“Dinyayê da çiqa milet heye hemî pêş ve çûne û roj bi roj pêş ve diçin. Ji van kurdê reben, belengaz tenê ba-wûcûdê mêranî û ciwamêrî û xîret paşve mane û roj bi roj paş ve diçin.”

Xelîl Xeyalî

Ji xala min we ye ku her milet di wextê xoda şiyar bûye, muhtaciya qewmê xo dîtiye, zû bi zû li çare wê geriyaye her çi ji destê wî hatiye çêkiriye û çêdike. Kurd, di xeweke wisan da maye ku tu car şiyarbûn û pêşçûn bîra xo neaniye.Eger şiyarî û pêşçûnî bîra xo bianiya heya niha wekî miletê dî li zimanê xwe xweyî dibû, ewwel bi ewwel bi zimanê xo kitêban çêdikir û bi zimanê xo xwendin û nivîsandin dikir.

Temamê dinya dizanê ku qewmê bê ziman, wekî mirovê ker û lal tu tiştek nikare bêje. Eger mela û feqeê kurdan, ew xîret û xebata ku li zimanê xerîban kirine û dikin ji sedan yekê wê der heqî zimanê kurdî da bikiran îro di nav xelqê da bê ziman û bê me’arîf nediman û herkes te’nan li me nedida.Kurd ji bê ziman û xwendinê û nivîsandinê wisan nezan maye ku miletê xo, bav [û] kalê xo, cinsê xo, welatê xo nizanê. Melayê wan şîretan li wan nake. Daîma li xirabiya hev digerin, çavê wan dinya û halê dinyayê nabînê.

Nezan ji xo nezan e, zanayê wan jî ji zimanê xo bê xeber e. Ji xala wî we ye ku zimanê temamê miletê ‘alem ji ezmanan hatiye, ya me tenê ji ‘erdê derketiye. Hal ew e ku zimanê me ji giştê zimanê ‘alem çêtir e û bi rehetî tê nivisandin û xwendin, edebiyata me heye, feqet ji nezaniya me bê rewac maye.”

M. X., Hetawî Kurd, sayı: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913), Resimli Kitap Matbaası, sayfa:  25, 26, 27, 28, 29, 30