnêriyên Pujula jî bi yên Moltkeyê teva dikin. Pujula jî mîna Moltkeyî, “ bi sempatî li kurdan nanêre”, lê, herduyan jî rastîyê, ango, çi dîtine, ew nivîsîne.

Baptîsîn, çawa ku Par Krîs Kuçera dibêje, van çavnêriyên xwe, bi navê “Rêwîtî”, di sala 1840-an de çap dike. Û ji destê yekem, qala Ordiya Osmanî ya ku bi serkêşiya Hafiz Paşa êrîş biriye ser Begê Rewandûzê, dide.

“Piştê ku BegêRewanduzê teslîm dibe, şer ji her demê zêdetir gur û dijwartir dibe”, dibêje, Baptîsîn Pujula. “Kurd, ji xiyaneta hin serokên xwe qehirî, şereke bêmefer, lê bêhempa didin. Li herderê şervanên kurd derdikevin, ji mêrxasî û nebeziya berxwedana wan, Ordiya Osmanî şaş û metel maye. Tu heyf û mehrêbaniya kurdan ji dîlên eskerên tirkan re nemaye –mix li wan dikutin, çavên wan derdixin, wan bi zindî dişewitînin. Paşe bersivê wan bi qazox û singxistinê yên li girtiyên kurdan, dide. Tolhildanên wer hovane sê meh in berdewam in. Ordiya Osmanî 4000 eskerên xwe wenda kirine. Gundên kurdan bêhesab hatine şewitandin…

“Ez çawa dikarim, niha nêzikî gundê Ergaxê, sehneya ku temaşa dikim, vebêjim? Di quntarên Alaca-Dagê, di dereke tozîn de, li yê ku ti sîber têde tune, 4000 girtiyên kurd, ji her temen û zayendê wek dîl hatine girtin. Wan tu caw an paç nîn e ku pê ji xwe re kon çêkin û ew di bin şewata tavê de mane. Ew nikarin di vê germahiyê han de xwe ragrin, rûyên xwe dixin nava tozan. Piraniya wan zilam, jin, keçên ciwan û zaro seranser tazî ne. Di hinekan de parçeyeke caw, a ku pê dorûberên xwe pêçane, heye. Rûyên wan êş, keser û bêmeferiyê nîşan didin… Hawar û qirîn, hêstir û girîyên wan 4000 kurd, ezaba hovnak a mehkûmên dojehê tîne ber çavê mirov.”

Ev mirovên bextreş, ew bûn şeş rojên ku li vir in; ji bo xwarinê piçek nanê reş, piçek jî ji çema vir avê didin wan. Di nav sê rojan de 20 zarokên berşîr, ji ber ziwabûna şîrên dayikan, di destên dayikên xwe de mirin…

Piştê ku werankirina gundên kurdan teswîr dike, Baptîsîn Pujula, behsa serpêhatiyeke bêhempa ya ku di dema seredana wî ya pêşîn a ku di qerergeha Xafiz Paşayî de diqewime, dike; li wir, ev sehneya şkencê û berxwedanê wek derbirîna mêraniya kurdan vedibêje;

Pujula dinivîse ku; “Zilamên kurd henin ku bi qerektereke derhişî ne. Yek ji serokên kurdan ê herî nebez –ê ku hê neketîbû 30 saliya xwe– ji aliyê tirkan ve hatîbû girtin. Ew yekî dirêj û pir bedew bû, kesî hê bi qasî wî kurdekî çeleng ne dîtiye. Ew birin ba Hafiz Paşa. Heger wî peşwaziya wezîrekî bikra, jê zêdetir bal û giringî jê re nedihata dayîn. Hafiz Paşa û Qadî, bi dûr û dirêjî digel rêberê kurd ê ciwan re peyîvîn, wan ceribandin da ku ew bidin qenehkirin ku di derheqa mewzî û sengerên kurdan de agahdarî bide wan. Generalê Osmanî heta soz da wî ku wî bike Mîralay di ordiya xwe de, heger ew bi dilxwazî bersivên pirsên wan bidaya.

reber1

Xêvik û bêhiş nebin, gotiye kurd, ez nabim Rewanduz Begê (yê ku teslîm bûye) duyem. Piştê ku ez bûme rêberê kurd, wê tucarî ez nema bibim rêberê mirovên din. Heger di yekîneyeke ordiya we de serleşkerek bama, min ê ew bizîviranda li hember we, Xwedê jî dizane ku ez ne xayînek im. Ji bo azlûyên ku hun li bendê wî ne ku ez ji we re eşkere bikim, hun wextê xwe wenda dikin. Carekê bextreşîyê ez xistim nava destên we, hun çi dikarîbin bikin, fermo, bikin.”

Hafiz Paşa yê ku hêviya xwe ya wazdina wî yê bi gotinan wenda dike, dizîvire ser şkenceyan. Generalî emir dide ji bo ku panîyên wî bi 500 caran li feleqe xin. Ser zîkê xwe dirêjikirî, gava li kurd dixistin, wî “çibûkek” xwest û dest bi kişanê kir, weka ku tu êş nedihesiya.

Ev sezaya hovane bi dirêjahiya du rojan dom kir, di ya roja sêyem da jî kurdê camêr hatîbû tazîkirin û ew xistin nava teşteke ya ku bi ava germ hatîbû tijekirin. Di derbarê berxwedan û tevgera kurdan de heman pirsan cardin jê pirsîn, lê tu gotin ji devê wî derneket.

“Tu bersiv nadî, digot Hafiz Paşa, ma dengê min nayê te?”

“Şûkir ji Xwedê re, guhên min baş dibihîsin, lê zimanê min ji we re wê her lal bimîne”, bersiv dida rêber.

Bi kijan şkenceya ji wê girantir em dikarin wî bînin ser rê da ku biaxife” –dipirsiya Qadî.

Rêberê kurd ê ezabkêş zilamê li pêş xwe nîşan da wan û got:

“Ji dîtina kurdekî tirsonek ê ku ji hevalên xwe re bêbextî kiriye û xwe teslîmê dijmin kiriye mezintir şkence tune ye”.

Gava ku kurdê xwe radestkirî, van gotinan dibihîse, destê xwe davêje sîlehê, wê dixe nava devê xwe û xwe pê dikuje.

Çend deqan şûnde jî kurdê rêber di ava kelîyayî de dimire.

Kuçera yê ku mîna her fransî gelek çîrok û serpêhatiyên leheng û qehremanên dinyayê guhdar kiriye, ji wê vebêj û çîroka Pujulayî ya li ser rêberê kurd ê herî çeleng, lê nenas û bênav digihe vê baweriyê;

“Dîroka kewnar ji wê bi şereftir mînakeke din a welatheziyê ji me re diyar nekiriye. Tu leşker an rêberekî yunanî yan romayî ji wî “hovê” ciwan qehremantir nebezî û dilsozî nîşan nedaye, ew ê ku dinyayê navê wî tucar nema bizane.”

Etiketler: / / /

İsmet İnönü’nün Kürt Raporu
Erzincan Kürt merkezi olursa Kürdistan’ın kurulmasından korkarım. Van ve Erzincan’da acele olarak, Muş ovasında tedricen ve Elazığ ovasında kuvvetli Türk...
Ah Tamara…
Van’daki Akdamar Adası’na da ismini verdiği rivayet edilen Akdamar efsanesi, zamanında bu adada yaşayan baş keşişin güzelliği dillere destan kızı...
Xelil Xeyali’nin Kürt Dili Üzerine Görüşleri
“Yayın yöntemi”ne ilişkin görüşü ikinci yazıya bırakmıştım. Fakat bu yönteme ilişkin ayrıntılı bilgiler vermeden önce onun temelini oluşturan bazı işlerden...
Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde Kürt Şehri Bitlis
  Wilhelm Köhler/Kitap  17. yüzyılda Osmanlı İmparatorluğu’nun egemenliği altında bulunan geniş coğrafyada sürüp giden yaşamla ilgili bugün elimizdeki en önemli...
Bitlis Beyliği’nin Statüsü,Rolü ve Önemi – Araştırma
Mela Mahmud Beyazidi; “Yabancı devletler, Kurdistan’ı işgal edebilmek için, herşeyden önce, Bitlis Beyliği’ni zapt etmeye yeltenmişlerdir.”        ...
1838’in Bitlis’i ve Southgate’in Kürd Şerif Bey ile tanışması
Bu çeviri, Amerikalı Misyoner rahip Horatio Southgate’in 1838 – 1839 yılları arasında Bitlis’ten geçerken tuttuğu notların İngilizce aslına sadık kalınarak...
Said Nursi’de Özgürlük Söylemi
  Gençken içine girdiği ilim dünyasında özgürlüğü bir hayat biçimi olarak benimsemiştir. İlk hayatı hocaları ile olan serüvende onun düşüncelerini...
Kırd,Kırmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri
Bazı illerde ise denebilir ki sadece birer ilçenin sınırları içinde Dımıli lehçesi konuşulur. Semsûr’un Alduş (Gerger), Ruha’nın Sêwreg (Siverek), Bedlis’in...
Kerkük Kan Ağlıyormuş
“Kerkük, Kürdistan´ın bir parçasıdır. Oradaki Türkmenler, Kürtlere sığınmış muhacir ve sığınmacılardır. Kerkük, Azerbeycan´da bir kent değil ki Türk´ü kan ağlasın....
Şekerci Hanı ve Said-i Kurdi’nin Dünyası
  Bediüzzaman Saidê Kurdî Henüz 30 yaşlarında Van’dan İstanbul’a gidip Fatih’te bulunan Şekirci Hanı’na yerleşiyor. Ve odasının kapısına bu yazıyı...
Pîyesa ‘Bîdlîs’ ya Wîllîam Saroyan
Ehmed Kurd nîne, ji hindikayî (kêmhejmaran) ye, ango ji tirkan. Lê ferqa wî ew e ku xwediye loqonteyek e. Ji...
Vasa’yı kurtarmak, Hasankeyf’i öldürmek
On milyonluk nüfusu ile bir İskandinav ülkesi olan İsveç’te 1700’e yakın müze bulunmaktadır. Bu müzelerden dünyanın ilk açık hava müzesi...
Tarihte Kerkük ve Kürtler
  Kerkük tarihine kısaca bir bakalım; Arkeolojik kazılar sonucunda Kerkük’te 28 bin yıl önce Neandertallerin yaşadığı kanıtlanmıştır. Şehir bir çok...
Yol Ayrımı; Askeri Uçak ve Milletin Özgür İradesi
  Irak, denilen devlet 1926 yılında Gertrude Bell’in Kral Faysal ile misterik aşkının imkansız çocuğu olarak dünyaya geldi. Irak bir...
Lozan, Ankara ve Sevr Antlaşması
    Türkiye Lozan ve Ankara kartını Uluslararası topluma ve Kürtlere gösterirken, Sevr antlaşmasından neden söz etmez? İşte, Lozan, Ankara...
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ