Çend roj heye di êvar de heta sibê dengê beqan li kaniya beqan de dihat. Ji ber tîrsa ku beq ê wan bixwin tu mêşek jî newêribûn biçû na ser kanî yê. Êdî wisan bibû ku yan ew ê ji tî bûna bimrin yan jî ev ê bibin xwarina beqan.

  • Eylem AKINCI

Roj bi roj, şev bi şev hemû mêşên li der dora kaniya beqan ji tî bûna ber vê mirinê diçûn. Zarên wan li ber xwe nedidan çawa ku ji hêkên xwe derbiketa wisan jî ji ber tî bûna serê xwe dadanîn. Rewşeke pir xirap bû war wara wan bû, her roj li mala mêşek de şîn hebû. Ev rewşa wan wisan dom kir heta ku tenê çend mêşên temen dîtî man.

Mêşa pîr, ev mêşeke ji wan mêşên mayî de yek e: Ev dinav koma xwe de weke sermiyan jî tê zanîn. Wê sibê hîn şeveq lênexistibû ev ji hilîna xwe derket ji kaniya beqan dûr dûr ber vê hilîna koma xwe çû:

-Rabin rabin malxerabno rabin, çawa xew dikeve çavên we, çavên we rijiyano rabin lê binere ka zarokên me, ka jinên me, ka mêrên me?.. Ka li ku ew eşqa me, ka li ku ew kenê me; ka li ku ew dawet û eydiyên me?.. Weyla ar bi kaniya beqan keto! Wax li min û wax li te yo, waxxx û wax ar bi ocaxa me ketî!..

Pîra mêş li dû gotinên xwe ser çavên xwe qelaşt porê xwe kaş kir, çokên xwe di repikan de mor kir. Mêşên di koma wê de ew jî bi haho û giriyên xwe ve wê piştgirî kirin. Meriv nizanibûn berê xwe bida ku, gav pîra mêş dikir haho û di para de diqelîbî gav mêşên din her yek ji wan tiştek digotin ji xwe ve diçûn, axêr ew e ku mêşa pîr li xwe haydar bû dest bi axaftinê kir. Mêşên din jî hinek dengê wan hat birîn.

-Mêşên min ez qurbana we hûn halên me dizanin çawan e? Ar li mala me xistin!.. Em çareserek ji vê bê av bûna xwe re nebînin ev ê beq me qir bikin.

Mêşên din jî weke ku di valahiyê de mabin gav li erdê dinerîn gav li jor dinerîn yek caran jî li hevûdu û li mêşa pîr dinerîn. Mêşa pîr li ber xwe dida ku çawan biçe ser kaniya beqa ku avê vebixwin:

-Mêşên min, bi Xwedê ez tenê li ber xwe nakevim ez li ber me hemûyan dikevim… Gelo fikreke we heye ji bo vê derdê me?

Mêşan gotin:

-Na, na pîrê ka ji tî bûna em dikarin bifikirin? Niha tu navê me ji me bipirse em nizanin navê me çi ye. Ji bo me, hemû cîh weke kaniya beqan xwe nîşan dide. Pîrê em bê hal in pîrê, em ji tî bûna dikin bimrin em ê çawan bifikirin?

Ji çavên mêşa pîr hêrs hat, ev lîçika xwe pakir havêt ber vê kaniyê û berê xwe jî mêşan ve kir:

-Çareyek tenê heye, gelo em dikaribin vê pêk bînin yan na?

-Çi ye, pîrê bibêje hela çi ye?

-Yan em ê biçin ser kaniyê beqên me bixwin, yan jî em ê ji vir bar bikin?

-Na na ser kaniyê nabe… Ka em ê çawan bar bikin, ji bo Xwedê em ê çawan ji vir biçin? Ka teqeta me maye ku em bar bikin?

-Em ê hewl bidin, heke em dixwazin di rojên pêşiya me de jiyaneke bê minet dest bixin, em ê barkin biçin cîheke wisan ku bila zilma beqa ne lê be… Ez qurbana we me ku hûn bêhêvî nebin, de kerem bikin em bar bikin. Heke em destên xwe sivik nekin zivîstanê ev ê di ser me de were em ê nikaribin barbikin! De qurban de heyran, em hewl bidin ev ê ji bo pêşeroja me hîn xweştirîn be.

Mêşa pîr gotinên xwe xelaskir, mêşên din jî lê nerîn ku tu çareyek ji bo wan tune ye, ew jî gotinên pîrê ji xwe re xistin weke armanca gihaştina avê û li dûrê kaniya beqan de bi rê ketin çûn çûn…

Cîheke pir xweş ji wan re diyar bû, lê êdî di wan de jî ji tî bûna teqet nema bû ev çend roj û şev bû wisan di rê de bê av diçûn. Çend heb ji wan ber tî bûna li ber xwe nedan di rê de mirin çend heb jî di rê de seqet bûn. Axêr ev bû ku çend heb gihaştin cîhê avê. Mêşa pîr:

-Hûn azadin, mêşên min, ev cîh êdî cîhê me ye cîhê zar û zêçê me ne.

Mêşên din:

-Mêşa pîr em ji te re spas dikin, tu yê tim û tim sermiyana me be.

Mêşa pîr çû ser avê şikuriya xwe ji Xwedê re hanî û gazî li mêşên din kir, ava xwe vexwarin. Mêşa pîr, bi ken got:

-Evqas zêde venexwin hûn ê avê biçikînin haaa!

Hemû bi hev re keniyan dengê wan û şada wan de diyar dibû ku rojên alozî êdî li par de ma bû, rojên xweşî û şahî jî li pêş de bervê wan dihat.