Şakir Epözdemir

Xanê Payebilind û Navdar

Ebdel Xanê Bedlîsî û Carîya wî ya Narîn

Gava zereqên tavê berîya xwe bide bajarê Bedlîsê, kela bilind û bi heybet dihingavta û hindirê dîwarên stûrên Şedadî ronî dikira.

Xan, li ser wê doşeka xwe ya pehn û fireh weke bangera serê banan vî alî, wî alî xwe digevizanda. Ronahîya rojê di rûyê wî da weke bextewarîya wê şeva borî ya bi westan û kêf û zewqê diberiqî ya.Herdû destên xwe bi serserê xwe va rakir, xwe gûvaşt, çavên xwe tûj kir li qarçikan kûr mêzekir û tiştên şeva borî anî bîra xwe.Destên wî çone ser wan rûyên wî yên zifir, rûyê xwe miz da, keneke nerm kete dev û lêvan, diranên wî yên sedefî yên rêzkirî xuya kirin, rengeke hevîndarîyê di çavên wî da derketine pêş. Xan ji nedî va li ser lêva nivînên xwe rûnişt û bi dengek bilind û qalin go:

“- Amber! Amber Axa!

Demek şûnda bi wê bejna xwe ya bilind û wî gewdeyê beyteşe û bi dengeke ziravê weke dengê zarokan, lê bi tertîb û rêz, weke meriv bikeve nava gunbeteke pîroz, Ember Axa li ber Xan kemerbest bû û got:

“- Biferme Hezretê Xan!

“- Carîya şeva din ji min ra bîne Ember!

“- Serserê xwe Xanê Payebilind.” Gava ku got û çû, Xan ji piştê va lê mêze kir û melhezekir ka ev çewan bi wê wicûda giran dimeşê û zivîrî ji dolabê şûşa miskê

deranî, li xwe kir. Dema ode bi bîna vê misk û enberê xweşbû, Xan li ber eynika ku çarçewa wê ji zêrê zer bû sekinî, li xwe mêze kir. Bivê nevê destên wî çone ser wan rîyên wî yên zifir û rûyên wî yên ku xal û xetên kalîyê cîyên xwe lê girtibûn. Gava ku simbêlên xwe rast dikira, xortanîya xwe melheze dikira û wan rojên ciwan dida bîra xwe.

Da bîra xwe ku “Melek li ezmanan pîr dibin, ebd çewan dikarin li erdê li ber xwe bidin.” Û li wan qermûçekên rûyê xwe, pora sipî mêze kir, ji nedîva dengê derî bihîst. Dengê derîyê bilind û berfireh gava bihîst û bala xwe dayê ku carîya wî ya taze kete hindir. Ji Pişt ra Ember, wî derîyê giranê ku bi zêr hatibû neqişkirin dada:

“- Ka were, gulecora seraya min a bijarte, jina ciwan! Gelo tû pê dihisî ku te dilê min germ kirîye û tovê hezkirinê di dilê min da reşandîye?”

Sofya ya hebek şermoke û tirsonek bîr tanîya ku ew yek ji 100 carîyeyên serayê ye, kemerbest li Xan nêrî û got:

“Wê carîya te çewan ferq bike Xanê Payebilind? We go ‘bînin’, min anîn, gava bêjî here, ez ê bi qedera xwe razî bim û biçim.”

Xan, hê di nava pêjemayên xwe yên hevrîşim da bû, bi alîyê wê va çu ku ew ê di bin awrên çavan da bala xwe tûj kiribû li mîr mêze dikira :

– “Qedera te hewçend giran e? Naxwezim tû weha bi keder biştexlî. Gelo tû ji jiyana xwe ne razî yî?” Sofya weha bersuya vê pirsê da:

“- Xanê Qedirbilind, çewan ku teyrikên te yên di qefesan da ne hewcedarên tiştek in, ihtîyacîya min jî bi tû tiştî nîn e.”

Xan go: “- Nexwe yek kêmasîyeka te heye ew jî tenê azadî ye?”

Bêje ‘azadî’; wê Xan rê li ber veke? Heya nuha kîjan carîye ji Sera Hikimdarê Kurdan azad filitîye? Bi carek, carîya Ebdel Xan heya sax bî carîya wî ye. Jina narîn û ciwan vana difikirîya, xan jî dêna xwe dida dilberîya wê û wê bejn û bala rind û bilind û şefaf. Tam di wê esnayê da go:

“- Were li kêleka min rûne!” Pişt ra dengê xwe bilind kir:

“- Sofya! Tû dizanî ku tû Mesîhî yî, ez jî Misilman im; lê gelo tû dizanî ka rastîya olan çi ye?

Ruyê Sofya hebek geş bibû û tozek dibisimîya û dibeşirîya. Bi dengeke nazik û beşereke xweş berê xwe da Xan :

“- Efendîyê min! Ez ê ji ku bizanibim?”

“- Weka wisa ye hîn bibe. Di nezanînê da eyb nîne, şerm û kêmesî ew e ku meriv xwe hînî tiştan neke.

Şaireke meşhûr bi navê Emer Heyyam, ku ew ilimdarê navdar di zemanê xwe da di warê matematîkê da bijarteyê herê bilindê alemî bûye, ew dibê je: “ Dîn ê rasteqîn, dînê dila ye.”Tû jineka aqilmendî. Niha tû baş hizir dikî ka ev dilé min ê kal çiqas olperest û bawermend e. Ev ol wek ku tû hizir dikî ne Misilmanî, ne Xiristîyanî û ne Atêşperestî ye. Ev dilê minê kal, heyranê vî ruyé te yê geş, wan çavên keskên ku hemî kederên merivan belav dikin, laşé teyé hevrîşimî yé nerm û gîyana te ya pak û paqij e”. (*)

(*) – Rûpelek ji romana Heyder Işık – Bitlis Beyi Abdal Han’a Gönderilen Kanlı Ekmek – Pérî yy. -Wergera ji Tirkî – Şakir Epözdemir)

Pîrozbahî – Şakir Epözdemir

İhtiyaciya bajarê Bedlîsê bi malpereke zanistî û rêk û pêk hebû. Baş e ku akademisyen ji Bajarê Bedlîsê, Bajarê Şeref Xan, Paytextê Welatê Rojkan rabûn e. Ev dilxweşîyeke ku emé bikaribin lêkolîn û lêgerînên dîrokî, komelî, aborî û folklorî ji niha pêda bighêjînine xwendevanên Rojkiyan. Ew Rojkîyên qehreman ku hezar salan bêhtir welatê xwe parastin û di tû dem û dewranan da serê xwe ji kesîra nizm nekirin û nakin. Eger îro bindestbin bi hîlebazî û qeleşîyên bêbext bindest e.

Ez we bi dil û can pîroz dikim Mamoste Yaşar Bey. Bajarê Bedlîsê bi navçe û Nehye û gundên ku pêva girêdayî bîr tînim, selam û hurmetên xwe pêşkêş wî miletê esilmend û qehreman dikim.