Xebata lêkolerê kurd Rohat Alakom di derbarê yekem penaberê kurd ku di sala 1929an de hatiye Swêdê bû mijara pirtûkekê. Ev xebata di sala 2018an de di nav weşanên weşanxaneya APEC de derket.

Rohat Alakom

Mirov di pirtûkê de dibîne ku serpêhatiya Silêmanê Kurd tam berî 100 salan piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di sala 1918an de destpêkiriye. Di dawiya vî şerê mezin de bi hezaran, bi deh hezaran zarok, dê û bavên xwe winda dikin, bêxweyî li kuçan dimînin. Silêmanê Kurd yek ji van e. Dema dijmin dikeve gundê wan malbata Silêman bi sê zarokên xwe dikevine rê û berê xwe didin welatê hat-nehatê. Silêman di rêwitiya dirêj de dê û bavên xwe û herdu birayên xwe winda dike. Silêmanê ku di sala 1911an de hatiye dinê vê demê tenê zarokekî 7 salî bûye. Wek gelek kurdên êzîdî ku vê demê berê dane Rewan û Tiflîsê, Silêman jî tê li Gurcistanê li wir parsektiyê dike. Pêşiyê kesekî alman li wî xweyî derdikeve. Ev kes Silêman dibe gundekî alman ku wê demê li Ukraynayê hebûye. Alman paşê lêdixe, zilmê lê dike. Ji wir direve di sala 1922an de tê gundekî swêdî ku nêzîkî vî gundê alman bûye, cîwar dibe.

Malbateke vî gundî lê xweyî derdikeve û wî dike ewladê xwe. Dema şêniyê vî gundê swêdî di sala 1929an de ji Ukraynayê koçberî Swêdê dike, Silêman jî ligel wan berê xwe dide Swêdê. Pirtûk bi rêzeke straneke kurdî dest pê dike: “Perîşanê te sêwiyo mihaciro”. Dema mirov tê dawiya pirtûkê dibîne ku nivîskar hejmara rêzên vê stranê zêde kiriye: “Perîşanê te sêwiyo mihaciro/ Wê bayê lêxist hêlîn tev xirab kiro”. Wisa xuya dike ku nivîskar bi rêya vê epigrafê dixwaze bi kurtî hemû jîyana Silêman ya bi firtone, bi êş û keder bîne zimîn. Di pirtûkê de çend çavkanî, dokument û wêneyên Silêman jî cîh girtine ku vê xebatê dewlemend û rengîntir dikin.