Bitlis Düşünce ve Akademik Çalışma Grubu
$ DOLAR → Alış: 3,93 / Satış: 3,95
€ EURO → Alış: 4,66 / Satış: 4,68

“Wê Ev Jî Derbas Bibe!”

“Wê Ev Jî Derbas Bibe!”
  • 06.11.2016
  • 3.317 kez okundu

 

Dîsa li ser wê çîrokê diramînim. Wer e, mirov tim dixwaze bi peyvên kurt ên efsunî xema xwe birevîne. Çîrok li ser begekî kurd; li ser feraset û hewldana wî ya bidestxistina ferasetê ye.

 

 

 

 

 

  •  Yaşar Abdulselamoğlu

Ji bo hebûn û aramîya Mîrektiyan pirsa perwerdeya fazîlet û bi rêgezên zadeganî, pirsên pir girîng bûne. Pêwîst e, beg bi çand û sinc, nirxeke desthilatdar a kevneşopî mezin bibin; pêşeroja jiyanê pê ve girêdayî ye…

Lê, gava em trajediya wan Begîtiyên ku di navbera du împaratoriyen mezin û cîhanî yên oldar de tînin ber çavên xwe, em dibînin ku ew pircaran ji van derfet û hoyan bêpar bûne. Ew carinan, ji begtiyên xwe gelek dûr, li kujeka din a imperatoriyan, di sirgûn û koçberiyê, di destê xelqê, hawirdora kûltûreke din de mezin dibin. Ji nirx û rûmetên kevneşopî yên xwe dûr…

Begê me, yê me gotî jî, bi vî awayî mezinbûye, paşê li ciyeke dûr ew peyda dikin û cardin ew dikin xanedanê Begîtiya bav û kalên Rojkan.

Kirine, lê belê, Bîdlîsî jê ketine belayê -ew bi tenê, nîjadi Zadeganê Rojekî bûye, lê bi hamiyet û sinc, na. Yekî sosret; bêtebat û dilteng, pir dîn û dîwane…

Gava ku tiştek bi xweşa wî naçe, ji nişka ve, dibe hêrsokekî ecêb, dest pê dike fermanên hişk û bêwijdan dide, lê di ser da pir naçe, ji xeydokiya xwe poşman dibe. Dema ku nikane kîn û hersa xwe li ser kesên din birjîne, xemgîn dibe û wer bêaram û hêwîşikest dibe ku tu dibê qey, dawiya dinyayê hatiye û ji wî re jî bes bi tenê; xem û keser mane…
Gava ji tiştekî kêfxweş dibe jî, her dîsa, xwe wer ji bîr dike -bi zirzîn û behicî li kesên din neheqîyan, heqaretên nedîtî dike. Piştre, cardin dest pê dike dihizire; ji kirinên xwe yên lewçe û ji quretiyên xwe pir û pir xemgîn dibe. Xuyaye, bê ku bixwaze herkesê diêşîne, ji ber ku, viyana wî bi sinceke baş ne hatiye terbiye kirin.
Jiber wê ku nikare mîna kalikên xwe yên berê xwedî hîkmet û fazîlet be, lê pir dixwaze ku bibe mîna wan bi dûrebîn û basîret, pir li berxwe dikeve.

Rojekî diramine û ji xwe re dibêje;

“Pir xerab e ku ez zû tûre dibim, pir bi çoş û kelecan im, ver nikarim serdestê xwe bim, bi aram bim. Dibe ku rahên min ne saxlem in an jî diljar im… Baştir e, hekîmek li min binêre. Dibe qey, dermaneka wê halê min hebe…”
Baştirîn hekîmê Begîtiyê gazî dike û derdê xwe ji wî re vedibêje, çareya pakbûna xwe jê dipirse.

Hekîm bersîv dide:

“Derda te, ne ji wan derda ya ku hekim karin jê re derman peydakin. Ji aliye bijûndariya laşî ve, hun ne nexweş in. Ya we tiştekî wer e ku, mirov dibê, qey êdî derdeke bêderman. Ji ber ku, derda we di xû û hevija we de ye. Di zaroktiyê de, pir bi kirtûpan û bê şerde we mezinkirine, lewra hun pir qure bûne. Ferî bi xawênîyên toriniyê nebûyî. Loma nizanî bi insanan re çawa bidî-bistînî.

Bi tecrûbe û zanînê ji bo ku bikaribî sinc û xûya xwe piçek bigûherînî, divê tu pir û pir pirtûkan bixwînî û ji peyvan têbigihî, ji siûd û jîyîna kesên din ders vergirî. Ji bo ku di nav şahî û keseran de xwe winda nekî, divê ji xwe re şîarekî-rêgezekî çêkî, a ku tim te birêve bibe, bibe best û payan a metanet û xweşbinîya te.

Dermana nexweşiya giyanî ji her dîsa giyanî ye.”

Desthilatdarê me qebil dike:

“Ez jî her wek te dihizirim”.
Ewlîyayek û alîmek gazî dike û ji rewşê wan agahdar dike.

Ewlîya dibêje;

“Zanîstên exleqî yên cûrbecûr henin. Tiştê herî baş ê ku divê tu bikî, ew e ku carina biçi li goristanan, li wir mirîyan bîni bîra xwe. Wekî din, neqehire, bizan ku, şîn û şahî rasterast bihevûdire girêdayî nînin. Ger wê bizanî, dilê te dê aram û hedan bigre.”

Desthilatdarê me bersîv dide:

“Here li îşê xwe binêre! Kêfa min baş jî be, xerab jî, ez naçim goristanê, li wir eqilan fêr nabim. Zanîsteka exleqî ya ku sivîktir û hêsantir e dixwazim, ya ku kare ji min re hertim rê nîşan bide.”

Alim dibêje:

“Li gor min, baştir e, çend alimên xwedî hîkmet, her bi te re bin, her tiştî bi wan re bişêvire û li gor biryar û ramanên wan bike. Bi vî awayî, ew bibin asteng li biryardanînên te ên tundraw û pirole û li pêşiya tevgerên te yên neeqilane bigrin. Ger xemgîn bî, te aram bikin, dema tu qurretiyên ji pirole nîşan bidî, ew te hişyar bikin, ji te re, tu çawa û çi bikî, bibêjin”

Desthilatdarê Rojkiyan bersiv dide:

“Here îşê xwe! Ger, ez her bi raye zanayan bim û li gor wan bikim, wê gavê ez çawa dikarim bibim serwerekî qenc?! Ez bi xwe karim qencî û xerabiyê ji hev derxim, lê gava, ez bi hers an kêfxweş dibim, her tişt ji bîr dikim. Derda min ev e!

Ez dixwazim li ser qaşa zimrûd a gûstîla xwe tişteke çê binivîsim, gava lê binêrim, min ji rewşên xerab û bîhntengî biparêze. Gava baranê ez şil kirim, eciz nebim, gava gotinên ku kêfa min ji wan nayê bibihîsim, ji hersan qehr nebim, gava li ser min boxtan davêjin, kuştina xwe nefikrim, gava li hember min êniyan çêdikin, nekevim ihtîrasên tundraw, bila sebir bibe şîretkarê min ê herî baş, bila ew her bigêhe li hawara min û bibe çawkaniya hedan û arama min.”

Ewlîya û zanyar bihevre dibêjin:

Pêydakirina gotinên “Qenc” kareke zor e.

Peyvên zana û vecîz, şîretên rewişt û sinc pir in, pir ji wan jî likêr in, her mirov ji jixwe çend heb ji wan dizane. Ji bo ku em şîara herî baş pêydabikin, divê em tev zanyaran kom bikin, bila herkes tiştên ku ji pirtûkan xwendine û zanin bibêjin. Hingê wê gavê hun dikarin peyva vecîz a ku kêfa we jê tê û ji we re dikare bibe alîkar, pêyda bikin.”

Serwerê me dibêje;

“Baş e, tiştê ku hun dibêjin, ez ê wê bikim”.

Ji xwediyê peyvên qenc -zanyar û bîreweran re, ferman dide ku nameyan bo vexwandina; “Civîn Bo Nirxandina Peyvên Aramdar”, binivîsin.

Civîn dest pê dike û bi çend rojan li ser sebir û nermî, xweşbînî û metanetê helbestan, hedîsan, gotinan û vecîzeyan dixwînin. Lê, tu gotin li xweşa hikûmdarî naçe, ew bi xeyidî:

“Ev nabe, ew jî nabe, ev pir dirêj e, jixwe, bi vê qet kêfa min nehat, ev bêwate ye, ew gotinana jî guhê mirov ker dikin, ew qet bi xweşa min neçû….”

Li roja dawiyê, derwêşekî kinc ferfat û peritî yê ku hay ji mebesta civîna zanyaran bûye, çawa wêrî ye, şensê xwe ceribandiye, ketiye nav civînê û gotiye:

“Ger rêdanê bidin min, ez jî dixwazim hevokeke pir kurt bibêjim, ez ê vecîzeyek wer pêşniyar bikim ku ji hemû pêşniyarên ta niha qenctir be”.

Hikûmdar:

“Ger civat destûr bide te, tu dikarî nêrina xwe bibêjî”.
Tev ên ku beşdarê civînê bûne, bi yekdengî gotine;

“Na, nabe! Serwerê me yê tovrind, ew çi sosretî ye? Ma qet dibe! Me ewqas rûpelên pirtûkan vekiriye-girtiye, me tev nêrîn û ramanên alîman xwendiye, me hê hevoka herî giranbiha peyda nekiriye. Ma ew ê şerpeze çawa pêydabike?!
Qet ne di ciyê xwe de ye -ew nezan ware li vir û ji me re ders bide!”

Camêr bersîvê dide:

“Rast e, lê madem we şîara likêr pêyda nekir, rê bidin, em ê ya xwe bibêjin!”

Desthilatdar dihizire û dipejirîne:

“Tu rast dibêjî. Qet ne girîng e tu kî yî. Bêhêlin, ka ew ji pêşniyara xwe bike!”
Yên gengeşî dikin û li hember wî derdikevin, dibêjin:
“Dê ka em guh bidinê, çi bibêje! Madem, viyana hikûmdarê me ye, dê fermo, awareyo!”
Mêrik dibêje:

“Qasî ku têdigêm, daxwaza Begê me ew e; li ser qaşa giranbiha ya gûstîlka xwe vecîzeyeke pir kurt bikole. Hevokeke watedar ê ku wî ji hêvîşikestin û qurretiyan biparêze. Wî nola kokimên xwe yên tovrind û esilzade, mirovekî bi hamiyetên qenc bike. Li gor min, gotina herî likêr, ji çend pêyvan pêktê, jê kurttir jî nabe.

Bila li ser kevira giranbûha;

“Dê Ev Jî Derbas Be!”, bide nivîsandin.

Civata zaneyan ên ku wê dibihîsin, dest bi hirecir, hay lime dikin.

Hin ji wan; “Ev çi gotinên terala û vala ne”, dibêjin.

En din; “Van gotinan, di pêşiya xebat, xîret û hewldanên pêydakirina rêya derketinê de, asteng in”; “Van gotinane nikarin bibin gotinên îroya me, paşverû û qederperest in”, dibêjin.

“Ev xêvikî ye, bêwate ye, bêtem e, sivîk in…”

Beg dibêje;

“Ez di vê nêrînê de me ku şîreta vî zilamî ne xerab e. Kurt û aramdar e. Çer ku bînim bîra xwe ku guhertinên kêfa mirovî normal e, êş û şahî demkî ne, tên û diçin, giyana min hedan bigre, dest bi hizirkirinê bikim, nakevim bêhêvîtiyê û zêde qurre nabim. Lê, dixwazim alim û zanyar jî van gotinan bipêjirînin”.
Bêşdar, alim û zanyar ên ku xirecirê wan didome xwe nêzikî pejirandinê nakin. Tev bi hers û qehirî, li belengazê ku kêfa wan xira kir, dinêrin.

Wê gavê Beg biryara xwe ya dawî dide:

“Lewra ku heta niha we gotinên herî vecîze peyda nekirin, van gotinan gavê wek gotinên herî baş dipejirînim. Ji tuneyî de, ev baştir in”.

Mîr gazî hosteyê kevirên giranbûha dike û bi pênûseke ji dîyamantê çêkirî, li ser qaşa giranbûha ya gustîlkê gotinên;

“Dê Ev jî Derbas Be!” dinivîse.

Begê me, ji tunebûnê baştir; “Dê Ev jî Derbas Be!”, ji xwe re dike şîar -ew çiqas ji wî re dibe alîkar, bi tenê ew zane. Em jî jiyana xwe ya niha, hîs dikin ku ew vecîze ji bo me zêde tişt neanîye. Em bûne qûrbanê hîkmetên wer ên fatalîst. Lê, mirov û civatên ku tîrêja ronak ji xwe re pêydakirine, pir hindik in. Ew ên din, hema ji tuneyî de, çi pêydakirine ew ji xwe re kirine, rêgez û rênîşandar. Ji ber ku jiyan li valayiyê qet hez nake, ew di valayiya sîstemeke qenc a ramyarî de yekcar têkdiçe. Ji jiyana ku em pê dajon, xuyaye ku me tîreja xwe ya renîşandar hê pêyda nekirine. Ji lê gerîna wî betilî, mîsoger em xwe davêjin li hembêza gotinên kurt û sivîk a “şerbezeyan”, heta ku bi trajediyên nû, em pê dihesin ku ew ne tu tîreja ku em di ronahiyê wî de meşiyane – ew peyvên xapînok ên ku me dibin şikeftên tarî ên jiyanê bûne.

Ez hevîdar im -kurd rojekî tîrêja ronak a jiyana xwe ya bi rûmet di peyvên giranbiha a rasteqînî de wê pêyda bikin! Heya wê gavê, xem nake, em sebra xwe, bi hevoka; “Dê Ev Jî Derbas Be!”, bînin.

Etiketler: / /

Xelil Xeyali’nin Kürt Dili Üzerine Görüşleri
“Yayın yöntemi”ne ilişkin görüşü ikinci yazıya bırakmıştım. Fakat bu yönteme ilişkin ayrıntılı bilgiler vermeden önce onun temelini oluşturan bazı işlerden...
Bitlis Beyliği’nin Statüsü,Rolü ve Önemi – Araştırma
Mela Mahmud Beyazidi; “Yabancı devletler, Kurdistan’ı işgal edebilmek için, herşeyden önce, Bitlis Beyliği’ni zapt etmeye yeltenmişlerdir.”        ...
1838’in Bitlis’i ve Southgate’in Kürd Şerif Bey ile tanışması
Bu çeviri, Amerikalı Misyoner rahip Horatio Southgate’in 1838 – 1839 yılları arasında Bitlis’ten geçerken tuttuğu notların İngilizce aslına sadık kalınarak...
Said Nursi’de Özgürlük Söylemi
  Gençken içine girdiği ilim dünyasında özgürlüğü bir hayat biçimi olarak benimsemiştir. İlk hayatı hocaları ile olan serüvende onun düşüncelerini...
Kırd,Kırmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri
Bazı illerde ise denebilir ki sadece birer ilçenin sınırları içinde Dımıli lehçesi konuşulur. Semsûr’un Alduş (Gerger), Ruha’nın Sêwreg (Siverek), Bedlis’in...
Kerkük Kan Ağlıyormuş
“Kerkük, Kürdistan´ın bir parçasıdır. Oradaki Türkmenler, Kürtlere sığınmış muhacir ve sığınmacılardır. Kerkük, Azerbeycan´da bir kent değil ki Türk´ü kan ağlasın....
Şekerci Hanı ve Said-i Kurdi’nin Dünyası
  Bediüzzaman Saidê Kurdî Henüz 30 yaşlarında Van’dan İstanbul’a gidip Fatih’te bulunan Şekirci Hanı’na yerleşiyor. Ve odasının kapısına bu yazıyı...
Pîyesa ‘Bîdlîs’ ya Wîllîam Saroyan
Ehmed Kurd nîne, ji hindikayî (kêmhejmaran) ye, ango ji tirkan. Lê ferqa wî ew e ku xwediye loqonteyek e. Ji...
Başkan Barzani’den Açıklama
Kürdistan Başkanı Mesud Barzani, Irak ve Haşdi Şabi güçlerinin Kerkük ve Kürdistan’a yönelik saldırılarına ilişkin açıklama yaptı.      ...
Vasa’yı kurtarmak, Hasankeyf’i öldürmek
On milyonluk nüfusu ile bir İskandinav ülkesi olan İsveç’te 1700’e yakın müze bulunmaktadır. Bu müzelerden dünyanın ilk açık hava müzesi...
Mam Celal Talabani Vefat Etti
  Irak eski Cumhurbaşkanı ve Kürdistan Yurtseverler Birliği (YNK) Genel Sekreteri Celal Talabani’nin vefat ettiği bildirildi.        ...
Kürtler o bayrağı neden salladılar?
Hem Bağdat rejimini, hem İran’ı hem de ümmet dayanışmasını göremedikleri Arapları sinir etmek isteyen, milliyetçiliği dindarlığından güçlü bir Kürt’ün, Kürdistan...
Tarihte Kerkük ve Kürtler
  Kerkük tarihine kısaca bir bakalım; Arkeolojik kazılar sonucunda Kerkük’te 28 bin yıl önce Neandertallerin yaşadığı kanıtlanmıştır. Şehir bir çok...
Yol Ayrımı; Askeri Uçak ve Milletin Özgür İradesi
  Irak, denilen devlet 1926 yılında Gertrude Bell’in Kral Faysal ile misterik aşkının imkansız çocuğu olarak dünyaya geldi. Irak bir...
Lozan, Ankara ve Sevr Antlaşması
    Türkiye Lozan ve Ankara kartını Uluslararası topluma ve Kürtlere gösterirken, Sevr antlaşmasından neden söz etmez? İşte, Lozan, Ankara...
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ