Ehmed Kurd nîne, ji hindikayî (kêmhejmaran) ye, ango ji tirkan. Lê ferqa wî ew e ku xwediye loqonteyek e. Ji mişteriyan re xwarin vexwarin îkram dike, li benda mişteriyan e. Ji hêlekî, ne ji miletekî ye eslê xwe de. Ew girêdayî bi mileta aşpêj û garsonan e.

Pîyes (Şano)

Wîllîam Saroyan

Gernasên Şanoyê

ARA rêwiyekî ermenî yê ji Stanbolê

BÎLL SAROYAN nivîskarekî Ermenî–Amerîkayî

BEDROS edîtorê rojnameya Ermenîkî Marmara ya li Stanbolê rojane derdikeve.

AHMED Tirkekî xwedî restorant li Bîdlîsê

Cî: Bîdlîs, di nava sînorên Tirkiyê de, bajarê bavûkalên Saroyanan.

Dem 19 Gulana 1964, li Roja Yekşemê

Werger: Yaşar Abdulselamoglu

BÎDLÎS

ARA wa ye Bîdlîs, bajarê mirovên te! Tu çi hîs dikî?

BÎLL di kolaneke sereke ya Bîdlîsê, em hatine li loqonteyeka piçûk ya tirkî ji bo jşxwe re nan û penîr bixwin, çay vexwin; ez hê jî bawer nakim ku li van dera me, ez li Bîdlîsê me, li ciyê ku malbata min bi sedsalan jiyaye.

BEDROS Serokê Şaredariyê, mamoste, karmend û herî hindik pêncsed kes… Gişk jî me bi kefxweşiyeke mezin pêşwazî kirin. Dema te ew dîtin te çi hîskirin?

BÎLL  Ev pêşvazîkirin, bêgûman, kûbariyên serokê şaredariyê û yên din bû; pir xweş bû min rûyên wan ên xweşîk bibînim, dengên wan bibihîsim, lê ez dizanim ku ji bo vêya qewîtî li wan hatîbûkirin.

ARA helbet mirov heya ku îzîn nestînin, talîmat negrin, neyên tenbîhkirin tiştên weha nikarin bikin. Tirkên İstanbolê, Enqereyê tevî ku, gavurek, ermeniyek jî be, xwestine ku mêvanperweriya yeki Bîdlîsî yê ku bajarê bavûkalên xwe ziyaret dike, bikin. Te ji xwe, çawa ku dibêjin wekî zarokê Anadolûyê dibînin. Ji bo ku bêedebî nebe kes gotinên tirk yan ji ermenî bikarnayîne. Wa ye, Ehmed jî çay anîn, ew çay dê me zîndî bikin.

EHMED tu ji wî re bibêje her mîna me yî, bibêje, ji kerema xwe re.

BEDROS dibêje “Tu dişibî me”.

BÎLL Belê, her wekî min ji serokê şaredariyê û hin zarokan re got, li vir tev xort dişibin endamên malbata min, dişibin biraziyên min.

ARA Kurd dişibin êrmeniyan; Ehmed jî dişibe me. Ji çaya bi te’âm qûrtek bigre, baş şeker jî têxe navê; ewî mirov zîndîtir bike. Tevî ku binavkirina wan wek kurd resmî hatîbe qedexekirin jî li Bîdlîsê heman heman herkes kurd e.  Di nava qerebalixê de yek êrmenî jî tunebû. Hebaya min ê mutleq ferq bikira. Yek tenê, yek tenê jî tunebû. Lê Bîdlîs yê ku weke Pağeş jî tê binavkirin bi sedsalan yek ji bajarên sereke yê Êrmenîstanê bû.

BÎLL Bi ya min hê jî wisa ye. Ev çay bi rastî zîndî dike. Pîrika min Lûsînak Karaoğlanyan jî çayê wer çêdikir. Li Fresnoyê, di mala li kolana San Benîtoyê de, li zivistanê tevayiya rojê me çay vedixwar.

ARA Li havînê jî?

BÎLL  Li havînan me qawin dixwarin. Ango herî hindik, min ji qawinan hez dikir û ji ber ku ez pir tî dibûm min wisa dikir. Ehmed yekî nazik xuya dike. Gelo tirk e, an têkel e? Dişibe me, mîna ku yekî ji me be.

BEDROS Demeke dûr û dirêj e em li ser hemîn erdan digel hev dijîn, helbet em dişibin hev, lê Ehmed tirk e.

BÎLL Ne Kurd e, qet naşibe zarokên ku li devê Qelheyê de pêşwazîya me kirin. Baş e, lê Qelhe?

ARA Ehmed Kurd nîne, ji hindikayî (kêmhejmaran) ye, ango ji tirkan. Lê ferqa wî ew e ku xwediye loqonteyek e. Ji mişteriyan re xwarin vexwarin îkram dike, li benda mişteriyan e. Ji hêlekî, ne ji miletekî ye eslê xwe de. Ew girêdayî bi mileta aşpêj û garsonan e.

BÎLL yekî qenc xuya dike.

ARA dema ku kar baş bin her kes qenc e. Kê ji te baştir kare vê bizane ku? Tu li Amerîka yî. Nivîskar î. Xwendevanekî ku li ser qerektera mirovan li hûr dibî. Ehmed ê memnûn bibe ji hesaba erzan a ku em bidinê ji bo xwarinên tamxweş ên ku ji me re anîn. Ez jî hesabê wî duqat bidim, bila ji bo careke din gava ku em hatin em ben bîra wî. Jixwe li bajêr ev lokonte ye, ya rastir, li ser rê ji bo rewîyan ciyê yekane ye, ber bi êvarî em ê dîsa bên.

BÎLL Tu çima du qatê hesabê didîyê? Ez vî ji ber mereqeke wer napirsim Ara. Ez wisa difikirim ku ev tişteke bi kewnedetek e, tu tiştek pê îfade dikî ku dixwazî ew û kesên pê re dipeyîvin bizanîbin. An şaş im? Edeteke Bîdlîsî, ya kurd, tirk an a herêmê ye?

ARA Yekser wisa ye – jixwe hesabê ku wî aniye ne zêde ye, gava hindik be; dikarim bê ku wî rencîde bikim du qatê wê bidimê, lê ger sê qatê wê bidim hingê bibe sedeqe; xûrereke wî heye. Ew ê vebêje em mirovên hestiyar û nazîk in. Ev ji bo careke din girîng e.

BÎLLA Axirê ez li Bîdlîsê me. Li ciyê ku bi bavê min Armenak, diya min Takûhî, bavê bavê min Bedros bi diya wî Hirîspîme, bavê diya min Mînas, bi diya wî Lûsintak hatine dinê. Çayeke bi şekir, taze, enfes a ku ji destê tirkekî zîz derketiye, vedixwim, ji hemîn nanî yê ku diya min dapîra min çêdikirin dixwim û ew pênîra spî ya ku me her jê hez dikir, tam dikim ku ji şînayiyên rastîn ên zozanên Bîdlîsê hatiye pê û ez nizanim bi vî ve çi bikim, tev ev e. Herkesî ku min li vir dîtin, min ji wan hez kirin, ew jî ji demeke direj e li Bîdlîsê dijîn; ez wer nafikirim ku îlla bav û kalên wan însanina jiyana li vir xerab dikin û wer ji Lûsîntaka Mînas re didin gotin ku “em terka wira bikin û herin Amerîkayê, ev der êdî ne ji bo me ye.”  Piştre Mînas mir û Lûsîntak jî bi rastî malbatê ji vira bir û bi vî awayî, ez ne li vir, lê li Fresnoyê hatim dinê. Bi kurtî, em li vir bûn. An sedema ku ez ji van însanan hez dikim, ji ber ku bûne sebep êdî jiyana êrmeniyan li vir bêîmkan bibe, û wer di encamê de malbata min biçe Kalîforniyayê, bi vî awayî ji bûbe sebep ku ez li wir bêm dinyayê?  Serê min tevlîhev nîn e, tiştek nizanim. Ez nizanim ev çi ye, ji ber ku ez nizanim ta di destpekê herî herî serî de çi bûye. Wa ye, Ehmed çayine jî tîne; wer ji tirkekî çawa nefret kare bê kirin ku? Em bipêjirînin, qet jî ji êrmeniyan ferqa wî nîne.

BEDROS Tirk bi Anadolûyê re hatine tevîhevkirin elbet. Kêm kes kare jê derxe, êdî di rûyên wan de zêde Asyayitî jî nemaye.

BÎLL dixwazî bêjî bi êrmeniyan re tevlêhev bûne?

BEDROS Ne bi tenê bi êrmeniyan re û bi herkese re, bi yên ku li vir jiyane; Gurcî, çerkez, îranî, yahûdî, abhaz, rûm, siryanî, ereb, sûrî, qereçî, û bi kurdan re, herî zêde jî bi kurdan re; her weha bi bilgaran, romenan, sirbî, qeredaxî, û bi mekedoniyan re – li vir xaleke çarrê ye. Ne bi tenê yê xwecih, ji bo ku di haremên tirkên dewlemend ên reîsên eşîran de kar bikin, heta efrîqeyî jî dianiyan vir. Ango digel ên din xwîna reşîk jî tevlê wan bûye. Li Bîdlîsê hê gelek tiştên ku dive bên kirin û bên dîtin hene, wexta me jî heye. Ji ber vê bila em ji niha ve li ser tutiştî yekser xwe neêşînin da ku me’nayên tiştan bibînin, bila em bihêlin, bi wextê re hertişt biserhevde were. Dibe ku piştre, pir bi piştre em ê li ser bifikirin.

BÎLL vê gavê jî hertişt bi tevayî bêwate nîn e; bi tenê di têgêhiştina hin tiştan de ez dijwarî dikşînim. Me ev der çima terikand? Ma ne ji kesên çûn zêdetir  êrmenî, li vir man? Wê gavê em çira çûn? Dixwazim viya bizanîbim: Babîrê min Mînas yê li ber mirinê bû çima ji jina xwe ya ciwan re wezîfeyeke dijwar ya weke malbatê bibe Amerîkayê, li Qalîforniyayê, da? Di sala 1944-an de min li Londonê Arşak Safrasyan nas kir; gava ku Lûsîntakê dest bi kar kiriye ji bo koçkirina malbatê ji Bîdlîsê, wê gavê wî di Konsolosxaneya İngîlîzan de kar kiriye. Ji min re vegot ku pîrika min jineke bêhempa bû, dinyaya ku têdeye wê qenc têgihîştibû, serwextbûbû rêdayîn di destê kê da ye, kê da nine, baş dizanîbû pere bide kîjan mirovî, na, ne wek rişvet, diyarî, dizanîbû lîreya zer bide kê û digot ku bi vê awayî, wê mûcîziyek çêkir. Em ferz bikin ku Mînas li ser mirinê wexta ku dimir jê re tiştek gotiye; baş e, çi bû ew hewil a ku Lûsîntak Karaoğlanyanê ber bi pêwîstiya bicîanîna wê tiştê hatî gotin da, kîjan taybetmendiya qerektera wê bû? Dikarîbû bifikire ku baştir e, hê rasttir e ku li vir bimîne, piştî salekî an piştî çend salên din biçe Amerîkayê, heta merc kare serrast be, Desthilata Tirkan karîbû talîmetekî weha bide Valiyê Bîdlîsê, da ku ew ji ber zîrekî û berhemdariya wan, ji êrmeniyan re divê qiymet bên dayîn, bi vî ve dikarîbû bifikire ku çûyîn ne pêwîstiyeke êdî.

ARA Di hişên ne tenê yên ji Ermenistanê, ji Tirkiyeyê koçkiriyan, herweha yên tev koçberên ji Ewrûpeyê de jî, li ciyeke din li pey xeyala ciyeke xwedî standartine jiyanê yên baştir, yên firehtir tunebû?

BÎLL Helbet, lê piraniya êrmeniyan neçûn, malbata min çima çû? Eger ez li vir bijiyam, vira min bi tenê bi sedemeke pir baş karîbûm terk bikim. Ji ber ku, min gelek cî ditin, lê vira xweştirîn ciyê ku ez di jiyana xwe de dibînim.

ARA Vira Bîdlîs e. Ji bo te Bîdlîs, wateyeke cuda ji bo ji yên din heye.

BEDROS Em bihevre ji taxa Dzabirgorê ber bi mala bavê te meşiyan. Te çi hest kir?

BÎLL Nizanim, nizanim, bi rastî nizanim. Ew Kurdê ku digot weke zarokek piçûk bavê min naskiriye û ciyê ku bavê min bi diya xwe, bavê xwe, bira û xwîşkên xwe re lê dijîn, nîşanî me da, di 74 saliya xwe de weke yekî nazik, dirûst, jidil xuya dikir, ne wa? Lê li dawiya taxa Dzabirgorê di wê ciyê bilind de, ez nizanim çima şopek ji mala bavê min, bi şûnde nemaye. Tiştê mayî tenê tifikek bû. Fîkret Otyamê ku fotografkêşekî baş bû, kir ku li wir poz bidim da ku hin fotografan bikşîne. Lê ciyê ku em lê dijiyane, gelo ew der bû, qet nebe nêzê li wira bû, nizanim. Ez naxwazim li tukesî neheqiyê bikim, lê dikevim nava hestan ku hin tişt hatîbûn tertîpkirin. Bi ya te çima weha ye?

ARA ji ber ku bi rastî wisa ye loma; ji ber ku hin tişt ji berê de hatin tertîpkirin. Ji bo ku zarokekî Anadolûyê bajarê bav û kalên xwe ziyaret dike xwedî meqaman lêkolîn dan destpêkirin û dîtin ku kevirên gorên ermeniyan di restorasyonên xaniyên kevn, çêkirina rêya peyayan de hatine bikaranîn. Dema ku li rê binêrî tê parçeyên kêlên goran bibînî, mînak Sarkîs Da… dinivîse, lê yê mayî hatiye şikandin. Ger te bala xwe dabî, li herderê ku heya niha em çûnê – Enqere, Merzîfon, Samsûn, Trabzon, Erzûrûm, Wan, Tatwan û niha jî li Bîdlîsê – bi giramiyeke pêşwazî li me hat kirin. Rastî, ew gişk –ziyafeta masiyan a mezin li Gîresûnê, her weha li Agriyê, li qûntara Araratê firavîna bêhempa- elbet hatîbûn plankirin.

BÎLL Di van loqontêyan de herroj helbet xwarin tên amadekirin. Ji bo herkesî.

ARA Ji bo maseya te ango ji bo me hersêyan û ji bo her sê fotografkêş –rojnemavan, Fikret, Ali û Mehmet xwarinên taybet tên amadekirin. Ji ber ku ew dixwazin tu Anadolûyê bi hezkirinek bînî bîra xwe.

BÎLL Mîsoger, wisa ye vê dizanim, lê çima na? Merşa sor raxistin pêşiya min. Divê ez jê mînnettar bim. Wisa me jî, lê dîsa jî nizanim. Min hêvî dikir ku ez mala Saroyanan bibînim, lê tiştê tenê yê ku min dît li ciyeke weke qûntarekê tifikeke biçûk bû. Heta bi guman im gelo ew tifik ya me bû yan jî perçeyek ji heşt malên Saroyanan li yên ku nava wan hewşeke fireh bihevre weke çargoşeyeke hebû, bû. Rewşa wê bêhempabûye, li girîkê, li jêr Çemê Bîdlîsê yê diherike li beşberê li cotgirîkê dinîre, lê ez nevêrim mîsoger bim ku li wir ciyê mala Saroyanan bû û ev tev girêdanên min ên bi Bîdlîsê re digûhûrine. Ez naxwazim tiştên ku ew ji me re gotin, derew bin; qet nebe bila pir xelet nebin.

BEDROS Helbet herî baş ew e ku rastiya tiştan meriv bizanîbe, lê îcar pir mimkûn nîne. Ji ber ku em gişk ji vira koç kirine. Li gor lêkolînên min, tek ermeniyekî ku li vir maye, mirovê kal ê me li pêşberê avayiya şaredariyê dît, ew e. Navê wî êdî ne naveke êrmenîkî ye. Zarokên kurd hinekên xwe pê dikin ji ber ku dizanin ku ew êrmenî ye, kal e û bi hêviyeke dawî ji bo ku di navbera êrmeniyan de bimre, dixwaze here Libnanê, Beyrûdê.

BÎLL mirovê belengaz, mirovê tekane yê nêzikî lehengeke rastîn yê min di jiyana xwe de dît. Tu wî bibî Beyrûdê?

BEDROS Di derheqa wî de divê ez di Marmara de binivîsim, dibe ku ji bo alîkariyê hinekan bexşan bikin. Erê, -ez ê bibînim, ew ê here ciyekî ku li wir di nava êrmeniyan de bigere. Herêma Bûrc Hamûd a Beyrûdê hema bêje temama wê ji êrmeniyan pêkhatiye, li ser dikanên wan jî bi êrmenîkî dinivîse. Tevî ku nod sal berê li vir, li Bîdlîsê hatiye dinê, heri hindik dema dimire ji bo ku xwe cardin di nava bajarê xwe de hîs bike divê wî em bibin wir. Mûhsî Baba, yê dawiyê ji Bîdlîsiyên rast ên êrmeniyan e.

BÎLL Lê vira yê me ye, Bîdlîs yê min e. Eger vira parçeyeke ji welatê me baya, ez dikarîbûm werim li vira bijîm. U ev dê rojekî bibe. Bawer dikim, rojekî ji rojan cardin vira wê bibe Bîdlîsê me yê rastîn.

ARA Bi rastî? Tu çawa karî bi vî rengî bifikirî? Gelo ev hestek e yan xweziyek e?

BÎLL Ka hela tu li vî şehrî binêre. Pêwîstiya vî bi êrmeniyan heye. Cardin dikare bibe ciyeke xweşîk û bajareke girîng yê dinyayê. Ji ber vê hê jî bawer dikim ku yê me ye û rojekê jî dîsa dê yê me be. Yên din jî dikarin lê bimînin an ger bixwazin karin jê herin, lê Bîdlîs bi me ve girêdayî ye.

ARA Belê, pêwîstiya Bîdlîsê kare bi êrmeniyan hebe, lê bi her awayî pêwîstiyên Mûşê ku em ê îro bibînin, Wan ê ku me do dît, yê Dîkranakerd, ango Amed, Kharpert yê ku jê re Harpût ji dibêjin, belê, pêwîstiyên wan jî bi êrmeniyan heye; ji aliyê din, kê dikare bibêje ma pêwîstiyên Atînayê, Roma, Parîs, Londra, New York, Chîcago, San Francîsco û Hollywoodê, bi taybetî jî Hollywoodê bi me tune ye? Henek li alîkî di vî de payeke diyar a rastiyê heye. Dixwazim bibêjim, pêwîstiya Bîdlîsê kare bi êrmeniyan hebe, lê êdî ew qet careke din wê nikare bibîne.

BÎLL Ez bim ewqas mîsoger napeyivim.

BEDROS Paş şerê cîhanê yê duyem Tirk amade bûn Bîdlîs, Muş, Wan, Qers, Erdehan, tev rojhilata Anadolûyê bidin êrmeniyan, lê belê, piştre Amerîka midaxale kir û li hember berfirehbûna îhtîmal a Komûnîzmê Tirkiye ji xwe re kir sînor. Lê jixwe gişk van em pê dizanin. Em hemû dizanin ku dîrok ji vehonandinek e, ji tevgerên adî, yên ku ji bo hin berjewendiyan biparêzên, pêk tê. Ax, dibe ku êdî pir dereng e. Dîsa jî ez ê kalemêrikî bibim Bûrc Hamada Beyrûdê. Ji bo ew ê di navbera êrmeniyan de bigere û xwe di bajarê xwe de hîs bike û wer jî bimre. Ka hele bifikire, mirovekî ku li Bîdlîsê hatiye dinê, ji bo ku xwe di mala xwe de hîs bike mecbûr e biçe ciyeke din –sedema hemû vana, paqijkirina Bîdlîsê ji rûniştvanên wi yên rastîn, ji yên êrmeniyan e.

BÎLL  An go kalemêrikî weke bajarê xwe dê biçe ciyekî ku qet nizane, ji ber ku lê êrmenî henin, tenê ji ber vê ew der wê bibe bajarê wî.

BEDROS Rewş ji êrmeniyên li Bîdlîsê weha ye. Ew yê dawiyê me ye; ew bêriya rewşa Bîdlîsê yê kewn û yê esil dike. Rastî ya niha mircatloxê me xerab bûye; di nava genimên çandî kulîlkên çiyakî geş gulvedidin, her weha dêrên me yen herî xweşîk bûne sitara dewaran; qûleya çanê bûye hêlîne kevokan. Ji ciyê ku av ji nav zinaran re diherike tenê hesp û dewar jê vedixwin re em ber bi ku de biçin her tirk û kurd li me temaşe dikin. Wer difikirin ku em hatine zêrên bavên me li vir veşartine wan derxin. Xwedayê Mezin! Te ew bi guhên xwe bixwe bihîst. Ara, ez te nizanim lê ez hema bêje kefxweş im ku me ji vira koç kiriye.

BÎLL Ez şad nîn im. Bîdlîs yê me ye, yê min e. Her weha yê wan e jî. Hemû li vir dijîn, her kê bin, ser bi her kê hatîbin gûhertin, bila hemû jî kerem kin lê vira ya rastî yê me ye, yê min e. Xwezî ez dikarîbûma li vira bimama. Bi rastî jî min ev gelek dixwest.

ARA Serokê Şaredariyê bi fermî tu dawet kir da ku li vir wek mêvanê wan bimînî. Dema ku vîya got, jidil bû, bi qasî ku serokekî şaredariyeke dewletê dikare weha bibe. Çareyek kare pêyda bibe. Tu dikarî biceribînî da ku fam bikî ka tu dixwazî li vir bimînî an na. Pereyên te hene. Mala kevirîn ya ku biraziyên dapîra te Lûsînak Karaoğlanyan, Dikran û Aram li girîka taxa Dzabirgorê ava kirine, tu dikarî ji wî kurdê ku têdeye û xwediyê fîloyeke kamyona ye û ji Stenbolê li herderê Tirkiyê diçe û tê, bikirî. Ger red kir tu dikarî ji wî re hinek jê heqê wê zêdetir pere bidî û tam di nava Bîdlîsê de, wê xaniya xweşîk a ku jixwe ya te bû, bistînî. Bi vî ve, tu dikarî xwedi li eraziya, ku di girîka ser rê de ye, ango li gor îdîaya rehberê kurd yê digot ku ciyê xaniyê Saroyanan lê ye, derkevî. Bi vî awayî her heşt xaniyan jî hemîn weke berê tu dikarî bidî avakirin; ango cardin tu dikarî li mala xwe bî, bi rastî di mala xwe de bî. Ev mimkûn e ne wisa?

BÎLL Di xalekê de tu şaş dikî. Li bajêr êrmenî tune, ez li vir dikarim bi tenê xwecîhekî xerîb bim. Di encama serketina wî yên sî salan de nivîskarekî êrmenî yê ji Amerîkayê yê ku têr pere qezenc dike, tê Bîdlîsê û biryar dide ku ji nû ve mala malbata xwe ava bike. Mala birayên -ne yên biraziyan- dapîra xwe ji karsazekî kurd ê dewlemend distîne, bi daktîloya xwe li vê malê bi cî dibe. Derdikeve li meşên dirêj li girîkan, bilindahiyan û êdî li wir dijî. Ermeniyekî dînbûyî.

ARA Wê gavê tu çi difikirî?

BÎLL Kalemêr kal bibe welateke biyanî bêje bajarê wî ye. Tev yek in, Bîdlîs yê me ye, yê min e. Çawa û kengê bibe nizanim lêdivêem li vira bin. Ev pir vekirîye, eger na, Bîdlîs dêbibe kavil.

ARA Di vê beşê dinyayê de mêyleke wer a gelemperî heye, ne wa? Berde, êrmenî bi dirêjahiya çendîn sedsalan bajarên nû çêkin. Tenê Ermenîstana Sovyetê qest nakim, li herderî weha.

BEDROS Dîsa jî, qey Bîdlîs tenê li vir e? Ma yekane Bîdlîs li vir e? Ma dema tu li Qalîforniya yî, li Fresno yî, San Fransîsco yan jê, li qiraxa Malîbû yî, ma cardin tu ne li Bîdlîsê yî? Li erdekê ku aîdê te ye xaniyekî çêkî, ew erd an ew xanî ma cardin ne Bîdlîs e? Berda bila Bîdlîsa kevn an Pağeş li yê ku têde Kurd û kêmhejmar tirk ê ku vî welatî îdare dike yê ku navê xwe dane wî, dijîn, tune be. Berde bila ew jî mîna Qelheya bêhempa ya ku ewqas sal in hatine mohrkirin, ew jî bi demê re wê tune be, ma em çi wenda dikin ku? Tu bi rastî Bîdlîs, an jî ji jiyanê bixwe û malbata xwe hez dikî?

BÎLL Ax, elbet di gotinên xwe de mafdar î, doste min. Tu hem mîmar î, hem jî weşangerê rojanmeya ermenîkî Marmara li Stenbolê ya ku navê xwe ji deryayeke nêzikî Deryareş stendiye. Gişk ew pirsên ku tu ji min dikî, tev, jixwe, bîstûçar seetên derbasbûyî, bîstûçar roj, bîstûçar meh, sal û belkî jî ji sedsalan ve ye dipirsim. Bersîvên van pirsan tu wext likêr nîn in, ji ber ku bersîv di her carê de hem erê ye, hem jî na; ev berî hertiştî di xwezaye me de heye. Bi gotineke din, ez ji hezkirina Bîdlîsê û bawerkirina vêya ku yê me ye tercîh dikim. Ez vê hildibijêrim, ji ber ku tercîheke min yê din tune ye. Lê belê, ji ber hilbijartina min a vê, rastî ev e ku ez ji Bîdlîsê hez dikim, bawer dikim ê me ye, yê min e. Berdin bila herkesê/î ku dixwaze wer bifikire an jî mîna min xwe hîs dike, ku mecbûr e wisa bifikire bila bifikire ku Bîdlîs ne aîdê min, lê aîde wî ye; dê wer jî bibe. Lê ez li vir im, ez li ciyê ku di tevayiya jiyana min de ji min re qala wî hatiye kirin, min li serê hiziriye, xeyal kiriye, li wir im.  Jiyana malbata me ya ku ji çend sedsalan zêdetir e li vir derbas bûye zorî dide me ku em bawerpê bikin ku ev der yê me ye. Ciyê ku em lê dimînin ew der erdên bakûr ên bêweç jî bin, daristanên germ ên derên tropîcal jî bin, ji bo me ew taybet e. Em li wir bûn. Bibûna me ya li holê ji bo me ji hertiştî girîngtir e, mesela, tiştek danîna li vê derê ji rehetiyê girîngtir e. Hertişt alîkî, li Amerîkayê, jiyaneke min heye ya ku ji jiyana ya ku wê li vir hebim, rehettir e, lê ev girêdana min a ku bi rabirdûya malbata min re heye lawaz nake; ji ber vê bedela wê rehetî be jî, ez Bîdlîsê li ber Kalîforniyayê tercîh dikim. Ez çi dikarim bibêjim? Ez dilşikestî me; hestên bi vî awî piçûk bibînim jî cardin wisa ye. Li vir weke ku ez di şîne de me xwe hîs dikim. Mircatloxa me ji holê rabe jî, miriyên me ji sedsalan ve li vir in; tev endamên bênav ên malbata min, ciwan, keçên xama, xort û jin, kal, tev li vir in. Ew mirî ne, ez jî dijîm, li vir im û ez wan hîs dikim, ez wan dibînim, deng û behnên wan dihesim û Xwêdê we bide bawerkirin ku ez rastiyê dibêjim, di eslê xwe de, wan a niha li vir di kurdan de dibînim, dibihîsim û bêhna wan distînim. Çawa ku min cara pêşîn ew dîtin, min got, ew eynî mîna yek ji malbata min xuya dikin, ez dibêm qey min ew li Kalîforniyayê ditîne an jî ew wek ên ku a niha li Kalîforniyayê ne. Ev jî min metelmayî dike, ji ber ku ez ne kurd im, êrmenî me. Gelê min bi sedan sal in hristiyan e û ez jê zarokekî ji malbeteke hirîstiyan im. Her çiqas bi vê ve, an bi dîneke din eleqeya min tune be jî, paşnavê min Saroyan e û ez girêdayî bi malbata Barzanî nîn im. Dîsa jî dema ku ez li kurdan dinêrim malbata xwe, êrmeniyan, Saroyanan dibînim. Berê du seetan li ser Qelheyê, di mêgdana mezinahiya wê bi qasî du seheyên fûtbolê de, hozanê kurd ê porsor gava ku ji min re strana xêrhatinî strand, navê min tam her wekî bi telefûza êrmenikî, Wîîlyam Sar-o-yan got. Bi rengekî min fikir kir ku ew herî hindik biraziyekî min e; tevî bi hertiştî, dawiyê dizanim ku hestên min bi rastiyê giredaneke wê yê mantiqî tune ye, û min xwe wer hîs kir, ew girêdayî bi hatina min a vira ve girêdayî ye. Ez Bîdlîsê dixwazim; dixwazim li Bîdlîsê bijîm, lê bimeşim, têde bixwim, vexwim, razim. Siba em ê li rêya Diyarbekirê an li Dîkranakerdê bin, lê ez dixwazim li Bîdlîsê bimînim – li gor ku tê dîtin, hetahetayî. Dixwazim li vir bimrim û digel miriyên xwe re bim.

ARA Baş e, lê di derheqa serokê şaredariyê de çi difikirî?

BÎLL Kin û kurt, dişibe mirovekî şîrin. Min jê hez kir yekî qenc e.

ARA difikire ku dabîra wî êrmenî ye.

BEDROS Dibe. Kî kare bizane? Lê ew tirkek e. Bi êrmenîkî nizane. Sedemên din henin ku tu jê hez dikî.

BÎLL Her dem wisa ye. Ez timî di navbera mirovan de ne cudatiyên wan, çi tiştên wan dişibin hev, wan tiştan dibînim. Di vê beşa dinyayê de di navbera mirovan de wisa ferqên mezin tune ne. Ango herkes wer an ver dişibin hev.

ARA Hun xeyalan dibînin. Naşibin hev. Ermenî xwedî bi hewesa hin tiştan e, tirk jî bi nekirina wî tiştî re hewesdar e an jî berdewama karê wî yê edetî re; bê ku zêde xwe biêşine, enerjî an eqil xerc bike. Hun her du ji min heyirî dihêlin. Ji ber ku karê min li ser bezîrganiya tiştên ziraetê ye, hun dizanin, ez bi kurd an bi tirkan re şîrîk in, em bihevre kar dikim. Şîrîkê min ê a niha Kurdek e û desthilat ji ber ku naxwaze qebil bike ku miletek di navbera sê û şeş mîlyonan de heye, Kurdîtiya xwe vedişêre. Ji wan re resmî Tirkên Çiyayî dibêjin. Lê ez li vir hemfîkîr nîn im ku herkes eynî ye; qet jî wisa nîn e.

BÎLL Ji bo ku cudatiyan bibînî gelek derfetên te hene, aşîkar e. E min nebû û ez qet ferqan nabînim. Belê, dinya ku pê bawer dikin ji hev cuda ye; Misilman li tiştekî bawer dikin, Hrîstiyan li tişteke din; lê ew her du bawerî jî, alîkariya berdewama jiyana rojane dikin. Di der vê de şiql û şemalên wan, tevger û rêveçûna wan eynî ye.

ARA Ne weha ye. Ew zarok û xortên kurd ên rûken û bijûndar ku tu wan weke endamên malbata xwe dibînî bi Mehsî axayê re çawa hinekên xwe dikin, bi taybet, ji ber ku êrmenî ye, êrmeniyekî kal, e’wêl e. Kalemêr jî ji ber nezaket û esalata xwe, tevî ku mirovekî jar e, heya gava wî bi wir  û bi vir de didin û tînin jî dengê xwe nake, dike ku wan nabîne. Elbet em dikarin bibêjin ciwan in, loma wisa dikin, lê ji ber ku kurd in, ne êrmenî û hrîstiyan in wisa dikin; tevî ku resmî ji wan re Tirkên Çiyakî bibêjin jî, ew dizanin ku ew li vir piranî ne. Di hêzê de tirsonekiyeke mezin heye, min ew di emerîkiyan, îngîlîzan, rusan, tev însanan de dît. Lê ev, tucar ne wek a di nava kurd, tirk û ehlên di vê beşa dinyayê de ye.

BÎLL Belê, belê ne hewce ye em vê gengeşe bikin jî, tu li vir jîya û van gişk dizanî, ez jî hatim vira weke biçim xewneke û texmîn dikim ku dixwazim bawer bikim bi rengeke dilpaqijî ev xewna xweş, der-rastîyê ye. Qet bawer nakim ku kurdê ku serokê şaredariyê bi me da nasîn, bavê min nas dike an ji li ser tev malbata me dizane, lê dîsa jî, dixwazim bawer pê bikim, dibe ku ew dizane. Ger ew nasnake çima wisa bibêje?

BEDROS Helbet ji ber ku ev tişteke girîng e. Edî ew menşûr bû jî; bi te re wêneyên wî hatin kişandin, resmên wî di hemû rojname û kovaran de wê derbikeve, ma çima neke? Dibe bihîstîbû ku mala Saroyanan li wir e, loma em birin wê ciyê.

BÎLL Di hundirê min de dengek ji min re her hemîn tiştî dibêje; bi rastî ciyê ku wî em birin, bi rastî jî ciyê me ew der bû.

ARA Helbet, li vira Bîdlîs e, taxa ku wî em birin taxeke êrmeniyan bû û miheqek mala Saroyanan jî li ciyeke li wir bû; baş e, ev ê çi bigûherîne gelo te biriya ciyê rast an na? Ev tenê dikare nîşan bide ku bermayiyan li ciyekê rast in. Xaniya ya herî saxlem birayên dabîra te Lûsî, Aram û Dîkran Karaoğlanyan çêkirîbûn. A niha jî li wir kurdek rûdine. Eger tu li vira bijiyayî, tê bidîta ku mirovên nêzikî canan ji texmina te jî dilpak û qenc in, lê di hemîn demê de jî li hember mirovên jar û belengaz ên mîna êrmeniyê yê dawî yê li Bîdlîsê Mexsî axa karin bi çi qasî xerab bin.

BÎLL ger ez ê li vir nemînim ez tucarî nikarim ji vê ewle bim; lê cardin jî li vir dixwazim bawer bikim ku em hemû yek mirov in.

ARA weke mirov belê, lê di wateyên din de na. Qettiyen em ne eynî ne.

BEDROS Dibe ku… rast be, kî di rastiyê de kê ye? Em jî karin xerab bin.

BÎLL Ji bo wêneyek ya dawî bikşînim ji wê Chevroleta li Bîdlîsê binêrim. Aman Xwêdeyo, ez tutiştekî nabînim ku heya ji bêdawîtiye re bihêlim ez ê venaşerim. Tenê di der bajêr, ev rêya sereke ya teng û bi dirêjahiya wê mirovên ku bi pehngavan dimeşin – Kurd, kurdên koçber, dayîk, bav, law û keçikan, xweş mirovên delal lê hene. Amerîkiyên bi kamyon li ser têlên telefon û telgrafan kar dikin. Li eşqê İsa, ew li herderî ne; min heya niha ciyek nedit ku li wir yan hêzên deryayî yên Amerîkayî, yan pêrgî bi hêza aşîtî an yên derve nebin, û li ciyê ku ne, ji jiyana hêsan têde, jê îstîfade nekin. U ez dizanim ku ez wan li Bîdlîsê; naxwazim di bin pozê wî de, di çokên wî de, di bin milan de, di qûyna wî de, bi rastî naxwazim wan bibînim. Lê em vir in ne wa? Amerîkî ger pozê xwe nexistîbaya, a niha Bîdlîs dikarîbu bibe perçekî ji Ermenîstana Sovyetê. Nizanim, ez xwe pir xemgîn hîs dikim ku ji vir veqetiyame, lê di hemîn deme de pir memnûn im ku min ev der di paş xwe de hiştiye. Divê ez bihatama û min bidîta; ez hatim, min dît; ez xemgîn im, hem jî ji ber ku diçim, memnûn im… Lê jê zêdetir heye, tiştê ku min endîşe dike heye û ez nizanim ev çi ye. Ev çi ye? Çi?

ARA Ew çi ye, eger tu nebêjî em qet nikarin bibêjin.

BEDROS Na, ev pir hêsan e. Hêsan e, ji ber ku vira demeke dirêj ya me bû, demeke dirêj ya te bû, demeke dirêj ya êrmeniyan û ya saroyanan bû; tevî ku tu li dûriyê hatiyî dinyayê, mirov dibêje qey tu her li vir jiyayî, wer tu her li vira bûyî. Piştre bi paş ve zivirî û te dit ku herder xerab bûye; tevî bi şik û gumanê jî, te birin ciyê ku dibe ku mala we lê bû. Lê kesê ku te bir wir, ne ew êrmeniyê kal ê ku ji bo ku di nava êrmeniyan de bimre xeyal dikir da biçe Beyrûdê, lê kurdekî bêjndirej bû. Her çiqas min nave wî dubare kir ji bo karibe were bîra wî û dest pê bike vebêje, ew êrmeniyê dawîn li Bîdlîsê bavê te nas nekir Di derheqa Saroyanan de tu tiştî nizane. Ango di eslê xwe de li Bîdlîsê, bi sedsalan e êrmenî henin lê li vira êrmeniyên din ên ku ewqas salane li vira dijîn, wan nasnakin. Bîdlîs ne tenê yê me ye, di hemîn demî de yê wan e jî, bi taybetî yê kurdan yên ku niha li herderê yê bajar û gundên wir de dijîn. Ermenî, Kurd an jî Turk, tevî ku tu li vir bihataya dinyayî û li vir bijiyaya jî, cardin li vir ne bi tenê yê te baya, yê wan jî bibaya, hemîn demî de yê dagirkeran jî, yê rêwiyan jî û ji hemûyan jî zêdetir yê xwe bixwe jî bibaya. Ev rastiyeke seyr e, sirek e. Helbet hişê te tevlîhev bû, yê min jî. Di ser da jî mirovên min qet nêzikî Bîdlîsê nebûne; ez çawa ku êrmenî dibêjin, ez li Bolîsê, li Konstantînopolîsê yunaniyan û li İstanbûlê yê niha ku xwediyên wî xwedî hêz in, li wir hatime dinyayê. Dibe ku ez jî wekî te xemgîn im, tevî ku sedema xemgîniyê karim texmîn bikim jî, tenê ji ber ku êrmenî me û girêdayî bi bajarê me, bi dîroka me,  ji ber ku ji me re tucar rê nehatiye danîn ku em bi navê wan serfiraz bin, li ser wan tişteke baş bibihîsin, girêdayî bi vê, ez nizanim gelo, ez dixwazim xemgîniya xwe bînim ziman an na. Wer dizanim ku tucar, bi demeke dirêj ew nebûye yê me. Yê ku min xemgîn dike ev e.

ARA Ez jî bi qasî te, bi qasî we herduyan ermenî me, lê dîsa jî ez çi ji bo bajarê xwe, çi ji bo Bîdlîs, çi jî ji bo Kharpetê -bajarê bav û kalên min, ên ku em ê piştê bi çar pênc seetan bibînin, wekî we xemgîn im. Tevî bi hemûyan jî dilşad im, ji bo ku em bizanîbim ka em kî ne, pêwîstiya me bi piştgirîya zarokane ya welateke ceografîk nîne. Em di rê û ciyên din de çi bin, em ew in, hem jî, ji hebûna dewletekê baştir sedemên me hene ku handan didin me. Em bihêlin dewletên din, dewletên mirovên din wisa  bikin. Ji bilî vê, ma xema kê ye ka bizane xemgîniya êrmeniyekî ku diçe Bîdlîsê, yan jî ew li mala xwe ya ji Bîdlîsê dûr, ji odeyeke derbasî odeyeke din dibe… Ermenî ji bo xemgîniyê ji çûyîna derekê, ji erdnîgariyeke li erdnîgariyeke din wêdetir xwedî sedemên hebûne ne. Tiştê ku êrmeniyan xemgîn dike, zanebûna tiştan e ku li herderî veqetandina ji ciyekî û gîhana ciyekî din ya hertiştan û herkesan ya ku ew tu pêşketinê mîsoger nake. Ev di herhalûkarê de min xemgîn dike… U daxwaza strangotinê di min de hişyar dike. Werin, em bihevre, strana nanê ya ku me xwar û şeraba ya ku me vexwar bibêjin. Gişk ji vê pêktê..

 Bitlisname.com Unpublishable without source…