Mîr, nivîskar û dîroknasekî Kurd e.

dayik bû ye. Bavikê wî serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan tevil tevlîheviyên li dijî siltanê osmaniyan bû, rêwiyan cem Dewleta Sefewiyan.

Dema Şerefxan neh salî bû ligel zarokên şah dersan dibîne. Hîn di emrekî biçûk de dest bi birêvebiriya dewletî dike û li bajerinan rêvebiriyê dike. Nêzîkê bîst salan li gelek bajarên safewiyan parêzgeritiyê dike.

Sala 1576’an ew ji li ser karê wî kişandin serayê û li wir ji ber kirinên ne li cîh ji karê wî girtin. Vê yekê ew hew qasî êşand ku tevil 600 kesên eşîrê û malbata xwe vegeriya Wanê di çileyê sala 1578’an de. parêzgerê herêmê Xûsrev Paşa ji sulatanê wê demê 3’emîn Siltan Mûradê (ji sala 1574’an ta sala 1595’an li ser desthilatiyê bû) xwest ku Şerefxan bîne li ser mîrîtiya wî li Ocaqliqa Bedlîsê.

Li ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û Mûşê hate pejirandin. Wî dema nivîsana dîroka kevin ya Kurdistanê bi navê Şerefname bi dawî kir di sala 1597’an de, êdî ew bi tenê bi navê xwe desthilat bû. Di rastiya rojane de kurê wî Şemsedîn êdî kar û barê mîrîtiyê dimeşandin. Şerefxan êdî ji kemsî ve ta sala 1599’an jiya. Li gor hin jêderan ew di sala 1603’an yan jî 1604’an de çû ye li ser dilovaniya xwe.