Ev lêkolîn, ji pirtuka Salih BegêMîrêŞêrwan hatîye amadekirin.

Salih Beg, (1787–1825) 38 sal MîrêŞêrwan e. Bîranînên Salih Beg hêjayêxwendin û lêkolînên zemanê mîran û têkilîyên Kurd û Osmaniyan e. Piştî Şerefnameyêev berhem jî esereke giring e. Em êdi vêmaqaleyêda bi kurtî Malbata Eladdîn PaşayêMûş’î bi bîrhatinên Salih BegêŞêrwî nas bikin.

Gava ku Eladdîn Paşa tê li ser hikme sal 1794 e. Têkilîyên Salih Beg sala 1807êbi Murad Paşa yêbirayêEladdin Paşa va dest pê kirîye. Em êji sala 1807êheya 1820ê bala xwe bidine “Malbata Eladîn Paşa”… ( 1 )

Salih Beg, navê Çêkir axa, ango Çakir Axayekî kole (xulam) anîye ziman. Ev malbata Çêkir Axa ji nav Ecem weke êsîran anîne welatê Rojkan. Ev kesên bende 3 bira bûne. Mîrê Bedlîsê Xanê Bilind Bedirxan Beg, ( texmîn dikim ku kurê Xan Ebdal e) van hersê birayên seydvan ji xwe ra kirî ye. Yek ji wan biraderan ku navê wî Çêkir Axa ye li ber destê Xanê Bedlîsê kar kirîye û dereca xwe bilind kirîye. 2 keçên Çêkir Axa hebûne. Keçeka xwe daye Mîr İzedînê Mîrê Şêrwan, (1188/ 1774) ya din jî daye Qasim Axayê Xwêytî. Kurekî Qasim Axa ku Eladdîn Begê navdar e, ji vê keçê ye ku jê ra ‘Elâdîn Paşa’ tê gotin.

Saih Beg dibêje:

“- Dana Xwedêbû ku ew bû Padîşah. Di Nehya Rojkan da Tuxat dihatin cem wî. Di berêda Tuxat tunebûn. Afirandina Tuxatan di Rojkan de sala 1197/1783 êkoçî bû ye. “

Taxat ango Tuxat,(?): Dibe ku mana selahîyeta bésînor be. Siyaseta Osmaniyan ku hêzên Rojkan belav bikin û sistema mîrekîya Bedlîsê li gor berjewendîyên xwe bihonin vê proje yê bi destê silala Qasim Axayê Xoytê ku kurê wî Eladdin Paşa ji wê keça xulamê Mîrê Bedlisê ye bi destê vê malbatê bimeşînin. Dibe ku selahîyeta rutbeyan ango selahiyeta secereyên sexte bin. Min tiştek jê dernanî.

Tiştê ku ji vê pîlanê tê derxistin Eladîn Paşa, paşayê Mûşê ye. 50 sal in ku serê min bi vî paşayî ra di gêjîyê da bû. Weka ku Mereşal Moltkê gava Sefera Xerzan dinivisîn, wan hêzên ku bi Osmaniyan va diçine ser Êzdîyên Xerzan dihejmêrê û qewetên Selîm Paşa yê Mûşê bi stayîş tîne ziman. Ji min ra bibû meraq ka gelo ev Paşayên Mûşê çi kesin ku bi dijmin va diçine ser kurdan. Lewra ev ne prensîbê Rojkîyan ango Malbata Şeref Xana ye. Yekî digo ji Mîrekên Hekarya nin, yê din digotin Mîrên Xerza nin. Niha me ji pirtuka Salih Beg zanî ku Rojkî ye. Kurê Qasim Axa yê Xoytî ye. Dibe ku malbata wî ne Xwutî be jî. Lewra malbateke zalim in, emîlin û hetta te bivê destikên neyaran in. Bi malbatî neyarên rihên hev xwe bixwenin jî. Osmaniyan wan ji xwe ra bi keys neqandin e. Rojkî bin jî ne ji Malbata Şeref Xan’anin û ne li ser qencîyê dimeşin. Berê wan li xirabîyê ye. Dîtina min ev e. Salih Begê Şêrwî arvané wan bi keys daye ba yê…

Salih Beg dibêje “ – Di dema nivisandina vê pirtûkê da 1228’ (1814 – 1815 ), yek ji malbata Çêkir hat ba min. Navê wî Mistefa Axa bû. Ew kurê Mihemed Axa û nevîyê Mistefa Axayê kurê Çekir Axa bû. Ev di nehya Tapik (Tap–Tapê) da axayê vê nehyeyê bû. Silêman Begê kurê İzeddin Beg (Mirê Şêrwan Ş.Ep.) di dema Mîrekiya xwe da wî anîye gundê Sinibê. (Sinib gundekê Ristaq e. Ş.Ep) Ji ber eqrebayetîyê xwedîtî lê kirîye… Ew keça ku Xanê Bedlîsê dabû Qasim Axayê Xutî (Xoytî), kurek jê ra dibe, navê wî datînin Aladdîn Beg, ku malbata Aladin Paşa ji vî kurî tê işaretkirin.”

Keça Çakir Axa ya din jî diya Silêman Begê Mîrê Şêrwan bapîrê vî Salih Begî ye ku Dîroka Nijada (Mîrên) Şêrwan nivisandîye. Çewan ku Salih Beg jî dibêje “dana Xwedêye”. Yekê kole ji nav ecêm tê Kurdistanê û keçên wî dibine dayîkên mîr û wezîran.”

Pirtûka Salih Begê Şêrwî 144 rûpel e. 14 rûpel (101/114) xwerû qala nevî û nevî çîçirkên Çêkir Axayê Ecem e. Ruperên 52/53 jî behsa wan e. Di jîyana Salih Beg da ev silale roleke giran û balkêş leyîstîye. Salih Beg dibêje:

“- Di Sala 221/1807 ê da Diyarbekir bi Mirad Paşa ve hate girêdan. (Mirad Paşa birayê Eladdîn Paşa ye. Ş. Ep.) Mirad Paşa ji min ra xeber şîyand got:”- Heke tu birayê me yî, dostê me yî, em dixwazin tû werî Diyarbekir em bi dîtina te kêfxweş bibin.” (…) Mirad Paşa bextê xwedê û Pêxember da me. Her wisa bextê Şêx Ebdilqadirê Geylanî û Weysîl Qeranî, Şêx İsmailê Tillo (Feqirullah) û Şêx İbrahim Heqqîyê Erzirûmî da me.

Mirad Paşa bi 80 siwarên hesp û qantiran û hediyeyên giranbaha va di bin serweriya Şawîs Axayê Hesenan û İzzet Quddamûyê Êzdî da şande ber Pira Nasiriddîn.

(Pira Nisredîn mimkine ku ji terefê Mîré Zirkan/Girdikan Mîr Nasir ( 1515/1535) va hatibî çêkirin. Gava Ava Kezer û ya Bedlîsê (Başûran) li bindestî bajarê Sêrtê digihéjine hev, ev pir li ser wî çemî hatîye avakirin. İhtimala ji vê xurttir ew e ku Melikên Eyyubiyan yên Heskîf ê jî vê pirê avakiribin. Ş.Ep)

Ehlê Şêrwan û Axayê Sêrtê Tahir Axa nexwestin ku ez baweriya xwe bi Mirad Paşa yê xulamê Osmanîyan bînim û herime Diyarbekir. (…) Gava em gihane tanga gundê Sâdê Mirad Paşa kurê xwe Mihemed Beg tevî Mirê Xor û Mehterbaşî şand istiqbala me. (…) Wê demê kurê wî Mihemed Beg mudebbirê (serkarê) wî bû. Niha jî (sala 1234/1820) Mihemmed Beg Serkarê Bedlîsê ye”…

Wê ez ê vê çîroka Mîrê Şêrwan, Salihê Kurê Xan Budaq û Mirad Paşa yê kurê Qasim Axa yê Rojkî kurt bibirim. Salih Beg û bi cemaeta xwe va, li Amedê bi merasim diçine sarayê, li gor protoqolê fermî wan dertînine cem Murad Paşa, Mirad Paşa qedrê wan, rêz û ihtirama wan digirê, tevdîlê qîyafet dikin li Diyarbekir digerin, piştî 5 rojan Mirad Paşa birayê xwe Ebdillah Beg dike dewsa xwe, vekaletên Ebdillah Beg di cîyê xwe da dihêlê û bi van mêhvanan va berê xwe dide Mûşê. Di Qadî Koh (Kadıköy), Hezro, Boşat, Kulpê da û di ber konên Eşîra Badikan da û di Qizilaxacê da dikevine Deşta Mûşê. … Murad Paşa wan li Çewirmê? Mêhvan dike û diçî şolê xwe. Piştî ku 3 rojên wan li Çawirmê diqede, bêna wan teng dibe, bêriya mala xwe dikin; ? xeber ji Paşa ra rê dikin izna xwe dixwazin. Paşa bi Mele Haşim ra nameyek ji Mîr ra rê dike û waha dibéje:

“- Siltanê Mezin yê Dewleta Humayûn ji min daxwaza madenê dike. Hun di vî warî da rehîne nin.” …

Mirad Paşa Destûra çend hevalên Mîr dide. Çend jî di xizmeta Mîr de dimînin naxwazin Mîr bi tenê bihêlin. Hevalên Salih beg ji hemû giregir in, pêşkeş in û apîxe nin.

Piştî 20 roj di serda diçe, Mirad keça xwe ya bi navê Naîle Xanim li Mîrê me yê zirav mar dike. Her weka ku Wezîrê Mezin Yusuf Paşayê Kor ango Siltan bi nefsa xwe li peyî gundê Madenê ye. Lê ew ê ku çavê wî li mîrekiya Şêrwan û Madena zêra ye, ew Mirad Paşa bi nefsa xwe ye.

Mirad Paşa, Xwelî ya Madenê him ji Şêrwan, ji gundê Madenê û him ji Hekarya anîye tehlîlkirî ye. Madena zêran sere wî tevlîhev kirî ye.Salih Beg dibéje:

“- … Yusuf Paşa yê kor Wezîrê Mezin hate Erzirum. – Usif Paşa 4 neqil Serokwezîrtîya Dewleta Osmaniyan kirîye.- Yusuf Paşa bi Kapicibaşiyê Sultan ra ji min ra nameyek şiyand. Di wê mektubê da digot: “Tûjî were seferê, Dema tû werî ez ê Toxata bidim te.” Murad Paşa ji min re got “hun dikarin herin”. Lê ez neçûm û beşdarê sefera Qersê nebûm.

(Ev sefer, Sefera Uris, bi wan lingên xwe yên bêyom û bê oxir ya yekemîn bû ku ji Qafqasan berjêr dibe dikeve axa Kurdistanê. Mejîyê Kurdistaniyan bi Şerên Urisan yên 1807/1808 – 1827/28 – 1854/1855 –1877/1878 û 1914/16 yé da di van 5 êrîşan da tevlîhev bû ku héna jî Kurd nehatine ser hemdê xwe – Ş. Ep.)

Murad Paşa, Kela Şêrwan, hakimiyeta û welatê Şêrwan ji Salih Beg dixwaze. Bi şiddet û hiddet li ser disekinê. Şêx û Mişayîx dikevine dewreyê. Mîrê Botan Qeçûr Beg û Hakimê Hezzo Mensûr Beg têne xîretê, itiraz dikin, ehlê Şêrwan serî hildidin, Mirad Paşa mêze dike ku nikarê wê gepa mezin biqurtîné teqtîk diguhêrê. Dibêje: “- Dema ku hun vî tiştî nakin, kelheyé nadine me, wî çaxî pêwîst e ku hun malên xwe bînin cem me.”

Gava ku dişeynine peyî malên Mîr û hevalên wî, Şêrwanî dizanin qomplo ye, ji ber vê yekê qebûl nakin ku malên wan bibin. Karwanê ku dice Şêrwan destvaladizivirê. Hevaleke Mîr bi nave Derbaz Kermasî jî dimîne li Şêrwan, venagerê, Şêrwî nahélin ku bi karwanê Mirad Paşa ra dagerê.

Di vê demê da Botan, Şêrwan û Xerzan di nava xwe da yekîtîyê girê didin. Raya wan dibe yek.

Di vê navêda li Çawirmê û Mûşê Qolera dertê, Mirad Paşa van mêhvanê ku xistîye binê grewê neqil dike, ji Çawirmê dibe Çemê Palasê. Çemê Palasê û Çewirmê li ku ne ancax ehlê Mûşê bizan in…

Gava dighêjine Çemê Palasê ji terefê Siltanê Osmanî va fermannameyek ji Salih beg ra tê. Sal 1808 e, fermanname ji Padişah (Siltan IV. Mustefa) hatîye. Salih Beg dibêje: “- Naveroka fermannama ku ji me re hatibû ev bû:

“Cenabê(Xweda yê) ku mîrektîya payebilind û wî welatêxweş ji we ra nesîb kir, her wisa bi kirinên xwe yên xweş kifşe ye. Melîkêçak û qadir ku xasê melîktîyêye, bila meznayî û hikmêMîrêŞêrwan her û her bidomîne.” (2)

Siltan IV. Mistefa bi vê ermannameyê va mektubek jî, ji Salih Beg ra rê dike û dibêje:

“- Tu û Mirad Paşa ji me re medenêderînin (Medena Zêran ya gundê Madena Şêrwan Ş.Ep.) û her wisa çiqas Yezîdî li cem we hene koka wan biqelînin. Eger ku qeweta we bi wan nekevêem êji we re wezîr û alikarên din bişeynin. Eger tu hez bikî em êtuxata te bidin te.(3) Egertu hez bikî em ête danine ser medenêû tûxata bidin seknandin”. (4)

(Di vê de rê da weka ku mektub senaryoya Mirad Paşa ye. Mirad Paşa bi ritba wezirtîyê bûye Mîré Mîran ê Eyaleta Diyarbekir, lê destê xwe dirêjî herêma Wanê jî dike. Ê ku Şêrwan û gundê Madenê ji hemû kesî bêhtir dixwazê ew bi nefsa xwe ye. Salih Beg jî bi vê yekê hisîya ye. Ş. Ep.)

Li gora ku Salih Beg qeyd dike bira û birazyén Eladdîn Paşa:

Eladdîn Paşa, Murad Paşa, Yusuf Paşa, Şéxî Beg, Ebdillah beg û İbrahîm Beg kurên Qasim Axayé Xwéytî nin. Babê wan Rojkî ye dîya wan Ecem e.

Mirad Paşa, babê Mîrza Paşa, Mihemed Beg û Selîm Paşa ye. Birayên wî Eladin Paşa,Yusuf Paşa, Şéxî beg, Ebdillah Beg û İbrahîm Beg’in. 5 paşa ji malék in.

Di vê hêmanê da, Nehya Muşê bi ser paytextê Şeref Xan ketîye. Kela Melazgirê, Xinûs, Xelat, Bedlîs jî di destê wan de ye. Mirad Paşa hikim li Diyarbekirê dike. Ew kesên ku hikim li Amedê dikiin di dereca wezîran de nin.

Di encam de Murat Paşa Senaryoyeke din dixe dewreyê Salih Beg azad dike wî berdide. Mirad Paşa, wan hevalên wî ku yek ji wan Mîr e, dû beg û axayek di gerewê da dihêlê û Kemerek zêr û cil û berg û hesp û mihafizan dide Salih Beg û wî tenha dike jé re dibéjé :

“- Hêtu negihayî Şêrwan ez ê hevalên te jî berdim. Ji ber tirsa Romêez wan dihêlim. Gava pirsîn ez êbêjim Salih Beg revîyaye. Lêserêbaharê artêşa xwe bîne arîkarîya min ku em Şêxî Beg ji Bedlîsêderînin. Tu li Bedlîsêbibe (Malxo) cîgirêmin, bila kurête yêEsed jî bibe MîrêŞêrwan.” (Şêxî Beg birayêMurad Paşa ye. Ş.Ep)

Salih Beg vê yekê erê dike û xwe ji nava lepê wî xilas dike. Salih Beg dibéjê: “- Armanca Murad Paşa ew bû ku Şêrwan bixe destêxwe. Min jî jé ra go eré. Salek şunda Murad Paşa mir” …

Li gora baweriya Salih Beg, ew maden bêyom e. Kî bûye talibê wê mirî ye. Şêxî Beg jî birayê Murad Paşa ye. Vê paşîyê Selîm Paşa serê hemî bira û biraziyan dixwe. Ya dişeynê Erziromê serê wan dide birîn ango di xizmeta xwe da dixebitînê.

Salih Beg xatir ji Mirad Paşa dixwaze berê xwe dide Şêrwana bab û kalan, di rê da rojek li benda hevalên xwe dimînê, ew heval tên dighêjinê û bi hevra têne bajarê Şêrwan.

Ev Malbata Qasim Axayê Rojkî hikmê Bajarê Bedlîsê xistine destên xwe û li ser textê malbata Şerefxanan rûniştine. Maleke zordest û bi xezeb e. Bi Paşa û Wezîrên Osmanîyan ra di nava komployan da xwe winda kirine. Tu dibé ka ergenekona vî zemanî ne. Selîm Paşa bi hêzên Osmanîyan va dest bi birakujîyê dike.

Serê Yusuf Paşa dide birîn. Şêxî Beg, Mîrza Paşa û wanên din dişeynê dinya wî yalî. Ebdillah Beg jî li Tetwan digrê dibe li Mûşê dikujê, hasılê kelam tişté di nava wî 3 nivşî da derbaz bûye, gelek xerîb e.

Divê ku ev mijar bi rastî bê te kolan. Şikir ji xweda ra aqademisyenên Mûş û Bingol û Bedlîsê, aqademisyenên zîrek û genc çêbûne. Bila li dîroka xwe bigerin, bila rastîya xwe fêr bibin, bila miletê xwe jî weka miletéên dinyayê serfiraz û serbilind bikin. Bi Kurd bihemhal bîrhatinên Salih Begê Şêrwî ji nusxeya Erebî tercumeyê Tirkî û Kurdî bikin. Ji bona ku ev berhem baş bête famkirin pêwîstî bi têbinîyan û şerhan heye. Hetta pêwîstî bi lêkolîneke berfireh li ser herêma Şêrwan heye. Pêwîstî pê heye ka Osmanî bi çî rengî Kurdistan ji hal xistine û bi Şêx û axa û malbatên bajaran box we destikan çêkirine. Bi sedsalan mala Şeref Xan‘an li welatê Rojkan hikim kirin, ew nebûne leyistokên tû dijminan û nehatine xapandin. Nehatine firotin. Lewra ew ji silala Kisra bûn. Xweda tû qewmî nexe binê destê bê eslan. (5)

27.07.2014 – Ankara

Şakir Epözdemir, Lêkolînêr – Nîvîskar

TÊBİNÎ :

( 1 ) – Dîroka Nijada Şêrwan – Salihê Kûrê Xan Budaq – Weşanxana Enstituya Kurd ya Stenbolê – Mela Kerem Soylu 2005 ( r. 101/114 û r. 52 da li ser dabaşa Malbata Eladîn Paşayê Mûşê lêkolînek e.

( 2 )-Ev fermannameyên ku ji Mîrên Kurdan ra ji terefê Siltanan va hatine bi sedan bi hezaranin û bi van dûayan dest pê dikin. Ev Fermanname ji ber ku Siltan Mistefa derketîye ser text, ewî hikmê mîrê me Salih Beg teyîd kirîye.

( 3 )- Tûxat selahiyetnameya bê sînor e. Wextek jê belku vêgav jî Cimhuriyeta Mistefa Kemal da eger di cêba yekê da qerteke sor hebuya kes nikariya tiştek jê bipirsîya. Salén 1950’yan “ kırmızı kart mana sorulmazê ye. “

( 4 ) – Siltan Mistefa salek tenê hikim kir. Siltan Mehmûdê 2’yemîn wî kuşt û ketê cîyê wî. Siltan Mehmûd ne tenê madenan û ne tenê serên mîran, lê ewî Kurdistaneke bê mîr û wezîr û artêş xwest. Umrê wî têrê nekir, piştî wî Ebdilmecîd dawî li hemî otorîteyên Kurdistanê anî.

( 5 ) – Salih Beg di pirtûka xwe r.136é da bi qeydeke dîrokî dibéj e: “- … di sala 1234/1820 é da Paşayê Wanê Serwet Mahmud Paşa, Hakimê Rojkan Selîm Paşa, Hakimê Zirkan Seyîd Şêx Ebdilqadir, Hakimê Xerzan Mîrkal, Hakimê Gurdilan İbrahim Beg, Hakimé Botan Murteza Beg, Hakimê Hekarya Mistefa Beg, Siltané Mezin li Stenbolé Siltan Mehmudê 2’yemîn e.