Rojên 26 û 27ê Adarê 2016 li Tatwanê civînekî akademîk û ramanî girîng, Sempozyuma Duyemîn a Navdewletî Ya Bedlisê rêkevt.Em dixwazin di vê nivîsa xwe de hinekî bahsa vê xebata girîng bikin. Ev nivîs dikare wekî nivîsara nirxandina me ya li dawiya sempozyumê jî were xwendin. Me ser daxwaza amadekarên hêja nirxandinên xwe di çend xalan de pêşkêşî beşdaran kir. Em ê wan nêrînên xwe li vê derê jî bi we xwendevanan re parve bikin.

Çend têbinî derbarê Koma Xebatê û Sempozyuma Yekemîn de

Sempozyuma Yekemîn rojên 26-27-28ê Hezîranê 2014 li Bedlisê pakhatibû. Di wê sempozyuma yekemîn de mijarên dîrokî, civakî û siyasî cûrbecur ku bi bajarê Bedlisê ve peywendîdar in, hatibû şîrove kirin. Ji wan mijaran a sereke û balkêş bêguman „500 Saliya Tifaqa Kurd û Osmaniyan û Rola Îdrîsê Bedlisî“ bûye. Gelek gotar bêhtir di çarçoveya vê mijara sereke de hatiye guftûgo kirin. Gelek belgename û agahdariyên lêkolînî hatiye berhev kirin û gotarên beşdarvanan di pirtûkekî 576 rûpelî de hatiye çap kirin. Û bi vî karê hêja pirtûkekî baş li Pirtûkxaneya bîrewariya kurdî û Kurdistanî hatiye zêde kirin. Amadekaran vê pirtûka sempozyuma yekemîn gîhandin sempozyuma duyemîn û beşdaran dikarî vê pirtûkê bi dest bînin.

Sempozyumên Navnetewî yê Bedlisê, ji aliyê komekî akademîkerên Bedlîsî ve tê amadekirin. Navê vê komê, „Koma Xebatê Ya Raman û Akademîk Ya Bedlisê“ ye. Wekî min di vê sempozyuma duyemîn de şopand û bûme şahidê fedekariya van çend muneweran, dixwazim van kesayetan wek „SEWDALIYÊ BEDLISÊ“ binavbikim. Di nav axaftinên endamên vê komê demin vî hestî ji gotinên wan bihîst û çavderiya vî helwestê kir.

Belê, „Sewdaliyê Bedlisê“, „Hezkiroxên Bedlisê“, „Evîndarên Bedlisê“, „Aşiqên Bedlisê“…
Ev xususiyet gelekî girîng in. Neteweperwerî, welatperwerî, neteweperweriya erdnîgarî girîng e di pêvejoya netewebûnê de. Xelkên ji axa xwe, ji gund û şêniyên xwe û taybetî ji bajarên xwe hez bikin, li nav wan xelkan ruheke xurt patriyotîk peyda dibe. Hezkirin û pêgiriya bajaran, rola bajaran di zanistiya neteweyî modern de merheleyekî girîng e. Bi taybetî, ev hezkirin û pêgirî ku di nav akademiker û bîrewerên neteweyê de bihêz be, ev yek heman demî hêza neteweperweriya modern jî berfereh û xurt dike di nav gel de.

Koma Xebatê Ya Raman û Akademîk Ya Bedlisê modeleke nû ye di pêvejoya netewetiyê de li bakurê Kurdistanê. Ev model, bi nêrîna min pêwist e ji aliyê akademîker û bîrewerên bajarên din li bakurê Kurdistanê jî were lêkolîn kirin û xebatên bi vî cureyî li bajarên din jî destpê bike.

Sempozyuma duyemin ya Koma Akademikerên Bedlisî – Nirxandineke Kurt

Berî bahsa sempozyumê bikim, dixwazim destpêkê spasiya xwe bo amadekarên sempozyumê bikim ji bo vehewandinê, qedirşînasî û mêvandariya wan.

Bîr û hizrên xwe derbarê nirxandina sempozyumê de dixwazim xal bi xal pêşkêş bikim.

1. Mijara sempozyumê û rojeva li bakurê Kurdistanê lihev hatî bû.

Mijar „Kurd, Bajar, Bajarbûn û Pirsgirêk û Perspektîfên Wê“ bû. Di vê çarçoveyê de cih û rola bajarê Bedlisê hat xeberdan, şîrovekirin.
Di demêkî de ku li bakurê Kurdistanê şer û pevçûn derbasî nav hin bajaran bûye û heta nuha 4 navendên qezayên me hat kavil kirin û li sê bajaran jî pevçûn û operasyonên leşkerî hêj berdewam in, mijara bajar û rola bajaran di pêvejoya netewebûnê de, girîng bû. Koma Xebatê vê mijarê hêj berî van bûyeran destnîşan kiriye û diviya ev sempozyum li meha tebaxê sala 2015 pêkbahatiya. Lê jiber rewşa siyasî û buyerên diqewimî, sempozyum hatiye paşve xistin bo 26-27ê Adarê 2016 bi hêviya ku şer û operasyon rawestin û aramî vegere bajarên me. Lê mixabin rewşa şerî bi dawî nehat û li Şirnex, Gever û Nisêbîn şer û operasyonên dilêş dom dikir di demê sempozyumê de jî.
Di vê sempozyumê de gotarvanan, piraniya wan akademikerên me ciwan, di şiyarbûna neteweyî de wate û rola bajar û bajarvaniyê raxistin ber çvan di teblîxên xwe de. Di dîroka xelkê Kurd de û li welatê me Kurdistanê bajarê Bedlîsê wek nimûne hat rêberizkirin. Gotarvanan di teblîxên xwe de zelal kirin ku bajar navendên medeniyetê û moderniteyê ne. Bîr û hizr û hestên neteweyî li bajaran xurt dibe û pêvejoya netewebûnê peyda dibe û bi serdikeve. Bajar û bajarbûn û netewetî pêkve girêdayî ye. Bajar cîh û şûna peydabûna aîdiyeta neteweyî ye. Bajar bûye serçaviya bîr û hizr û hesta aîdiyeta netewetî (National Identity). Li gund û şêniyên biçûk hevgirêdanên (aîdiyetên) nav mirovan, xismayetiyê biyolojîk, malbatî, êl û eşîrî ye. Kesayet xwe di nav civata dorberê xwe de bi van aîdiyetan radigire di çarçoveyekî kurt û naskirî. Kî ji kîjan malbatê, êl û eşîrê ye diyar e û aidiyeta wî kesî di vî astî de ye. Bajar kesan azad dike, nediyar (anonim) dike, hesta aidiyeta kesan de hin elementên din jî peyda dibin; şûna malbat û xismayetî, jiyana hevbeş ya zimanî û bajarvanî û civakî dibe aidiyeta hevbeş ya sereke ku ev jî pêvejoya netewebûnê ye. Bajar, bajarîtî van bîr û hizran bihêz dikin. Bajarê Bedlisê, medreseyên Bedlisê ji vê prosesê re xizmetê kiriye. „Sewdaliyên Bedlisê“ di vê sempozyumê de ketibû dûyê vê hêz û rola Bedlisê. Hêvî û xweziyên xwe di vî şopê de dianîn ser zimên. Carna jî wekî hêja As. Prof. Yaşar Abdulselam gotî: „Akademiker û bîrewerên Bedlisî ketibû dûyî vî xeyalî“

Tiştekî din jî vê mijarê ji me re zelal kir ku me navê em bajarên xwe kavil bikin, an ji dewletê re sedeman peyda bikin ku bajarên me xerab bibe kavil bibe. Bi xerakirina bajaran ve navendên netewebûna xelkê Kurd jî tê xera kirin, ev avzem hişk dibe, çol dibe.
Ev tespît di daxuyaniya sempozyumê de jî hat nivîsîn û bang li aliyan hat kirin ku dawî li şer û pevçûnên nav bajaran were anîn.

2- Koma Xebatê, di nav kêm derfetan de civîneke rêkûpêk bi standartên ewrûpî pêkanî

Li welatên demokrat civînên wisa ji aliyê zanko (universite), instituyên lêkolîner, dezgehên bîrewerî (think tank) ve tê rêkxistin. Ji bo van karan budceyên wan taybet heye. Jiber ku dewlet giringiyê didin van civînan û ji encamên wan sûdê werdigrin.

Kurd ji van derfetan bêpar in. Van çend salên dawî li hin zankoyên bajarên bakurê Kurdistanê hinek civîn pêkhatin. Lê azadiya lêkolînê û ramanî di van çalakiyan de bi sinûr e. Festivala Feqiyê Teyran jî çêbû. Ev çalakî bi alîkariya dewleta Tirk pêkhatin. Em ji vê re jî bêjin: Ji tunebûnê çêtir e.

Piştî vê têbiniyê, em dikarin bêjin, karê Koma Xebatê Ya Bedlisê, wekî hewldanekî ye di şevereşê de çirayeke biçuk û di nav tunebûnê de karekî mutewazî…

Koma Xebatê bi derfetên kêm cîvîneke baş amade kiribû. Jimareke baş akademikerên Kurd anîbû cem hevdu. Ev yek ji bo komekî serbixwe, komekî bê derfet serkevtin e. Koma Xebatê, li goreyê derfetên teknîkî jî qasî ji wan hat hewl dan civîneke rêkûpêk çêbikin.
Sempozyum li salona Saraya Çandî Ya Tatwanê çêbû. Li gor ku Koma Xebatê spasiya xwe gîhand, pê îşaret da Şaredariya Tatwanê vê imkanê ji bo xebata koma akademikerên Bedlisî û mêvanên sempozyumê pêşkêş kiribû. Ev jî cihê spasiyê û şanaziyê ye.

3.Li bakurê Kurdistanê êdî akademîkerên ciwan kurdîaxiv hene – modelek ji bo honandina destpêka tora (networka) akademikêr Kurd û Kurdistanî

Li sempozyumê wek gotarvan û beşdarvan 20-30 akademikerên ciwan ên Kurdîaxiv amade bûbû. Ev akademiker piraniya wan li zankoyan li beşê zimanê Kurdî (kurdkî û kurmancî) kar dikin. Hewce ye hejmara van kesan zêde be. Di pêvejoya netewebûnê de xebat û lêkolînên bi Kurdî derbarê Kurdan û doza Kurdistanê de girîng e. Hewce ye dezgeke wekî “bankayeka zanyariyê” hebe. Yên zanistê biafirînin û bicivînin akademîker û lêkolînvan in. Torekî peywendiyê (network) jî di nabeyna akademiker û lêkolînvanan de pêwist e. Koma Xebatê û xebata wê modelekî ye ji bo vî karî jî. Pirtûka sempozyuma yekemîn berhemekî ye ji bo vî karî. Zanko û instituyên kurdî tune. Kar û xizmetên wekî yê Koma Xebatê Ya Bedlisê dikare xizmeta hevdu naskirin û honandina peywendiyan be. Di vê sempozyumê de ev jî bû. Akademikaran, lêkolîneran, nivîskaran hevdu naskirin. Karekî herî zêde pek hat, yek jî ew bû beşdarên sempozyumê telefon û navnîşanên hevdu dida hevdu. Ev jî destpêka honandina tora peywendiyan e, network (tor û şanên) xebatên bo armancên taybet wisa destpê dike.

4.Sempozyumê hêza zimanê Kurdî nîşan da, ku zanist (ilim) dikare bi Kurdî jî were efirandin

Zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê beramberê pergaleke asimilasyonê giran e. Kurdî li dibistanan, li zankoyan di pergala perwerdeyê de nayê bi karanîn, heta salên dawî “zimanê qedexekirî” bû. Rast e wê yasaya rûreş rakirin, Kurdî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êdî ne qedxe ye. Lê nuha jî em nikarin bêjin Kurdî serbest e, Kurdî wek zimanekî xwedî derfetan e, were hîn kirin. Zimanê me heta li dibistanan ji destpêkê heta zankoyan, azad neyê fêr kirin û zarokên Kurdan nikaribin zimanê xwe hîn bibin, kes nikare bêje Kurdî azad e li bakurê Kurdistanê. Rast e van salên dawî wek derseke bijare cihên derfet lê heye, zarok dikarin hilbijêrin. Li zankoyan beşên “Instutiyên Zimanên Zindî” tê fêr kirin jî. Ev jî ji tunebûnê çêtir e. Û baştir e mirov “mafan” jî bikarbîne. Lê ev nayê wê maneyê ku asimilasyona ser Kurdî rabûye, ranebuye û zêde sist jî nebûye. Ser vê rewşê re jî, ware derûnî (hestî) de hewl tê dan qîmeta Kurdî wek zimanekî were sivik kirin. Yek cureyê vê jî ew e ku dibêjin “Kurdî zimanekî têkilhev e ji Farisî, Erebî, Tirkî. Kurdî nikare bibe zimanê bihêz zimanê niviskî! Ji xwe bi Kurdî qet mirov nikare mijarên zanistî biaxife, hêza Kurdî ji vê re dest nade, Kurdî ne zimanê zanistê ye”! Li başurê welatê me nêrînên wisa dikarin tenê bibin pêkenîn! Jiber ku Kurdî zimanê fermi yê yekemîn e li dibistanan û zankoyan. Zimanê zankoyan (zanistê) yekemîn Kurdî ye. Lê li bakurê Kurdistanê ev nayê zanîn. Piraniya akademikerên me yên Kurd û yên “asilkurd” qet Kurdî xwedî dernakevin. Ew jî wisa tevdigerin, wekî gotinên Tirkan li ser Kurdî tekez bikin!

Sempozyumê nîşan da ku bi ziamnê Kurdî dikare ders jî were dan û teblîxên zanistî jî were pêşkêş kirin. Profesor Oryantalistekî me bi Kurdieyeke şîrîn dikarî teblixekî navdagirtî zanistî bi bernameya power û bi projection bimer-ê pêşkêş bike. Profesor û asistanên me din jî dikarîya her yekê mijara xwe bi Kurdî pêşkêş bikin, gengeşe bikin.

Van rêzdaran bi wan kesan dan nîşan û ispat kirin, belê belê Kurdî zimaneke bihêz e û her wisa zimanê zanistê ye. Û eger derfetê wê hebe dikare zêdetir pêşde here.

Civînên wisa cesaretê dide akademikerên me bi xwe ku baweriya wan bi wan û bi zimanê wan Kurdiya şîrîn xurt bibe. Her wisa vê sempozyumê mirov dikare bêxe nav çavên wan kesên dixwazin Kurdî bêqîmet bikin. Her çiqasî peywendiyên nabeyna akademikerên Kurd bihêz be û civînên wekî yê Koma Xebata Bedlisê werin organize kirin, dê hingê zêde baweriya akademikerên Kurd bi xwe zêde bibe û her biçe dê em vê hevokê ku nîşan û delîlê ji xwe ne bawerbûnê ye, kêmtir bibihîsin, ku dibêjin: “Ez Kurd im, Kurdî dizanim, lê min teblîxa xwe bi Tirkî/Erebî/Ingilizî/Almanî amade kiriye, ezê îro bi Tirkî biaxifim”!

Her çiqasî ev hevok kêm bibe û teblîxên zanistî bi Kurdî werin nivîsin û pêşkêş kirin û ev tişt bibe karekî normal, wekî mirov teblixekî bi zimanê xwe pê xwendî bide, dê hinge zêdetir Kurdî bihêz bibe. Ya ku bike, ev sempozyum in. Hêvîdar im demê pêş ev sempozyum bi temamî bi Kurdî be û teblîxên bi zimanê din yekser werin wergerandin bo zimanê sempozyumê.

5. Sempozyumên zanistî cureyê wekî Koma Xebata Bedlisê dikarin agahdarîyan bidin ber destê siyasetê û siyasiyan

Armanca civînên zanistî û lêkolîni ew e ku derbarê mijaran de, li rastiyan bigere, bibîne û bide ber destê siyasetvan û rêvebiran. Siyasetvan ji zanyariyên xebatên zanko û dezgehên din sûdê werdigrin. Li welatên democrat peywendiyên qehîm nabeyna zanko û dezgehan û dezgehên siyasî û rêvebirî de heye. Li nav Kurdan bi taybetî li bakurê Kurdistanê, mixabin, ev yek nabe. Siyasetvanên li bakurê welaêt her tişt in, wan pêdivî bi zanyariyan tune! Ew her tiştî dizanin!

Ev rewş çewtiyeke mezin e di nabeyna peywendiyên dezgehên siyasî û dezgehên zanistî û lêkolîni de. Xebata Koma Bedlisê, pêdiviya têkiliyê nabeyna siyasetê û zanistê pêş çavên me raxist û dikare bibe modeleke mutewazî ji bo vê peywendiyê jî bi cureyekê rast..

6. Ev cure xebatên zanistî hewce ye li nav çalakvanan jî were danasîn., wek numûne li medya civakî û di astên din de…

Di vî warî de mixabin hê kadro, çalakvan û xelkê me wekî pêwist e, qedr û qîmeta xebatên zanistî nagre, nizane. Ev jî cihê dilêşiyê ye. Dixwazim mînakekî ji vî sempozyumê bidim. Ev du roj in ez bi balkêşî sempozyumê dişpînim, hewl didim ji teblixan, ji muneqeşeyan sûdê werbigrim. Û dikarim bi dilêkî rehet bêjim, min bixwe ji vê civînê zêde feydê wergirt. Min demê axaftin berdewam dikir, bi riya twitter-ê mijaran bi sernivîsên kurt belav dikir. Belê hinekî balkişand li nav heval û dostên min dişpînin. Lê wekî dilê mirv dixwaze. Eger mirov çend hevokên durişmî (sloganên) tuj, an “xebereki” sansasyonel parve bike, dikare di nav çend xulekan de ji aliyê bi sedan kesan ve were parvekirin û ecibandin. Lê mixabin agahdariyên ji sempozyumeke zanistî bi qasî sloganekî tuj balnakişîne! Ev jî asta tevgera me nîşan dide. Civaka me, tevgera me li dû slaoganan e, ne li dû rastiyê û agahdariyên rast e, em bêjin ev şopandin kêmtir e. Ev jî dixwazim wekî diyardeyekî ez jê ne razî bi xwendevanan re parve bikim. Tevgera Kurdî, xelkê me hewce ye bide dû rastiyan.

7. Demê agahdariya amadebûna “Midurê Emniyetê” ji salonê re hat aşkere kirin, rehetiya beşdaran cihê keyfxweşiyê bû

Wek xaleka taybet û ya dawî dixwazim çavdêriyekî xwe jî binivîsim, bi we re parve bikim û dixwazim vê guherînê hûn jî aliyê xwe de binirxînin. Roja duyemîn dana sibehê, demê hêja As. Prof. Yaşar Abdulselamoglu teblixa xwe ya derbarê Bajarê Bedlisê de pêşkêş dikir, kaxizekî agahdariyê dan ber wî. Lê nêrî, xwend û li salonê hêla dawî nêrî û bi Tirkî got: “Midurê Emniyetê yê Qezê hatiye vê derê li nav me ye. Tu bi xêr hatî.” Hêja Y. Abdulselamoglu, demê ew agahdarî hat pêş wî bi Kurdî bersiva pirsekî min dida. Ji mudir re got: “Min bersivê dida, ezê bidomînim, careka din tu bi xêr hatî!” û axaftina xwe domand bê ku di ziamnê xwe guhorînê jî bike. Piştî vê axaftinê jî muneqeşe pirs û bersiv dewam kirin û kesê jî zmanê xwe ‘sansur’ nekir. Ev yek guhorîneke zêde girîng e. Asta rewabûna doza miletê Kurd û Kurdistanê di mejiyê me de nîşn dide. Belê dive em rastiyan li hemî derî, li pêş hakiman jî, polisn jî, rêvebirên dewletê jî bê sansûr bêjin. Doza me dozekî rewa ye û gotinên ku em bi kar tînin jî bi qasî vê doze rewa ne. Ev jî çvderiyeke min bû, ji min re balkêş bû. Berê bûya, dê tirsekî li nav salonê peyda bibûya û dê beşdarvanan hay ji gotinên xwe hebûya yên ku bikarbînin. Di rewên wisa de jî gotina ku herî pêşî “ŞEHÎD DIKEVE”, dibe qurbana tires gotina KURDISTAN e. Lê Kurdan tires qewitandine. Ev jî cihê serbilindiyê ye. “Dogu halki”, “Dogu Meselesi” ma li nav bi sedan pirtûkên ku hewl didan bi sere me xin ku em “TIRKÊN ÇIYAYÎ NE”!

Şikir ew roj bû tarîx…

Careka din Koma Xebatê Ya Bedlisê ji dil û can pîroz dikim û spas jib o mêvandariya wan.

Ez li vê derê naxwazim yek bi yek navên Koma Xebatê binivîsim, ditirsim hin navan kêm binivîsim û naxwazim wê neheqiyê bikim. Spas dikim bo hemî hêja û rêzdaran, digel ked û rola hin hevalan du roj li pêş çavê hemî beşdaran xuya bû. Hûn her hebin.
Spas dikim yek bi yek bo akademiker û axaftvanên sempozyumê.

Hêvîdar im ev xebat wek modelekî li bajarên din jî belav bibe û were pêkanîn.

Bayram Ayaz
28 Adar 2016