Dîroka kurdan, careka din ji sedsala şazdeh û bi taybetî piştî Şerê Çaldiranê (1514) hat ve hildan. Di destpêka sedsala şazdeh de guhertinên nû bi ser hevrikatî û şerê di navbera herdu împeratoriyan de; Sefewî û Osmanî, li ser dagîrkirina Kurdistanê hatin û di navbera wan herdu împeratoriyên navbirî de rewş giha qonaxeka nûtir.

Ebdulla Merdux

Werger: Sidqî Hirorî

Xuya ye ku mîr û mezinên eşîrên kurdan, li hember wan guhertin, nikarîbûn bê alî û rûniştî bimînin. Dewleta Sefewî mîna piraniya dewletên sedsalên navîn yên İranê, pêkhatibû ji çend xelk û êl û eşîrên cûr bi cûr ku bi hêza şîr û riman hatibûn rêxistin. Şahên sefewî baş dizanî ku ragirtin û parastina yekîtiya welatê Iranê yê berfireh û wan komelên xelkê yên ku tê de dijiyan û gelên cuda û xwedî rewşa xwe ya aborî ya taybet, ne karekî sivik û hêsan e. Her ji bo vê çendê û bo rêxistina welatî û wan gelên cûr bi cûr hatin û dînê dewletê yê şî’î bi ser wan de zal kir. Di wî serûberî de Kurdistan, ku gelê wê sinnî bû û ketibû di navbera herdu dewletên dijîyek de, bû pirsa herî giring ya herdu welatan; İran û Osmaniyan de. Li berçavgirtina siyaseteka taybet di warê kurdan de di destpêka programên wan de bû û pirsa Kurdistanê bû pirsgirêka siyasî ya aloz û kûr ya İranê û Osmaniyan û hêvênê hevrikatiya wan. Ew dewlet baş li ser pêçêbûn û mêrxasiya kurdan di meydana şerî de agahdarbûn û giringiya cihê Kurdistanê yê stratejîk ku keftibû ser rêyên bazirganiyê li cem wan aşkerabû. Hindî ji wan bihata wan hewla dagîrkirina Kurdistanê dida û dema ku wan pê çênedibû, wan bala mezinên kurdan bi awayên cor bi cor ber bi aliyên xwe ve dikişand. Şah İsmaîlî, binyatvanê dewleta sefewî, doktirîna xwe ya siyasî li îranê li ser bingeha qirkirina giş sinniyan ku wî ew bi alîgirên dewleta osmanî dinasîn, danîbû. Siyaseta rahêlan û kuştina sinniyan ku kurd jî vedigirtin û dabeşkirina welat û mîrgehên kurdî di navbera serdarên tirka yên qizilbaş de û kiryarên çepel li hember kurdan û ji navbirina sîstema karûbar û desthilatê ya malbatên Kurdistanê yên kevin ji aliyekî din ve bûn egera serekî û herî giring ya nerazîbûna mezinên kurdan li hember fermandarên sefewî. Dewleta Osmanî, ku agahdariya wê li ser êrişa şah îsmaîlî ber bi welatê wê ve hebû û pişgiriya İranê jî bo ‘elewîyên şî’e yên Anadolê didît, kefte hewl û bizavê ji bo peydakirina çareseriyekê. Di wê rewşa nazik de destên dewleta osmanî bi dehmanên kurdan ve bûn. Bi navê hevbeşiya dînî û şerî li dijî rafiziyan, siyaseta dostîtiyê ligel kurdan bi dest xwe ve girt. Dewleta Osmanî bi wecdîtinê ji nifûza desthilata hekîm Idrîsê Bidlîsî, piştgirî û feydedîtin ji hêz û pêçêbûn û şervaniya kurdan ji xwe re misoger kir. Her di eynî wextî de çil hezar ‘elewiyên şî’e, ku piraniya wan kurd bûn, bi tawana alîgiriya îranê kuştin.

Şerefxanê Bidlîsî dinvîse ku bêtir ji bîst kesan ji mezinên kurdan bi rêya mela Idrîsê Bidlîsî nameyek bo sultanê osmanî nivîsî û wan tê de alîgiriya xwe bo wî diyar kir (1). Nivîskarê “Kitabî Diyarbekriye”, Ebû Bekrê Tehranî dinivîse ku çil û şeş kes ji mîrên kurdan bi peyayên xwe yên çekdar ve di şerê Çaldîranê de beşdarbûn (2). Dîroknivîsan hejmara şervanên kurdan di wî şerî de ji sih û pênc hezar kesan bêtir nivîsiye (3). Beşdariya kurdan di wî şerî de giringiyeka weha hebû ku Şerefxan bibêje ku sultan ji bo daxwazên mezinên kurdan amadebû û ji bo dagîrkirina welatê Ecemistanê, ber bi Ermen û Azerbeycanê çû û li Deşta Çaldiranê bi îsmaîlê sefewî re şer kir (4). Xuya ye ku dijwarbûna kîn û hevrikatiyê di hemû warên siyasî û aborî de û ji wan pirsa kurd jî sedemên serekî yên serhildana Şerê Çaldiranê bûn. yên serhildana şerê Çaldîranê bûn.

Siyaseta dewleta Şah İsmaîlî ya xwar û vîç û azardana wê bo kurdan ku rûniştivanên serekî yên devera şerî bûn û keftibûne di navbera du aliyên şerî de, sedema bingehîn ya şikestina îranê bû di Şerê Çaldiran de. Piştî wê şikestinê nifûz û desthilata siyasî û kulturî ya îranê di nav kurdan de dest bi nizimbûnê kir. Şerefxan dinivîse ku desthilata qizilbaşan piştî karesata Çaldiranê li welatê Kurdistanê kêm bû (5). Bê bihabûna nifûza îranê li Kurdistanê weha kûr bû ku heta îro jî berdewamiya wê heye. Li wê serdemê bo xwendin û nivîsînê, ji bilî behsên olî ku bi zimanê erebî bûn, zimanê farisî dihat bikaranîn. Piştî şikestina Çaldiranê mezinên kurdan nava xwe û dewleta osmanî xweş kir û ji bin desthilata îranê derketin û li seranserê axa Kurdistanê mîrgehine serbixwe pêkanîn. Mîrên kurdan mîna şahên îranê û sultanên osmanî ji xwe re dîwanxane û baregehên ciwan durist kirin û wan dest bi handana helbestvan û nivîskar û zana û hunermendan kir. Serancema van egeran wer kir ku bi taybetî şaîrên kurd dev ji zimanê farisî berbidin û bi zimanê kurdî berhemên xwe binivîsin û bibin şaîrên resmî yên wan dîwanxane û baregehan. Tenahî û xurtbûna aboriyê bûn egera ku kultur û zanist jî xurt bibin.

Di serdema Şah Tehmasbî, cihgirê Şah İsmaîlî de, siyaset dijwar û tûj ya dewleta îranê li hember kurdan, bi mebesta bikaranîna wan li dijî osmaniyan, kêmtir lêhat. Lê ew guhertin karî weha nebû ku bikaribe dewleta osmanî tûşî kêşe û derdeseriyê bike, çinkî li Iranê hêj dijîtiya siyasî di navbera serdarên leşkerî yên tirkên qizilbaş yên reşmalvan û dîwaniyên kîşwerî de, liser çawa birêvebirina welatî, nehatibû çareserkirin. Li gelek deverên Kurdistanê dijîtî ligel hikumeta sefewî her wekî caran berdewam bû. Li sala 1529ê Zulfeqar Beg mîrê kurdên kelhor li dijî hikumeta şahê îranê serhilda û Bexda dorpêç kir û paşî dagîr kir û hemî axa İraqê xiste bin destên xwe û serê xwe li ber sultan Silêmanê Yekemîn neçemand (6). Digel vê çendê, di siyaseta kurdistanî ya dewleta sefewî de, girêdayî kurdan, hinek guhertinkarî bi ber çav dikevin. Wekî mînak; Şah Tehmasbî li sala 1553ê deverên Ebher û Zencan û Sultaniyê dan Xelîl Xaniyî, mîrê kurdên Siyamensûrê, bi mercekî ku mîrê nav birîsê hezar kesan ji çekdarên xwe bide digel leşkerê şahî (7). Her bi vî terzî jî di navbera şahî û mîrê kurdên Erdelan de, Zoraw begê yekcar baş bû (8).

Lê li Kurdistana Bakûr, dewleta Osmanî ku gihiştibû armancên xwe di zêdekirina erd û milkê xwe de û piştî Şerê Çaldiranê îran bi nizim û lawaz nas dikir, êdî çavên wê bi hindê ranedibûn ku kurdan serbixwe bibîne. İcar careka din siyaseta xwe ya kurdistanî li ber çavan derbas kir. Bi lênerîna dewleta Osmanî êdî ew giringiya ku kurdan caran hebû nemabû. Wan, berovajî Peymannameya 1514, dest bi dijîtî û îşkencedana kurdan kir(9).

Şerefname ;

Li gor wê siyasetê yek ji wan mîrgehên ku diviyabûya bihata hilweşandin, mîrgeha Bidlîsê bû, bona ku ji mîrgehên din re bibe dersek. Li sala 1597ê ew 760 sal bûn ku mîrgeha Bidlîsê di destên malbata Şerefxanê Bidlîsî de bû. Hikimdariya Bidlîsê dem bo dem, serbixwe û nîvserbixwe, di destên vê binemalê de bû. Hêzdarî û giringiya wê mîrgehê wisa bû, ku Şah îsmaîl bê sê û du li sala 1502ê serbixwebûna wê bi resmî binase. Lê piştî Şerê Çaldiranê hikimdarên Bidlîsê aliyê osmaniyan girt. Dewleta Bidlîsê ya navçeyî, di warê siyaseta navxwe û derve de, siyaseta xwe ya serbixwe hebû. Leşkerekê bîst hezar kesî li ber destên wê dewletê bû, di wextê pêwîst de dikaribû heta çil hezar kesan jî bide serhev. Şerefxan li ser giringî û nifûza mîrgeha Bidlîsê dibêje ku her demeka îranê bixwesta Kurdistanê dagîr bike diviyabûya li berahiyê dijîtiya hikimdariya Bidlîsê û Mîrektiya Rojekiyan bikira û heta ku ew eşîret milkeç nedibû çi eşîreta din serê xwe nediçemand (10). Eşîreta Rojekiyan, di dirêjahiya dîrokê de, herdem ji bo serxwebûn û azadiya xwe xebat kiriye. Bi gotina Şerefxanî di nav kurdan de tê gotin ku bi hejmara berên di dîwarên Kelha Bidlîsê de ne, eşîreta Rojekiyan serhildaye (11). Şerefxan behsê mînakekê balkêş li ser emekdariya bidlîsiyan û hezkirina wan ji mîrgeha xwe û herweha wê hesta ku wan li hember osmaniyan hebû dide:

“Li sala 1533ê, bi paldana hinek kesan, Şemsedîn beg, babê nivîskarê Şerefnameyê û hikimdarê Bidlîsê yê wê serdemê tê bang kirin bo baregehê sultan Silêmanê yekemîn. Birahîm paşayê serwezîr berê xwe dide Şemsedîn begê û dibêjeyê sultanî welatê Bidlîsê ji te divêt û li şûna wî, welatê Melatiye û Mer’eşê dide te. Şemsedîn di bersivê de dibêjeyê ser û mal û milkê me hemî yên sultanî ne. Ji êla Baykiyan Mehmûd Emadan ku ji axayên Rojekiyan bû li wê derê bû. Wî bi zimanê kurdî got Şemsedîn begî piştî ku mîrat bo wî ma û îcaxa Rojekiyan ji dest me çû, jiyana me bo çi ye. Eger tu emir bikî ev ez Brahîm paşayî didim ber xenceran, ev îro nêzîkî 150 kesan ji eşîreta Roejkiyan li vê derê ne û em hemî dê di Oxir Ocaqê de bihên kuştin û em dê ji bo bîranînê, navekî di rûpelên dîrokê de bihêlin (12)”.

Dewleta Osmanî mîrgeha Bidlîsê ji destên Şemsedîn begî derxist. Ew jî neçar bû berê xwe da bo cem Şah Tehmasbî, li Iranê. Piştî wê, gelek êl û eşîrên kurdan li dijî sultanî rabûn ser xwe. Şahê îranê bixêrhatina Şemsedîn begî kir û naznavê xanî jî pêşkêşî wî kir û ew kir hikimdarê Sera û Miraxê. Şemsedîn Xanî li îranê, keça yekî ji mezinên qizilbaşan, ku hikimdarê Xorasanê bû, mehir kirû. Li sala 1534ê, li devera Kerehrûdî ya ser bi Qumê, wî kurek bû û navê wî kir Şeref. Hêj Şeref xurt bû dema ku dayka wî mirî û babe ew ji bo perwerdekirinê deynayî ber destên qaziyên Kerehrûdiyê. Akademîk Vilademîr Vilyamînov Zirnov yê ku Şerefname bo cara yekemîn çap kirî dinivîse ku wan qaziyan şagirtên xwe bi riha zanist û rêzgirtinê bo zanîn û zanistê perwerde dikirin (13). Şeref her ji zaroktiyê hînî xwendin û nivîsînê bû û li gor adetên wê serdemê diviyabûya ew bi şehzade û kurên necîbzadeyan re di baregehê şahî ve bihata xwedî kirin. Her li wê derê baş hînî zanistên wê serdemê mîna qanûn û şerîetê bû. Şerefxan di serhatiya xwe de dibêje ku Şah Tehmasbî ew hertim pal didan ku xwe hînî hunerê resimkirinê bikin û digot wan ku carûbara dest bidin hunerê resimkirinê, ev huner tama mirovî dixemilîne (14).

Dema ku Şemsedîn xan pîr û perîşan bû, li ser daxwaza wî û mezinên eşîra Rojekiyan, Şah Tehmasbî kurê wî Şerefxan deyna cihê wî û kire hikimdarê Şîrwan û Mehmûdawa û cihine din. Piştî sê salan hat ve bo baregehê şahî û digel şahî çû Hemedanê. Li wê derê Şerefxan dikeve dilê Mehemed begê, hakimê Hemedanê, ku yek bû ji mezinên qizilbaşan û ew keça xwe li wî mehir dike. Şerefxan sê salan li wê derê dimîne. Li sala 1559ê şehzadeyê osmanî, sultan Bayezîd, ji ber gelek sedeman ji dewleta osmanî dilgiran dibe û diçe îranê. Şerefxan ji wan kesan bû yên ku beşdar bûbûn di gotûbêjan de digel wî şehzadeyî. Di dema gotûbêjan de casûsên şahî dibêjine şahî ku Şerefxan hertim aliyê dewleta osmanî digire. Ji ber hindê şah li Şerefxanî bi şik dikeve û wî dûr dixe bo devera Gîlanê û her di eynî wextî de ew dibe berpirsê vemirandina serhildana Xan Ehmed Xanê Biye Pîş li Gîlanê. Şerefxan wê serhildanê dişkêne û dibe hikimdarê wê deverê. Bi vî awayî bo dema pazde salan hikmê çend deveran li îranê di destên wî de bû û heyamekî jî li baregehê şahê îranê kar kir.

Şerefxan

Piştî mirina Şah Tehmasbî, li ser cihgirê şahî, hevrikatî û dijîtî kete nav mezinên qizilbaşan. Her wekî Hesenê Rûmlû dibêje ku lerzik hate seyd û qazî û mela ji ber paşeroja jiyana wan û ew ji xelkê û Xudê û serhildanan tirsiyan. Şerefxanî ku demekê zûtir hest bi metirsiyê kiribû û nîşana nerazîbûnê jî pêve diyarbûbû, hertim di hizra hêlana îranê de bû. Şerefxan di serdema şah îsmaîlê Duyemîn de, cihgirê Şah Tehmasibî, bûbû Emîr el-umera’ el-ekrad, her demeka ku kar û xizmeteka mîr û mezinên Kurdistan û Luristan û Goran û êlên din li koçka şahî hebûya, diviyabûya wan li pêşiyê Şerefxan bidîta. Pile û payeya Şerefxanî bû egera kerbjêvebûn û dijîtiya mezinên qizilbaşan li hemberî wî û ji bona ku wî bê biha bikin, wan gelek boxtan û gotin bi dû Şerefxanî xistin. Şahî bawer ji wan gotinan kir û bi navê bi dest girtina hikumeta Nexcewan, ew hate şandin bo wê derê û ji karûbarên baregehê şahî hate dûrxistin (1577). Şerefxanî ev bi delîveyekî zanî ku ji aliyê Xudê ve bo wî hatiye û her wê, rêya vegera wî bo welatî xweş kir. Piştî salekê û çend mehan digel çarsed kesan ji hevalên xwe, xwe gihande Bidlîsê (1578). Kenkeneyên dewleta osmanî bi xêrhatineka baş li wî kir û hikimdariya ji bab û kalan ve jê re mayî ji wî re wekî xelat hat ve pêşkêş kirin.

Şerefxanî li sala 1594ê dev ji hikumetê berda û kurê xwe Şemsedîn beg danî cihê xwe û jiyê xwe yê mayî ji bo nivîsandina Şerefnameyê terxan kir. Weha xuya dibe ku li sala 1586ê Şerefxanî dest bi nivîsandina bergê Şerefnameyê yê yekemîn kiribe. Xwediyê Şerefnameyê piştî nivîsandina berhema xwe gelek nejiyaye. Sala koçkirina Şerefxanî ne zelal e, lê dibe ku wî di navbera salên 1598ê û 1599ê ji dinyayê koç kiribe.

Di dûmahiya sedsala şazdeyê de gelek pirtûkên dîrokî bi zimanê farisî hatine nivîsandin. Piraniya wan kitêban ji aliyê dîroknivîsên baregehê şahî ve hatin nivîsandin û em dikarin bibêjin ku hemîyan aliyê kar û kiryarên şahên sefewî girtiye, ew dîroknivîs bi xwe çavdêrên karesatan bûn û hemî terzên belge û ferman û senedeyên dewletê li ber destên wan bûn. Şerefname yek ji wan berheman e yên ku di sedsala şazdeyê de hatiye nivîsandin. Ev berhem serûkaniyeka pir giring e bo dîroka kurd û Kurdistan û îran û Osmanî û welatên dewrûberan di sedsalên pazde û şazdeyê de. Şerefname bi zimanê farisî hatiye nivîsandin û di du bergan de ye. Bergê yekemîn piştî destpêkê ji çar beşan û paşkoyekê pêk tê û serencema behsa vî bergî li ser dîroka mîrgeh û êl û eşîrên kurdan e. Bergê duyê, ku bi navê xatîme naskiriye, behsê dîroka sultanên osmanî û şahên îran û tûranan dike. Li cihê xwe ye em bînin bîra we ku di beşê sêyê, parça nehê, tayê duyê, geha duyê de ku pêhatiye ji dwazde parçeyan, parçeya heftê behsê mîrên zerza û parça heştê behsê mîrên estûnî û parçeya nehê behsê mezinên dasnî dikin, di Şerefnameyê de nenivîsan dîmane. Mamoste Q. Kurdo di destpêka çapa wergera kurdî ya bergê yekê ya Şerefnameyê de, ku ji aliyê Mela Mehmûd Bayezîdî ve hatibû çêkirin, dinivîse ku Mehemed Emîn Bozarslanî ew beşên nenivîsandî dîtine û di wergera kurdî ya navbirî de di cihê xwe de hatine deynan! (15). Ev gotine ne rast e, xuya ye ku hema Şerefxanî ew beş nenivîsandine, evca yan metaryalê wî karî di destên wî de nebû yan jî hema ji binyatî de ji bîra wî çûbû. Çinkî di destnivîsên Şerefnameyê de ew beş berçav nakevin.

Ji ber ku Şerefxanî ew berhemê xwe li welatê osmaniyan timam kir, aliyê tirkan digire, lê xuya ye ew kar ne bi dilê wî ye û rengekê neçarbûnê pê ve diyar e. Heta, em dikarin bibêjin ku wî ew kar ne li gor hest û heza xwe kiriye. Di ware dewleta sefewî de, heta hedekê mezin, bê alîgirî behsê karesatan dike, her ev ya ku di Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî de ye, ku alîgiriya lênerîna resmî ya dewleta sefewî yan ola şî’eyan nake, vî berhemî ji berhemên din cuda dike û giringiyeka mezin dideyê.

Qela-Bedlis

Gelek cara pirsyarek tê kirin, ew jî gelo Şerefxanî bo çi armancekê Şerefname nivîsiye. Nivîskar bi xwe di vî warî de dibêje ku nivîskarên dîroka kevin û nû, di çi serdemekê de behsê mezinên Kurdistanê û çawatiya rewşa wan nekirbû û di wî warî de çi kitêb nenivîsandibûn evca ket hizra min ku pirtûkekê li ser serhatî û kar û kiryarên wan binivîsim. Ew tiştên ku min di dîrokên ‘eceman de dîtine û ji xelkê di nav sal de çûyî bihîst û tecrube kirine û bi rastî zanîne, min ew nivîsandine û navê Şerefnameyê lêkiriye, bona ku nav û dengê binemalên mezin yên Kurdistanê nehên veşartin û winda kirin (16). Me got ku Şerefname li welatê osmaniyan hat nivîsandin, lê xuya ye ku hizir û meteryalê vî karî li îranê bi dest ketiye û her li wê derê jî, wî bîranînên xwe nivîsandine. Eger ew nikaribûya vebigeryaya welatê xwe, dê wî ew li Iranê timam bikira. Lê çarenivîsa nivîskarî û berhemê wî, ew bû ku vebigerin welatê osmanî. Armanca Şerefnameyê ji di ne li ber çav girtina hez û xwesta nivîskarî û hezkirina wî ji welatê wî de, ew bû ku pirsgirêk û giringiya kurd û Kurdistanê, li berçavên şahê îranê, Şah Tehmasbî yan sultanê osmanî zelaltir bike.

Me got ku di wê serdemê de guhertin bi ser siyaseta şahî de li hember kurdan hatin. Her çend e heta niha jî çi belgeyek li ser hindê di destên me de nîne û nivîskar jî qala hindê nake, lê weha xuya dibe ku Şerefxan bi handana Şah Tehmasbî ketibe hizra nivîsandina Şerefnameyê. Çinkî, ji bilî ne şehrezahiya karbidestên dewleta sefewî di warê kurd û Kurdistanê de, di wê serdemê de ‘adet bû ku şah û şehzade dest bidin nivîsîna pirtûkan. Mînak li ser hindê Şah Tehmasb bi xwe xwediyê pirtûkekê bû bi navê “Tezkiret el-Tehmasib” û birayê wî Sam mîrza nivîskarê pirtûkekê bû bi navê “Tuhfeê Samî”.

Ji aliyekê din ve xwediyê Şerefnameyê di baregehê şahê îranê de, bi birêveberên dewleta îranê re têkel bûbû û bi başî şehrezayê siyaseta îranê li hember kurdan bûbû. Şehreza bûbû li ser siyaseta dewleta îranê û nemaze li ser wan tirkên reşmalvan yên qizilbaş di ware ji navbirina kurdan û mîrgehên wan de. Şerefxan, herweha, li ser siyaseta dewleta osmanî, di warê kurdan de agahdarbû, ew jî li delîveyekê digeran bo ku kurdan ji nav bibin. îranê û osmaniyan bi nave bergiriyê ji ola îslamê ya paqij û cîhadê li dijî kafiran şer dikir, lê armanca wan ya rastîn dagîrkirina Kurdistanê bû, di her şerekê ku wan dikir can û malê kurdan bû ku tê de ji nav diçû. Di wan serûber û rewşên nazik de her çend eşîrên kurdan, bo parastina can û malê xwe, xwe dabûn aliyê yekê ji van dewletan, evca ku şerî destpê dikir yan bi dawî dihat, wan dewletan, ji bo tolvekirinê, li vî aliyê û li aliyê din êriş dibirin ser kurdan û qir dikirin. Di çavkaniyên vê serdemê de gelek belge hene ku diyar dikin ka çawa mal û halê kurdan bi destên leşkerê îranî û osmanî hatin kavil kirin. Şah Tehmasib di “Tezkiret el-Tehmasib” de dibêje em diçûn rave masiyê, di nîva rêyê de em rasthevî bîst kesên pîr bûn, me pirsyar ji wan kir hûn kî ne û dê ber bi kî ve biçin, wan got em xelkê Xinisê ne, cihê me hatiye wêran kirin û eger em li wê derê bimana dê em ji birçê bimrana, niha jî hûn dibînin em ber bi Diyarbekrê diçin. Nivîskar dibêje ji bo halê wan giriya min hat û kerbên min ji wan kesên ew kar kirî vebûn. Kesê ku ew kar kirî Elqas mîrza, birayê şahî bû (17). Hesen Rûmlû jî dibêje ku welatê Erzincanê di bin simên dewarên leşkerê şahî ve bi yekcarî wêran bû. Agir berda bajarê wan û talan kir û ji nav bir (18). Ev kuştin û wêrankarî hertim dubare dibû ve û vê bi awayekê ciddî hebûna kurdan xistibû ber metirsiyê. Xwediyê Şerefnameyê hest bi wê metirsiyê kiribû û wî bi nivîsandina, da ku serhatiyên malbatên mezin yên Kurdistanê nehên veşartin û ji bîr kirin, hest û xwestên xwe û armanca nivîsandina Şerefnameyê bi ziman xistine. Di hemî rûpelên Şerefnameyê de nivîskar bêzariya xwe ji pirt û belavbûna mezinên kurdan diyar dike û xemê ji hindê dixwe ku kurdan di nav xwe de yekîtî nîne û ew, sedema neserketina wan, di vê cudabûn û pirt û belavbûna wan de dibîne û herdu dewletên îran û Osmanî bi dijminên kurdan li qelem dide.

Piştî Şerefnameyê bêdengiyeka bil’ecêb di dîroknivîsîna kurdî de peyda dibe, ev di demekê de ku rola êl û eşîrên kurdan li deverê di her warekî de her giring bû. Zanyarî li ser kurd û Kurdistanê di destpêka sedsala hevdeyê û heta dawiya sedsala hejdeyê de, di berhemên dîroknivîsên ereb û faris û tirk û û li vir û li wir, di pirtûkên dîroka îran û Osmanî û gerok û diplomatên derve de, digel karesatên wan welatan tên berçav kirin. Di dûmahiya sedsala hejdeyê de, bo cara yekê, adeta nivîsandina dîroka deverê ku zehrîkrineka tima bû bo Şerefnameyê, li Kurdistana Erdelanê ser hilda. Di wê serdemê de herdu emperatûriyên îran û Osmanî sist û lawaz bûbûn û mîr û mezinên êl û eşîrên kurdan yên xwedî desthilat dest dabûn xebata azadixwaz. Li Kurdistana Erdelan Xesrew Xanê Gewre (1754-1791) ne ku bes şiya hemî dijmin û nehezên xwe yên deverê ji nav bibe û bi ser wan de serbikeve lê hemî, ew kesên ku hewil didan paşatiya îranê bixin nav destên xwe de, ji nav birin û ew tek-kite kes bû ku karî paşatiya îranê bixe nav destên xwe de. Sine di wê demê de navenda hikumeta Xesrew xanî bû û ew her ji kevin de bingeha kultur û zanistê bû li hemî Kurdistanê. Waliyên Erdelanê yên ku baregehên hikimdariya îranê û Osmaniyan dîtibûn hewil didan wekî wan ji xwe re baregeh û koçk û kelheyan saz bikin. Wan şaîr û zana û nivîskar û hunermend û wergervan li cem xwe dihiştin û ew ji bo karên nû pal didan. Hinek ji waliyan bi xwe şaîr û nivîskar jî bûn û her ji ber hindê jî Kurdistana Erdelan bûbû navenda desthilata siyasî û aborî û kulturî li Kurdistana Başûr. Ji aliyekê din ve piraniya rûniştivanên wê deverê dev ji jiyana koçerî û eşîriyê berdabû û ew demeka dirêj bû ku ew binecih bûbûn. Akincîbûn û tenahî û rewşa aborî ya baş, bû egera hindê ku zanist û kultur jî li wê deverê pêş bikeve. Ji medreseya Darûlîhsan ya Sineyê, şaîr û nivîskar û melayên mezin derkeftin û ji gelek cihên dûr, feqe dihatine Sineyê û li ber destên zanyaê vî bajarî, hînî zanistan dibûn. Her ji ber hindê digotine Sineyê “Dar el-‘îlm” (19).

Her li vî bajarî xwendingeha dîroknivîsiya deverê pêk hat û bo cara yekê di dîroka Kurdistanê de dîroknivîsên Erdelan, berdewamî da wê xwendingehê ya ku Şerefxan binyatvanê wê bû, û digel nivîsandina wan bo çend timamkirinên Şerefnameyê, wan bi xwe gelek pirtûkên serbixwe yên dîrok û cografyayê, ku hemî bi zimanê farisî ne, nivîsandin.

Dîroka yekemîn ya ku wekî Şerefnameyê hatî nivîsandin “Zubet el-tewarîx”e. Ev berhem dîroka giştî ye û Mehemed Şerîfî, qaziyê Erdelanê (li sala 1747ê hatibû dinyayê) bi zimanê farisî nivîsiye. Ev berhem ji duwazde beşan pêkhatîye. Deh beş jê li ser dîroka pêxemberan û îslam û dewletên gelên musilman in bo heta serdema nivîskarî. Beşê yazdeyê bi navê li ser kurdên Goran û binyatê waliyên Erdelan e, ji sala 1215ê heta 1801a zayînî. Beşê duwazdeyê dîroka Qaçara ye. Ev berhem hêj nehatiye çapkirin (20). ÎZubet el-tewarîx” paşî bû modêl û hêvênê nivîsên dîroknivîsên kurd yên devera Erdelan. Bo nimûne Xesrew kurê Mehemed kurê Menûçerî berhemê xwe yê bi navê “Lubbê tewarîx” (21) ku li sala 1833ê nivîsiye, wekî “Zubet el-tewarîx” darişt. Mah Şeref Xanimê jî pirtûka xwe ya bi navê “Tarîx el-ekrad” ku bi “Tarîx Erdelan” (22) bi nav û deng e wisa nivîsandiye.

Ew timamkirinên ku bo Şerefnameyê hatine nivîsandin, bi giştî, timkerên beşekî yan pareçeka Şerefnameyê ne, ku li ser mîrgehekê yan eşîrekê ne. Dîroknivîsê ku timamkirineka durist, yanî hemî beşên bergê yekê yê Şerefnameyê nivîsandîn, mela Mehmûdê Bayezîdî ye. Ev berhem bi navê “Tewarîxê cedîdê Kurdistanê” (23) bi zaravê kurdiya bakûr li sala 1857ê bi handana kurdnasê rûs Eliksander Jabayî ku li wê serdemê konsulê Rûsya bû, li Erzerûmê, nivîsî. Deqa vê pirtûkê pêkhatiye ji destpêkekê û yazde beşan ku li cihê daxê ye windabûne û heta niha nehatine dîtin. Destpêk Jabayî kiribû Fransî û deqa newergerandî li ber destan e. Mela Mehmûdî, herweha, bergê yekemîn yê Şerefnameyê kiriye kurdiya bakûr (ev werger ne ya hemî beşên Şerefnameyê ye û ne timam e) û bi navê “Tewarîxê qedîmê Kurdistanê” belavbûye (24).

Meclis a Şerefxan

Yeka din ji van timamkirinan ku bo beşê dîroka Donboliyan hatiye nivîsandin, berhemê şaîr û dîroknivîsê bi nav û deng ê baregehê hikimdarên Qaçaran, Ebulrezaq begî kurê Necefqulî Xanê Donboliyê ye (1762-1827), ku naznavê wî yê şîirî Meftûn bû. Ev berhem bi navê “Tarîxê Denabile” (25) navdar e û li serdema Fetih’elî şahê Qaçaran, bi zimanê farsî hat nivîsandin û hêj nehatiye çapkirin.

Dîroknivîsên Erdelanê du timamkirinên Şerefnameyê afirandine û ew jî bo beşê dîroka Erdelanê ne. Yek ji wan ji aliyê Mehemed îbrahîmî kurê mela Huseynê Erdelanî ve hatiye nivîsandin û behsê bûyeran, ji wî cihê ku Şerefxan gihaştiyê (1596)ê heta sala 1810ê dike. Vî berhemî navê xwe yê taybetî nîne, lê di ketelogan de bi navê “Tarîxê Erdelan” hatiye binavkirin (26). Berî niha bi çendekê bi terzekê yekcar neşehreza hat çapkirin (27).

Ya duyê ji aliyê îsmaîlî, kurê mela Huseynê Erdelanî ve (li sala 1776ê hatibû dinyayê), dibe ku birayê îbrahîmê navbirî be, hatiye nivîsandin. Ev berhemjî bi navê “Tarîxê Erdelan” navdar e. Nivîskarî dîroka xwe ji destpêka damezrandina mîrgeha Erdelan, yanî ji sedsala dwazdeya zayînî dest pê kiriye heta dawiya sedsala şazdeyê, ku her ji Şerefnameyê nivîsandiye û timamkirina wan bûyeran heta serdema Xesrew Xanê Duyemîn, anku Xesrew Xanê Nakam 1829ê, wî bi xwe nivîsandiye. Ev pirtûk jî bi zimanê farisî ye û heta niha nehatiye çap kirin.

Li sala 868ê li bajarê Sineyê namîlkeyek bi navê “Şerih halat emîr Suleyman bêg û selatînê Bane û hukumranî anha” (Serhatiya Silêman begê û sanên – mîrên- Baneyê û hukmê wan) ji aliyê dîroknivîsekê nenaskirî ve hatiye nivîsandin. Her çend e nivîskar çi behsê Şerefnameyê nake, lê xuya ye ku ew ne yê bê agah bû ji beşê dîroka hakimên Baneyê di Şerefnameyê de (28)

Li Kurdistana Mukrî, ku navenda wê bajarê Sablax e (Mehabad), du kesan dom da behsê dîroka Mukiryanê di Şerefnameyê de. Yê yekê Mîrza Mehmûd Baneyî ye ku li sala 1842ê bi emrê Budaq Sultanî karê xwe bi zimanê farisî nivîsandî(29). berhemê duyê ku pir kurt û kêmnaverok e, bi destê Mîrza îsmaîlî kurê mela Elî Şêwezûrî, li sala 1842ê, bo Ebdulla Xanê Mukrî, bi zimanê farisî, bi nave “Şerhu halî Ebdullah Xan Mukrî” (Srerhatiya Ebdulla Xanê Mukrî) hat nivîsandin (30). Ev berhem nehatine çap kirin, lê wergerên wan yên kurdî li ber destan in. Li Kurdistana Bakûr jî domandineka Şerefnameyê li ser mîrgehên kurdî yên wê derê, bi zimanê tirkî heye, lê mixabin ku heta niha nivîsevanê vê lêkolînê çav pê neketiye(31).

Divan a Şerefxan

Deqa Şerefnameyê, bergê yekê, bo cara yekemîn li sala 1860ê, bi hewl û têkoşîna Vlademêr Vilyamînov Zirnovî li San Petersburgê hat çap kirin, bergê duyê jî, her ji aliyê wî ve, li sala 1862ê derket (32). Li sala 1930ê, li Qahîreyê, çapeka din ya bergê yekê ji aliyê şêx Fereculla Zekî û Mehemed Elî Ewniyî ve belavbû (33). Li sala 1964ê Mehemed Ebasî çapa Qahîreyê ser ji nû ve bi Ofsêtê li Tehranê derxist (34).

Li sala 1964ê Mehemed Ebasî çapa Qahîreyê ser ji nû ve bi Ofsêtê li Tehranê derxist Şerefname hatiye wergerandin bo gelek zimanan, wekî fransî, elmanî, erebî, tirkî û kurdî. Li dawiya vî behsî pêwîst e ku em bibêjin, ku ji ber siyaseta dijî gelê kurd ku ji aliyê hikumetên îranê ve têt birêvebirin, Şerefname ku bi zimanê farisîye, li îranê neketiye ber lêkolînan û nehatiye çapkirin. Ew herdu çapên ku li ber destan in, li derveyî îranê hatine çapkirin, û ji ber ku di wan çapxaneyan de pîtên (p, ç, j , g) nebûn, li şûna wan ev pît (b, c, z, k) hatin bikaranîn û vê, deqa wan çapan dirojgarame de kêmbiha kirin. Xuya ye ku gelek destnivîsên din yên Şerefnameyê hatine dîtin, ku di dema çapkirinên berê de çi agahdarî li ser nebû, û ji ber hindê jî pêwîst e ku çapeka zanistî û nû ya Şerefnameyê bête gihandin bo ber destên hogir û zanayan.

*Nivîskar Rojkîyan wek “eşîretek” binavkiriye, pircaran ev nasandin tam rastiya Rojkiyan nade. Giredana sosyolojik a ku di navbera kesen rojkiyan de ye ne ya eşîrkî ya klasîik e, ne li ser bingeha xwin an malbatî, lê li ser bingeha erd a Bîdlîsî ye, lewra tê gotin; “Welatê Rojkan”, “Warê rojkiyan” û hwd. – Têbinî û rastkirin: Yaşar Abdulselamoglu)

Stokholm

25.05.1998

Perawêz (Têbinî) :

1. Şerefxan ibin Şemsedîn Bedlîsî, Cildê evel ez kîtabê Şerefname, ke bi îhtîmamê eqelu ‘îbad Vladîbêr muleqeb Vilyamînof Zirnof^der mehruseê PitirburxderDarEl-Tiba’ Ekadîmîyeê împîraturiyê seneê 1860 ‘îsewîmutabiqê seneê 1276 Hicrî metbu’ gerdîd. Sefhe 416.

2. Ebu Bekrê tehranî, Kîtabê Diyarbekrîye, cuz’ê duwem, Ankara, 1964, s. 89.

3. M. î. Şemsî, Şerefxan Bedlîsînî “Şerefname” eserê kurd xelkinin tarîxî menbe’î kîmî, Baki 1972, s. 62 (bi zimanê ezezrî).

4. Şerefname, cildê evel, s. 416.

5. Her ew çavkanî, r. 266.

6. N. W. Pîgoloskaya, î. Pîtruşêfiskî, tarîxê îran, trecumê Kerîm Kişawerz, întîşaratê Peyam, çap Pencemê, Tehran 1363, s. 482.

7. Her ew çavkanî, r. 479.

8. Tarîxê Xesru bin Mehemed benî Erdelan, çapê ‘eksî ez ruy nisxeê xetî tercumê bi rusî, muqedime, te’lîqat ve fîhresthaye ez A. A. vasilîva, Mosko 1984, s. 14a.

9. Mehemed Emîn Zekî, Xulaseyekî tarîxî kurd û Kurdistan, cildî yekem, Bexdad 1931, r. 166.

10. Şerefname, cildê evel, s. 360. 1 1 . Her ew çavkanî.

12. Her ew çavkanî, r. 441.

13. Her ew çavkanî, destpêka Vladîmêr Vilyanov Zirnov bi zimanê fransî, r. 14. Her ew çavkanî, r. 450.

15. Mela Mehmûd Bayezîdî, Tewarîxê qedîmê Kurdistan, ji çapkirina Q. K. Kurduyêf û J. S. Mûsaîlyan, Mosko 1986, destpêka Kurduyêf u Mûsaîlyanî bi zimane rûsî, r. 14.

16. Şerefname, cildê evel, r.

17. Şah Tahmasibê Evel, Tezkîret El-Tahmasib, Kelkite 1912, s. 58.

18. Hesen bîg Rûmlu, Ehsen el-tewarîx, cildê duvem, kelkite 1932, s. 334.

19. Mîrza Şukjillahê Sinindecî “Fexr el-kîtab”^ Tuhfeê Nasirîye, teshîhê H. Tebîbî, Tehran, întîşaratê Emîrê Kebîr 1366, s. 14.

20. E. G. Browne, A descriptive cataloque of oriental MSS belonging to the late E. G. Browne, Combridge 1932, p. 103.

2 1 . Navê durist yê vê pirtûkê “Lub el-tewarîx”e ku bi hisêba ebcedî 1 249a koçî sala nivîsandina wê ye, navê nivîskarê wê iî “Xesru bin Mehemed bin Menuçehrê Erdelan”e, li sala 1977ê ji aliyê binemala Erdelan ve li Tehranê hat çapkirin. Çapeka wê ya din jî bi bizava xatû Vasîlyêva keft ber destan. Pirtûk dîrokeka giştî ye û di herdu çapan de bi tenê beşê dîroka Erdelanê ber bi çav bû.

22. Mah Şeref Xanim “Mestûre”, Tarîxê Erdelan, teshîhê Nasir Azadpûr, Sinindec 1946.

23 . Nivîskarê vî behsî nivîseka xatû Vasîlyêvayê kiriye kurdî bi navê “Mêjûyekî winbûy Kurdistan” ku destpêka pirtûka winbûyî ya mela Mehmûdê Bayezîdî ye ku A. Jabayî kiribû fransî. Ev nivîs dê di van nêzîkan de bihêt çap kirin.

24. Li perawêza hejmar 15 binere.

25. A. D. Papazian, Novie istochniki po istori kourdskogo neroda, in. Strani i nerodi blizhnego i srednego vostoka, vol. VII, (bi zimanê rusî) Kourdovedenie.

Erevan, 1975, pp. 209-224.

26. W. H. Morley, A. descriptive cataloque ofthe historical menuscripts in the arabic and persian language, preserved in the library ofthe royal Asiatic Society of Grate Britain an Irland, London, 1864, p. 147.

27. Mehemed îbrahîmErdelanî, Tarîxê Erdelan, teshîh Nesrîn Birna we Enwer Sultanî, Siwîd 1997.

28. Nivîskarê vî behsî hemî timamkirinên Şerefnameyêji çapê re amadekirine.

29. Ev herdu timamkirin Husên HiznîMukiryanî kirine kurdî û di namîlkeyekê de bi navê Lapereyêk le dîrêkî…. çapkirine.

30. Kamal Fuad, Kurdische handschriften, Wiesbaden, 1970.

3 1 . Kopiyeka vê timamkirinê li cem Martîn von Brownsenî ye.

32. Li perawêza hejmar yek binere. Bergê duyemîn yê Şerefnameyê, deqa farisî, li sala 1862ê hat çap kirin.

33. El-emîr Şerefxan El-Bedlîsî, Şerefname, bîse’î Ferecillah Zekî El-Kurdî, Qahîre 1931.

34. Emîr Şerefxan Bedlîsî, Şerefnane tarîxê njufeselê Kurdistan, muqedime ve te’lîqatê Mehemed Ebas, Tehran, întîşaratê ‘îlmî 1343.

Gotar ji Kovara Çira, hejmar 15-16ê hatiye stendin.