Said-i Kurdi’nin Kürt Milletine Hitabesi

Gelê kurd!
Dî ttîfaqê de quwwet, di îttihadê de heyat, di biratiyê de se’adet, di hukumetê de selamet heye. Kabika Îttihadê û sirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas bike.
Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tistekî ji we re bibêjim:
Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifzê ji me dixwazin.
Yek ÎSLAMÎYET e, ku bi hezaran xûna sehîdan buhayê wê dane.
Yê duduwan: ÎNSANÎYET, ku gerek e em nezera xelqê de bi xizmeta ‘eqlî, ciwanmêranî û însanîyetîya xwe nîsanî dunyayê bidin.
Yê sisiyan: MÎLLÎYETA me ye, ku mezîyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in , em bi karê xwe bi hifza mîllîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de sad bikin.
Pistî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin.
Yek feqîrî ye. Çil hezar hemmalê Îstembolê delîlê wê ye.
Yê duduwan: CEHALET Û BÊXWENDINÎ ye ku hezar ji nav me yek ni kanin rojnameyek bixwînin ev delîla wê ye.
Yê sisiyan: DIJMINÎ Û ÎXTILAF e ku ev ‘edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbîyê dike û hukumet jî, ji bêînsafîya xwe zulm li me dike.
Ku we ew seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê sûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dijminê xwe ser xwe rakin.
Û sûrê ‘pêshînl: ME’RÎFET Û XWENDIN e.
Yê duduwan: ÎTTIFAQ Û MUHEBBETA MÎLLÎ ye.
Yê sisiyan: ÎNSANÊ SUXLA XWE BI NEFSA XWE BIKE û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pista xwe nedê. Wesîyeta pasê:
Xwandin, xwandin, xwandin û bi destêhevgirtin, bi destêhevgirtin, bi destêhevgirtin.
Bedîuzzeman Melle Seîdê Kurdî
Çavkanî: [1] Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi , Istanbul, no: 1 (Tesrîn-î sanî 1324/ 11 Zîlka’de 1326 [1908],