Helbestvan, dîroknas, stêrnas, erdnas û fîlozofê mezin ê Kurd e.

Ehmedê Xanî di sala 1650 an jî 1651’ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye.
Perwerdehiya wî

Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn Quran û fiqihê li cem bavê xwe Şêx Îlyas digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, stêrnasî û fîlolojiyê dibe. Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike, ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê.

Rûpelên yekem ên destnivîsek Mem û Zîn li British Library, Or. 11996, ff. 1v–2r. (1221 PH/1806–1807 PZ)

Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Aristoteles, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek fîlozofên din de dimîne û bi fikr û ramanên xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye.[3] Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine. Xanî bi taybetî, ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de tê xwendin.

Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farsî) dizanî bû. Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, stêrnasî û hwd. dihatin dayîn. Helbestvanê bi nav û deng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî di sala 1707’an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye.

Rûpelên yekem ên destnivîsek Edîqeya Îmanî li British Library, Or. 5932, folio 14 verso.

Ehmedê Xanî netewperwerekî kurd bû û xwestiye ku yekitiya kurdan çê bike. Îxtîlafên di nava kurdan de ji bo wî, pirsgirekeke mezin bûye. Ji ber hindê ye ku wî di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan kiriye û li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgariya Kurdistanê sekiniye û di berhema xwe de çareseriyê wisa nîşan dike;

Lê di berhemên Ehmedê Xanî de, nijadperestî li dijî tirk, ereb û farisan tuneye. Ji xwe di hinek helbestên xwe de bi tirkî, erebî û farisî jî nivîsiye. Berî Ehmedê Xanî helbestvanên wek Eliyê Herîrî, Baba Tahir Hemedanî , Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran jî bi zimanê kurdî berhemên hêja afirandine, ango Xanî ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsîne, lê ferqa wî ji wan helbestvanên kurdî yên berî wî ev e ku wî doza azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe. Berhema wî ya menzûm “Mem û Zîn” wek sertaca wêjeya kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye çavkaniyeke netewî ya giranbiha. Xanî ji bo afrandina nasnameya netewî, ji bo bilindkirina alaya yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsiye. Herçend ew destan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikr û ramanên xwe, daxwaz û pêşniyazên xwe pêkêşê gelê xwe bike. Di xebat û fikir xwe de Firdewsî ji Îraniyan, Eflatûn ji bo yewnaniyan, Rûstavelî ji bo Gurciyan çi be Ehmedê Xanî jî ji Kurdan ew e.

Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet

Kurmanc ne pir di bê kemal in
Ema yetîm û bê mecal in,
Fîl cumle ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bê xwedan in.