Rojek ji rojên Tebaxê bû . Hewa pir germ bû. Her cih û der hêşînahî bû. Li çiyayan de ava hûnik herikiya. Koçeran ew wextan de diçûna zozanan.

Nava wan koçeran de pîrikek hebû. Kurekî vê pîrikê jî hebû. Bizinên wê pîrikê hebûn. Rojek koçer dîsa diçûna zozanan. Ev pîrik û kure wî jî nav wan koçeran de bû. Koçeran gihîştine zozanan û li wir li ber kaniyekî sekinîne. Qerar didin ku wî şevê li wê derê de bimînin.

Pîrik gaziyê kure xwe kir û jê re got:
“Em îşev li vir in. Tu her ji me re agirê pêxe ku em şîra ku ez bidoşim germ bikin.
Pîrik çû ba bizinan ku wan bidoşe. Pîrik dest bi doşê kir. Wan bizinê xwe tev doş kir.
Kurê pîrikê gazi kir, gote
“dayê min agirê pexist.”
Pîrik gote:
“Lawo ez şîrê bipalînim têm.”

Pîrik şîrê dipalîne û dibe dirjîne nava qazanê. Qazanê jî dibe datîne ser agirê ku kurê wê pexist. Pîrik ew şîrê ji bo çêkirina mastê kel dike. Şîr kelijî. Pîrik dît ku ji bo havînkirina şîrê mast tune ye. Pîrik difikire ku ji bo havînkirina şîrê mast ji ku ve peyda bike. Ji ber pîrikê bizinek borî. Pîrik dît ku bi bizinê ve stîriyek girtiye. Pîrik destê xwe tavê bizinê ku jê ew stîriyê biqetîne. Pîrik ku destê xwe kişa dît ku kêçek bi destê wê de hat. Paşê fikirî ku ew mastê bi kêçan ve havîn bike. Rabû û ji bizinan kêçan civand. Wan kêçan bi kevirê peçiqand. Wan kêçên ku peçiqand anî ku bavêje nava şîrê ji jor de dengekî bihistiye. Ew deng dengê Xwedê Teâlâ ye.
Xwedê ji pîrikê re gotiye

“tu çawa nîmeta ku min daye ew nîmetê bi kêçan ve havîn dikey.”

Ew wext Xwedê Teâlâ ew pîrikê, kurê wî û bizinên wan tev dike kevir.

Guhdarîkirin ji Havva Eryılmaz e.
Havva Eryılmaz 55 salî ye.
Ji gundê Mutkî ye. Navê gundê Zîzan e.
Berhevkirin Ceren Yağız