Riya gundîyan êdî bi bajêran dikevê. Hewceyîya bajêrîyan bi gundan kême. Lê ev heye.. ku bajêrî mal û mehsûlê gundan bikirin û bifiroşin, an gundî zebûnîyên wan bin, pertal û tiştên lazimîya gundîyan bifroşin wan, dostanîyekê bi ticaretê girêdayî di neqeba wan da tê holê, Her gundîyek muhtacê dostekî bajêrî ye, Bajêrî dibî kefîlê wî ku ji bajêrîyan car caran bi deyn tiştan bistîne, krêdîyê bankan te’mîn bike, şolên fermîyên bi dewletê va çareser bike û piştgirîya wan bike.

Piştî ku Demokrat Partî ya Menderes hate ser hukum û bajêrî muhtacê reyan bûn, qedrê gundîyan îdî hate girtin û navbera gundî û bajêrîyan hebekî germ bû. Lê niha gundî bi xwe, îdî ketine siyasetê. Ew têla derewîn qetîyaye. Li her derê dinê, çelişkîya (Problema) gundî û bajêrîyan heye. Lê çelişkîya bajêrvanî û gundîyén kurdên Kurdistana Tirkîye, mixabin ku bi rengekî dine. Kurdan bajêrên xwe winda kirine. Bajêrîyên kurdan, ya Tirkin ya Erebin. Evên ku Erebin, bi ziman û urf û adetên xwe jî ji kurdan dûrin. Evên ku asîmile bûne û xwe Tirk hesab dikin, ew jî dejenre bûne, bi çavên biyanîyan li gundîyén  Kurdistané méze dikin.. Problema Çanda navbera gund û bajêran jî li welatê kurdan gelek kûre, qurse û ji hev dur e.

Xizanî û nezanî, du derdên me yên herê dijwarin. Zemanê berê ne weha bûye. Statûyên kurdan, bajêrî û gundîyên xwe di sewîyekê da girtine. Bi fille, Êzîdî û Muslimanan va, hemî kes xweyê welat bûne. Sinorê heq û hiqûqê Hemû kesî kifşe bû ye. Parêzgerên wê statûyê, ticar, reya, sin’etkar û rêvebirên vê statûyê, hemî xelkê vê cografyayê bûne. Hemî kesî xwe û babê xwe nas kirine û der û cîranên xwe jî nas kirine. Gundî û bajêrî bi çavên hevwelatîyê, yekbendîyê û biratîyê li hev mêze kirine.

Ez vê yeke ji ku dizanim? Herin Duhok, Hewlêr û Silêmanîyê bibînin. Şerefnameyê bixwînin. Berîya sed salan bikolin û pêncî salan berê Cizîr, Hekarya îro û Bedlîsê bînin pêş çavên xwe.

Di salên heftêyan da-ne şaş bim 1977 bû- rojekê li Tetwanê camêrekî Hîzanî ji malbateka kifşe, ji min ra go; îro li Bedlîsê rastî tiştekî sosret hatim. Min meraq kir pirsî; xêre? Go; “ez û kifletê xwe çûn, em hinek zeynet bistînin, em li bindestî kelê li dikana yekî zêrker bûn, navê wî Ebdullah bû, me ji xwe ra bazin û gustîlk dineqandan, yekî Bedlîsî kete hundir, wî jî çend bazin xwest û di nava xeberdanên xwe da ji dikandar ra go, ev zêr jî heram bûne, Kurdan jî dest pê kirine bazinan, zincîran û qolyan distînin, lê adete, em mecbûrin bistînin.”

Di vê delavê da, me jî guhên xwe da vî bajêrîyê ji xwe razî. Min dî yekî emrê wî pêncî salî, ji pişta dikanê rabû hat ber bankoyê. Zêrên di destê wî nemerivî da stand û weha gotê; “ben sana malimi satmam, ulan köylü olmazsa, kürt olmazsa, sen bû şehirde ne yiyeceksin? Bokmu yiyeceksin?”

“Ez malê xwe nafiroşim yên wek te, kuro ku ne gundî bin, ne Kurd bin, tê tu gûyê vî çayî ( çemî) bixwî.” Mêrikê zimandirêj pişta stûyê xwe xwirand çû û ez şaş mam, ku hêja jî camêr li bajêrê Bedlîsê mane.”

Piranîya Bedlîsîyan ku vê nivîsarê bixwînin, wê bizanin ka ew zérker kîye. Li bajêrê Bedlîsê bîra min li Qazancîyan, Yaşar û Maşellah, li Oqîmîşan, Elî û Miştaq, li mala Zilfo, Ebdullah Efendî û Cahid, li Memdûh Yetîşkîn, li Emin Yetîşgîn, li Muhemmed Efendîyê babê Weysî Zeydanlioxlî, li zarok û nevîyên vî zêrkerî û li Adil Begê mala Şerefxan baş tê. Kî dikare gazinê ji Saygilîyan, Ahlatîyan, Barûtçîyan û Zeydanîyan bike. Mala Gebolan ku dûr ketibûn bibûne Baharalî jî niha zivirîne ser kodika bab û kalên xwe. Herkes ji bo Bedlîsîyan waha dibé : “ Bedlîsî eşîrin, merd û camérin..”

Bedlîs bajêrê Kurdane. Bedlîs serbajêrê Roşkîyane. Bedlîs paytextê Şerefxane. Bedlîs bajêrekî ji bajêrên qedîm û pîrozê Kurdane. Bedlîs waré şér û egîdan e.

Ji bo devera Zirkîyan, Bedlîs û Sêrt wekhev bûn. Bazar û mu’amela Bedlîsîyan îdî li xweşê herêma me dihata. Di salên pêncîyan da ku rûsipîyên gundê me behsa Bedlîsîyan dikiran, digotan.. Bedlîsî eşîrin, camêrin, merdin û mêvandarin. Lê ji Sêrtîyan razî nebûn. Dîsa jî em bi Şêrwan va, Şêrwan ji bi Wilayeta Sêrtê va girêdayî bû. Wilayeta me bû. Me reyên xwe dida wan. Helaw û pertalê wan distanda. Me terîke û mehsûlên xwe jî difirota wan. Kirîvayîtî jî di nava me da peyda dibûwa. Belê kurmanc û Ereb bi hev va nedigirtan.

Ez jî ji dehsalîya xwe va heya bîst salîya xwe çûme Sêrtê. Min tirî, temetêz û hemî fêkî û hemî sebze firotîye Sêrtîyan. Min dan û standin li vî bajêrî kirîye. Ne tucar di vî midetî da min qedrê wan girtîye û ne wan qîmetek dane min. Me şerr û qirên jî nekirîye. Ev hîç nayê bîra min ku Sêrtîyek madê xwe ji min ra tirş kiribî. Lê qencîyekê wan li ser min heye.

Ez biçûkim.. çarde pazde salî me, min barek fêkî bar kir çûme Sêrtê. Di çûnê da, Minarî bi hev ra diçûn. Lê di dagerê da, kêm car bi hev ra dizivirîyane gund. Bi taybetî ev car ne mumkine ku ez bi gundîyan ra dagerim. Min kurtanekî taze ji hêstira xwe ra da çêkirin û rojekê te’xîr bûm. Kurtanên hêstiran ên kurmancî ji semeran bilindtirin û qebane. Gava teze bi giyayê birdî tên heşandin û şidandin, tu tilîya xwe lêxî tingênî jê tê. Hêstira min jî hê teze hînî bar bûye. Hebekî xeşîme û çiste, bi xebera sêrtîyan.. şemûze.

Min û kurtanker kurtanê hêstirê danî ser pişta wê, tengê wê şidand û seviyên vala min avête serî, girê da û girte bi hevsarê wê kişand, ku ji bajêr derkevim, paşî siwar bim.

Ev cîyê ku aniha Beledîye ye û Erdef Otelî û ew xanî manî, wê gavê tine bûn. Kanîyek ji kevirên teraştî di şûna Erdef Otelîyê da hebû. Her kesî heywanên xwe li vê kanîyê av didan. Min jî hêstir anî ser kanîyê, lê av da û derketime ser dika kanîyê. Min xwe avête ser pişta wê. Bi avêtina min ra, hêstirê li xwe da, min û kurtan û sevîyan li erdê dirêj kir. Ez bi wê bilindîyê li ser keviran dirêj bûm. Xwîn bi ser û guhên min va belav bû û serê min şikest.

Sêrtîyan yek sanîyeyêk muhlet nedanê, hema min girtin ketin ber malê min.. min birin dermanxana nêzîk, serê min kewandin, derman kirin, pêçan û dev û rûyên min ji xwînê paqij kirin. Min anîne ber wê kanîyê ku yekî bi serê hêstirê min girtîye, kurtané héstiré û wan selikan danîye serî, tengê wê bi keys girê daye û li benda mine.

Evê Sêrtî yé ne nas ku bi hevsaré héztiré girtî ye go; “tê siwar bî?” Min go; “belê.” Camêran min siwar kirin û bi rê kirin. Ev camêrî nayê ji bîrkirin. Sêrtîyan dikarîyan kenê xwe bi min bikiran. Lê min esaletek li vir dît. Nexwe em ji wan hez bikin û nekin, di bajaran da esalet heye.

Divê em vê yekê baş bizanin, ku bajêrî bê gundîyan nabin. Lê gundî jî, bê bajêrîyan hiç nabin. Kengê me hev temam kir, ew gavê em dibin meriv, dibin qewm, dibin millet. Bajarî nabin gundî, lê gundî dikarin bibin bajarî, bajarvanî medenîyete, Pêxenber ji gundan dernayên.

Yeké gundî ji yeké bajarîyé Sértî ra dibéje : “ Hemin mirin e, ezé jî bimrim, wé tûjî bimrî..”

Evé Sértî dibéje: – Wé em bimrin merov, wé tû bimrî seh merov.” Di mirina gundî û bajariyan da jî firqek heye. Ez dibéjim ka sebeba mezin ya çelişkîyé eve… 24.08.2013

(Şaxek ji bîrhatinén min)

Şakir Epözdemir

 

Kurtejiyana Şakir Epözdemir

Nivîskaré me, kurtejiyana xwe waha tîne ziman : “ – Min sala 1938ê li nawenda nehya Minar çavên xwe li vê dinyaya xweş û şîrîn vekir. Min di 9 salîya xwe da dest bi xwendina medreseyê kir, di 12 salîya min da mekteba sereta li gundê min hate avakirin. Gava bûm 15 salî daweta min kirin.  Min tenê karî mekteba sereta bixwînim. 76 salime, 4 kur, 2 keç û 10 neviyén min bi hevala mina héja  va em jî malbateké Kurdin.”

Nivîskaré me sala 1960’é li Postexana nawenda bajaré Amedé Télgrafçî ye. Sala 1965é Damezranérek ji 5 kesan 1 e ku di avakirina Partiya Demokrata Kürdistana Türkiyé da cîh girtî ye. Sala 1968é bi hevalén xwe yén partî va hatîye girtin û li ser doza PDKT hatîye darizandin. Di Mehkema cezayé giran ya bajaré Antalya yé da berevaniya Kurd û Kurdistané -li ser xeteka milli û siyasî bi şiweyeke aştîxwaz û insanî – kirî ye. Heya Niha Berhemén Mamé Şakir ku hatine çapkirin evin:

Bi Tirki:

1- Türkiye Kurdistan Demokrat Partisi (1969/235) Antalya Davası Savunması,

2- 1914 Amasya Antlaşması – Kürt Osmanlı İttifakı ve Mewlana İdris-i Bitlisi  

3- Demokrasî ve Bariş Gûlû: Av. Şewket Epozdemîr

4- İdris-i Bitlisi ve Kürt Meselesi

5- Zırkan Beylikleri Tarihinde DERZİN

Bi Kurdi:

6- Destana Barzanîyan

7- Biranîn 1938/1971 Cilda 1é

8- Di Diroka Zirkan da Mîrekîya DERZİN

9- Keça Gavané Zevyasor û kuré Mîré Derzin