Di sala 1841-an de, di navbera Sasonî û eskerên Generalê Tirk Hafiz Paşayî de şerên dijwar diqewimin. Wê gavê, Osmanî, îttîfaka Mîrektîyên kurdan a bi Bab-î Alî yekser xerab dike, statûya heyî ya herêmên Kurdistanê bi tundî digûhûre.

Yaşar AbdulselamoğluCamêrî û ciwanî

Bi operasyonên hovane yên ordiya Osmaniyê serweriya Mîrektîyên Kurd a irsî ji holê radike. Li ciyê Mîr, Xan û hin paşetiyên kurdan Walî tên tayînkirin, serkirdayetî bi temamî bi Seray û wîlayetan ve tên girêdan. Ew dem demeke herî xwînî û talanker a li Kurdistanê ye.

Di Şerê Kermilehê de, Kurdên Sasonê mêrxasiyeke bêhempa destnîşan didin. Di pêşengiya Hemedê Birho de, mefera eskerên Hafiz Paşayî dişkînin. Zorî li Xwînkarê Osmanî didin ku serweriya wan a tradîtsîyonel cardin were naskirin.

Lê, pir najo, Sasonî di navbera xwe de lihevnakin, Osmanî vê derfetê bikartîne, zora şervanên Sasonî dide.

Parçeyek mezin ji şervanên Sasonê tên xwe tevlê Mîrektîya Bîdlîsê dikin. Mîrektiya Bîdlîsê giramiyek mezin dide wan û wan wek mêvanên xwe yên hêja dihewîne…

Ji xwe, Begên Sasonê biraziyên Begên Bîdlîsê ne. Lewra, di navbera Mîrektiya Bîdlîsê û ya Sasonê de girêdanên nêzik her dem hebûne.

Hemedê Birho, bi hejmareke mezin a şervanên xwe ve dibe mêvanê Rojkiyan. Hikûmeta Bîdlîsê, digel koma şervanên xwe ve, wî li Qeleya Bîdlîsê, di koşkeke mezin de bicîdike û tev xercên wan digre ser xezneya mîrektîyê.

Koşka ku ew lê dimînin jî, li Qeleyê, yekser li pêşberê Seraya Hikûmdarê Bîdlîsê ye.

Hemedo, rojekî bi çend nokerên xwe ve li şaneşîna Koşkê rûniştiye. Temaşa bajêr dike. Li pêşberî wî jî, jina Mîr, Xanê, li ber paca Serayê rûniştiye, pîpoya –qelûna xwe ya ji dara yasemînê çêkirî, vêxistiye, ji xwe`r temaşa derva dike.

“Bê ku bala xwe bide kurmancên li pêşberê xwe”, serî qelûna xwe ji pacê derxistiye, bi awirên xwe yên bêxem jî li xeleqên dûmana ku ji devê xwe bi usûl derdixe, dinêre. Ew nizanin, Prensesa esîlzade Hemedo û şervanên wî piçûk dibîne, loma yan jî ji bo ku serokê kurd ê ku zora eskerên Hafiz Paşayî biriye, bibîne, wer dike… Lê, tevî ku mêvanên wê Mîrektiyê ne, şêweya kişandina qelûnê ya Prensesê hember Hemedoyê, kêfa şervanên wî, yên ku bi dilsoziyeke mezin pê re girêdayî ne, nayîne. Wê wek heqaretek ji xwe re hesêp dikin. Ji wan Mîjo, ji Begê xwe re dibêje:

-Begê min, ez wer bawer dikim ku prenses bi kişandina xwe ya qelûnê ya bi vî awayî heneka xwe bi me dike. Heger tu rê bidî min, ez ê bi derbekê re serê qelûna wê bifirînim.

– Mijo, dibêje Hemedo, bawer bike, kêfa min jî ji vê dîmena Xanê nayê, lê, ez ditirsim ku nîşana te li ciyê xwe îsabet neke. Tu dizanî, heger derba te li pîvanga xwe nekeve, ew ê ji bo me hemûyan ê bibe şermezarî û rûreşîyeke mezin.

– Na, Begê min, netirse. Heger nîşana min, ji lûlika qelûnê li dereke din ket, serê min bide jêkirin, dibêje Mijo.

Serê Prensesê jî ji lilûka qelûnê pir dûr nîne. Lê, Hemedo ji hostatiya nîşangirî ya Mijo bi bawer e. Loma rê dide wî. Mijo, bi derbekê re serê pîpoyê difirîne. Xanê, çer ku dengê teqîn û vizîna guleyê dibihîse, dibîne ku serê pîpoya wê firîye. Lê, qet aramiya xwe xerab nake. Mîna ku tu tiştek nebûbe, bi giranî ji ciyê xwe radibe, diçe seriyeke din a qelûnê -qizqaviyê tîne. Lilûkê li qelûna xwe dixe, li serê pizotek datîne, vedigere li ciyê xwe rûdine û kişandina pîpoya xwe didomîne. Mijo metelmayî dimîne. Bi derba dido re jî, serê pîpoyê cardin difire. Li aliyê din, hê tu niyeta Prensesa Bîdlîsê tuneye ku ciyê xwe bigûhûre, çi jî serika pîpoya xwe vala bêhêle. Seriyeke nû lê siwar dike. Lê, derba sêyem a Mijoyî, pîpoya Xanêyê pêkol digerîne. Xanê ya ku dibîne çawa gulleyeke wî zilamî qet bi beradayî neçû, jê xweşxal, bi bişarindineke ciwanikî serketina wî qebil dike, naxwaze wî camêrî şermezar bike, jê’r rêz digre û xwe ji wir vedikêşe.

Li roja din, çi dike?

Ji Mîr rîca dike, ji bo şerefa wan nîşangîrên bijarte, şahiyeke mezin were çêkirin. Li pêş çavê tev Bîdlîsîyên li şahiyê, Prenses, bi xwe, bi çekên herî qenc wan bi xelat dike.

Hemedo, digel Mijo û şerwanên wî yên mayîn, wer dibin camêrê şerefê yê Mîrektiya Rojkan.